Wezîrê karê derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan çend hefte berê çû başûrê Kurdistan û Iraqê. Ango li Hewlêr û Bexdayê hevdîtin kirin. Dema ku Fîdan li Hewlêrê bû êrişên qirkirin û dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê zêde bûn. Jixwe piştî ku ji başûr veqetiya, konsepta êrişan kete qonaxeke din. Ji Rojava heta Şengal, ji Qendîl heta Silêmanî, ji Minbic heta Qamişlo êriş nesekinîn. Li Dêrezorê jî bi koordîneya dewleta Tirk hin komên çete û peyayên wan ketin nava tevgerê û alozî derxistin. Ev bûyer di nava çend rojan de qewimîn û her kes jî dizane ku ev êriş bi çûyîna Hakan Fîdan a Hewlêrê re têkildar e.
Hakan Fîdan beriya wezîrtiyê jî 10 salan serokê îstîxbarata Tirk bû. Kesayetek dest bi xwîn e. Di qetilkirina Kurdan de destê wî heye. Gelek komkujî û êriş ji aliyê wî ve hatin organîzekirin. Ji ber vê yekê ye heta niha li cem Erdogan maye. Ev kujerê dest bi xwîn niha jî têkiliya wî bi rêveberiya başûr re eşkere bû. Ango têkiliya wî bi Barzaniyan re xuya kir. Eger kesayetek ew çend kujer be wê çi têkiliyê bi Barzaniyan re deyne ? Hin xal hene ku wan di mijarekê de tîne cem. Ew jî meseleya PKK'ê ye. Derdê Hakan Fîdan û Barzaniyan PKK ye. Wê demê fikrê wan bûye yek û wekî hev difikirin. Eger fikrê wan yek be, emelê wan jî yek e. Barzanî difikirin ku PKK biqede wê meydan ji wan re bimîne. Dewleta Tirk jî difikire ku PKK biqede wê serketineke dîrokî bi dest bixe. Lê nexêr. Tişta ku xeyal dikin naçe serî. Ji ber ku yên beriya wan jî hatin û çûn, lê tişta dixwestin bi ser nexistin.
Li dijî vê hevkariya wan a qirêj beriya çend rojan li bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên girseyî çêbûn. Van çalakiyan deng veda. PDK û dewleta Tirk jî bi komkujiyan bersiv dan van nerazîbûnan. Li Hewlêrê nûnerê KNK'ê Denîz Bulbun di êrişek çekdarî de qetil kirin. Li Silêmanî jî di êrişa balafirgehê de 3 pêşmerge qetil kirin. Ev herdû êriş di rojekê de çêbûn û peyamên wan jî hebûn. Êrişa li Hewlêrê li dijî yekîtiya netewî ya Kurdan bû. Ji ber ku êriş li dijî avahiya KNK'ê çêbû. KNK jî saziyeke ku her tim ji bo yekîtiya netewî di nava hewldanan de ye. PDK'ê jî bi kuştinê bersiva yekîtiyê da. Careke din eşkere kir ku ew yekîtiyê naxwaze. Êrişa li Silêmanî jî peyamek ji YNK'ê re bû. Ji YNK'ê re jî dibêje xwe dûrî tevgera azadiyê bike.
Ji van bûyeran em dibînin ku êdî başûrê Kurdistanê veguheriye hêlîna nokeran. Ji ber ku ev ne cara pêşiye êrişên bi vî rengî çêdibin. Bi dehan welatparêz û şoreşger di êrişên çekdarî de şehîd bûn. Bi balafiran jî her hefte êriş çêdibin. Berê dewleta Tirk diçû başûr û alîkarî ji PDK'ê dixwest. Lê êdî ew dem jî derbas bûye. Niha ji ber ku ew bi xwe li başûr e û kî dixwaze dike hedef. Dewleta Tirk û PDK bi hevre êrişan organîze dikin. Li ser axa başûr nêzî sed baregeh û navendên wan hene û li wan deveran plana komkujiyan datînin. Kesayetên bijarte dikin hedefa xwe û wan qetil dikin. An bi êrişên sûîqastê an jî di êrişên hewayî de wan qetil dikin.
KCK'ê bi daxuyaniya xwe ya dawî re ji van êrişan re got êdî bes e ! KCK'ê xwest ku êdî her kes navê vê meselê rast bêje. Ji ber ku tişta PDK dike xiyanet e. Bi dewleta Tirk a qirker re dimeşe û nabe ku gel jî bêdeng bimîne. Şermezarkirina PDK'ê têr nake. PDK ketiye pozîsyona xiyanetê û divê pêşî lê were girtin. Êdî dema wê hatiye ku bi dengekî xurt û bilind PDK û siyaseta wê were teşhîrkirin. Nabe ku bangên yekîtiyê were lêkirin û jê re bê gotin xwe dûrî qirkeran bike. Divê rasterast were teşhîrkirin û pêşî lê were girtin. Siyaseta ku PDK dike dijminatiya li Kurdan e û di xizmeta dewleta Tirk de ye. Derdekî PDK'ê ji bo Kurd û Kurdistanê tine ye. Zarokên herî hêja yên vî welatî bi destê PDK'ê tên şehîdkirin. Divê ev yek ji wan re nemîne. Çawa ku dewleta Tirk tê rûreşkirin, divê PDK jî bi heman rengî were teşhîrkirin.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh