Zap birin Dusseldorfê

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 29 Hezîran 2022 - 22:42

  • Di dawiya hefteya bihurî de li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, bi tevlîbûna deh hezaran kesî çalakiyeke mezin a Kurdistaniyan pêk hat.

Di dawiya hefteya bihurî de li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê, bi tevlîbûna deh hezaran kesî çalakiyeke mezin a Kurdistaniyan pêk hat. Ji gelek welatên Ewrûpayê Kurd û hezkiriyên wan çûn Dusseldorfê. Bi dirûşmeya Kurdistanê biparêze meş û mîtîngeke bi heybet pêk hat. Vê carê Dusseldorf ne wekî berê bû. Ji salên berê girseyîtir bû. Çalakiya herî mezin a salên dawî bû. Ji bo ku balê bikşînin ser bikaranîna çekên kîmyewî, gelek sembol hebûn. Her wiha pêlavên meqap ên gerîlayan jî sembola berxwedanê bû. Kurdistaniyan silav da lehengên li Zapê. Ew gerîlayên ku di nava şerekî giran de ne, hatin silavkirin. Meş û mîtîngeke ewqasî bi heybet bû, te digot qey Zap birine Dusseldorfê. Heman berxwedana Zapê li Dusseldorfê bû.

Kurdistaniyan di çalakiyê de bal bire ser çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Zapê bi kar tîne. Ew dewleta ku nema kare şer bike, serî li rê û rêbazên qirêj dide. Ji bo dewleta Tirk û artêşa wê bûye karekî ji rêzê. Dixwazin vê yekê bi xelkê jî bidin qebûlkirin û normalîze bikin. Bi şev û roj çekên kîmyewî, sîlehên qedexekirî û gazên jehrê bi kar tînin. Li dijî vî sûcê şer jî yek dewleta Ewrûpayê ranabe û dengê xwe dernaxe. Dev ji nerazîbûnê berdin, bi dewleta Tirk re tevdigerin. Çawa ku Erdogan çeteyan bi kar tîne û serokatiya wan dike, Ewrûpa jî Erdogan kiriye serokê wan çeteyan. Di rewşeke wiha de jî nikarin berxwedana gerîlayan têk bibin. Çiqas êrişên giran dikin jî nikarin encamê bi dest bixin.

Gerîlayên Kurdistanê li Zapê berxwedaneke bi heybet nîşan didin. Ew berxwedana wan a li dijî dagirkeriyê ye. Canê xwe feda dikin, lê dev ji berxwedanê bernadin. Îro her kes vê berxwedanê dibîne û dibe şahidê wê lehengiyê. Her kes hay jê heye ku têkçûna Erdogan a li Zapê wê bibe dawiya wî. Artêşa wî ya ku nema kare şer bike, wê li Zapê bikeve. Ev ketin jî wê bi xwe re dawiya faşîzmê jî bîne. Kurdistanî hay ji vê hene, lewma çalakiya li Dusseldorfê jî ewqasî bi heybet bû. Kurdistaniyên li Ewrûpayê ji bo silavkirina vê berxwedanê hema bêje her roj, her kêlî di nava çalakiyan de ne. Ji bo ku bala Ewrûpiyan bikşînin ser sûcên şer ên dewleta Tirk di nava tevgerê de ne. Lê Ewrûpa xwe li bêdengiyê datîne. Ev bêdengî ne ji ber wê ye ku nebihîstiye û nedîtiye. Ev bêdengî hevkariya wan a sûcê şer e. Îro yê ku vî sûcî dike Erdogan e, lê yê ku rê li ber vedike jî Ewrûpa ye. Heger ne ji Ewrûpa û Emerîka bûya, Erdogan ewqasî rehet tevnedigeriya. Wêrekiya vî sûcê şer ji wan digre. Ji ber vê yekê jî divê ev dagirkerî û qirkirin her roj û her kêlî were teşhîrkirin.

Gerîla TV ji bo teşhîrkirina sûcê şer her hefte dîmen û wêneyan parve dike. Rastiya şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê radixe ber çavan. Lê tevî vê yekê jî dewleta Tirk şerekî taybet dimeşîne. Ew eskerên li wê derê tên kuştin vedişêrin. Ji bo ku raya giştî nizanibe qala wan nakin. Dewleta Tirk ku dehê salan vî karê qirêj dike, hê jî dev jê bernedaye. Di destê wan de tenê şerê taybet heye. Bi rêya televizyon û rojnameyan hewl dide civakê bixapîne. Her kesî rûyê wan ê qirêj dîtiye. Ev dewlet ji bo zilmê û êşkencê heye. Tiştekî ku bide gel tineye. Her tim ji xelkê dizîne û talan kirine. Ew çiqasî li Zapê derbê bixwin wê faşîzma wan ewqasî qels bibe. Çapemeniya şerê taybet ku serê pêşî ji bo Zapê qiyamet radikir niha deng jê nayê. Ew jî dizanin ku tiştekî pê pesnê xwe bidin, tineye. Ti belge û îsbatek tineye ku li Zapê bi serdikevin. Li Zapê zip zipa wan e. Her roj û her kêlî derbê dixwin. Erdogan û tifaqa wî ya şer li ber têkçûnê ne. Wê qedera wan li Zapê diyar bibe. Lewma jî divê her kes bibe parçeyek ji vê berxwedanê. Ew ruh û çalakiya li Dusseldorfê divê her dem hebe. Çawa ku li Zapê bi şev û roj berxwedan nasekine, Kurdistanî jî ji bo lehengên xwe divê nesekinin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.