Em saleke din a pêngava 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin. Tiştên em niha dibînin û pêvajoya em têre derbas dibin bi pêngava 15'ê Tebaxê re têkildar e. Di sala 1984'an de ku pêvajoyeke darbeyê li Tirkiyê hebû û Kurdistan di rewşeke awarte re derbas dibû şerê çekdarî dest pê kir. Yên ev şerê çekdarî dan destpêkirin jî gerîlayên Kurdistanê bûn. Ew çawa wêrekî û heybet bû ku rê li ber pêvajoya şerê çekdarî vekir ? Divê ev yek baş were fêmkirin. Eger ne ji wan gerîla û fermandaran bûya, wê Kurdan nekarîba ewqasî li ber xwe dabûna. Lê yên wekî Egîd û hevreyên wî, rê li ber vê pêvajoyê vekirin.
Di wan salan de xelk ji karmendên dewletê jî ditirsiyan. Dewletê eskerekî xwe dişand gundekî û ew gund nekarîbû dengê xwe li eskerekî bike. Di pêvajoyeke ew çend giran de Kurdan li dijî wê dewletê serî hildan. Dewleta Tirk ti carî bawer nedikir û hê jî bawer nake ku Kurd li dijî dewletê disekinin. Li gorî wan divê kesek li dijî dewletê dernekeve û wê wêrekiyê nîşan nede. Lê bi pêngava 15'ê Tebaxê re li Kurdistanê rihekî serhildan û berxwedanê pêş ket. Yên ev rih ava kirin jî kadroyên pêşeng ên PKK'ê bûn. Eger kadroyên PKK'ê li zindana Amedê ev berxwedan nîşan nedana, li çiyayên Kurdistanê jî ew berxwedan dernediket pêş. Lê vê berxwedanê di nava şert û mercên herî zahmet de dest pê kir.
Kurdan jî û dewletê jî fêm kir ku tenê PKK'yî dikarin li dijî dewletê rabin. Vê yekê hişt ku li cem Kurdan wêrekî pêş bikeve. Ne ji PKK'ê û kadroyên wê bûna, Kurdan nedikarî ewqasî li ber xwe dabûna. Berê jî serhildan û raperînên Kurdan çêbûn, lê demdirêj dewam nekirin. Pêngava şerê çekdarî ya 15'ê Tebaxê encamên gelekî girîng û dîrokî bi xwe re anîn. Ji aliyê siyasî û civakî jî guhertin kirin.
Divê em li pêvajoyê vegerin û baş binirxînin. Di demekî de ku kesî nediwêrî bêje ez Kurd im û Kurdîtî qedexe bû, pêngavekê dest pê kir. Ew jî pêngava 15'ê Tebaxê bû. Di wê rojê de gerîlayên Hêzên Rizgariya Kurdistanê bi ser baregeh û qereqolên Artêşa Tirk de girtin. Ew fîşeka destpêkê bû teqîna li Kurdistanê. Ji wê rojê û şûnde jî çerxa li Kurdistanê guherî. Êdî egîdên Kurdistanê derketin ser dika dîrokê. Lewma jî şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz û hevalên wî bûn pêşengên vê şoreşê. Ji wê rojê û heta niha ev şoreş zindî ye.
Keç û xortên Kurdan piştre ref bi ref beşdarî vê şoreşê bûn. Daketin çiya û newalan. Ji bajar û navçeyan berê xwe dan gundan û heta her derê navê xwe dan bihîstin. Êdî li Kurdistanê pêvajoya gerîlatiyê dest pê kir. Her rojê bi dehan kesî ew kincên gerîla li xwe dikirin û radihiştin çeka şoreşê. Ji gundan heta bajar û navçeyan rihekî gerîlatiyê geriya. Di salên 1990'î de jî serhildanên gel dest pê kirin. Êdî kesî nema dikarîbû pêşî li vê pêla şoreşê bigre. Ew kesên digotin çend eşqiya ne û wê di nava çend saetan de werin tinekirin jî neman. Êdî gerîlayên Kurdistanê û egîdên wê hene. Wan egîdan şoreşa xwe gihandin Rojava. Li başûr û rojhilat jî hîmên gerîlatiyê danîn. Lewma jî êdî îspat kirin ku kes nikare gerîlatiya Kurdistanê têk bibe.
Pêngava 15'ê Tebaxê deriyê şoreşê li Kurdistanê vekir. Ev pêngav di heman demê de destpêka şoreşa li Kurdistanê ye. Ji wê rojê û şûnde Kurd bûn egîd. Êdî kes nema dikare serê Kurdan biperçiqîne. Bêrîtan û Zîlan ji vê şoreşê derketin. Şoreşa jinê ji wê pêngavê derket û pêş ket. Eger ne ji wê guleya yekemîn bûya, wê heta heta Kurd kole mabûna. Lê bi pêngava 15'ê Tebaxê re Kurd fêrî berxwedanê bûn. Êdî her roja Kurdan wekî pêngava 15'ê Tebaxê derbas dibe û nema kes dikare Kurdan teslîm bigre. Her kurdek îro bûye egîd û navê xwe bi berxwedanê dineqişîne. Silav ji egîdên Kurdistanê û lehengên dîrokê re...