Bi berxwedanê tecrîd wê bişike

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:05

Sed sal di ser avakirina komara Tirk re derbas bû. Em qala sed salên qirkirinê dikin. Ji roja ku komara Tirk ava bûye û bi şûn ve qirkirina li Kurdistanê dest pê kiriye. Dewleta Tirk hebûna xwe di tinebûna Kurdan de dîtiye û lewma jî her carê êriş kiriye. Ti carî destûr nedaye ku Kurd serê xwe rakin û her carê li wan daye. Tiştekî baş ku vê dewletê dabe civakê yan jî Kurdan tineye. Her carê zilm û zordarî ye. Sed salên vê komarê jî bi vî rengî derbas bûne. Lê di sed salî de jî nekarîn têkoşîna Kurdan têk bibin.

Di nava sed salan de ti carî hiqûq, demokrasî û mafê mirovan li vê dewletê nehatiye. Ti carî li qanûnên xwe jî guhdarî nekiriye. Jixwe, qanûnên wê yên darbeyên faşîst in. Li dijî zilm û zordariyê jî Kurdan eniyeke berxwedanê bi pêş xist. Ev berxwedan û têkoşîna Kurdan jî sed sal in didome. Lê hin têgeh hene ku divê mirov baş li ser wan bifikire. Yanî li gorî wan têgehan mirov siyaseta xwe bimeşîne. Mesela her kes dizane ku li Tirkiyê mafê mirovan, hiqûq, demokrasî û azadî tineye. Jixwe, ti carî jî çênebûye. Dewlet bixwaze kî bikuje, dikuje û ji ber vê kuştinê jî kes nayê girtin û nayê cezakirin. Lê em jî her carê doza edaletê li vê dewletê dikin.

Dewleteke ku tevahiya Tirkiyê veguherandiye zindanê heye û li her derê tecrîd heye. Sal derbas bûne û hê jî agahî ji Rêber Apo tineye. Em jî doza bidawîkirina tecrîdê li vê dewletê dikin. Bi bangên me tecrîd bi dawî nabe. Bi miracaetên hiqûqî tecrîd bi dawî nabe. Li zindanan bi sedan şoreşger hene ku 30 salên wan qediyane û dîsa nayên berdan. Yanî hiqûq jî, qanûn jî dewlet bi xwe ye. Heger dewlet bixwaze li gorî dilê xwe dimeşîne.

Wê demê, divê em jî li gorî wê gavan bavêjin. Yanî di çarçoveya hiqûqê de. Di çarçoveya têkoşînek radîkal de were kirin. Ji dewleteke faşîst re em nikarin bibêjin, dawî li tecrîdê bîne. Ji dewleteke qirker re em nikarin daxwaza aştiyê bikin. Em bi têkoşîna xwe dikarin zorê bidin vê dewletê û vê pêk bînin. Wekî din ew bangên aştî û çareseriyê bê wate ne. Ev yek di heman demê de riyeke şaş dide ber civakê jî.

Her kes dizane ku dewlet li gorî dilê xwe çi dixwaze dike. Ji serî heta binî qanûn tineye û li her derê tecrîd heye. Di rewşeke wiha de em nikarin qala mafê mirovan û hiqûqê bikin. Hem li meclisê, hem li taxan û li qadan divê têkoşîneke radîkal were bipêşxistin. Ji vê dewletê xwestina hiqûq û edaletê şaşî ye. Jixwe, dewlet li ser rêbazên çete û mafyayan dimeşe. Hebûna dewletê bi xwe jî li dijî demokrasiyê ye. Îca em qala dewleta Tirk dikin.

Çiqasî em qala mafê mirovan û edaletê bikin, ev yek li hesabê dewletê tê. Wekî ku edalet hebe û mafê mirovan tê binpêkirin wê bê fêmkirin. Bi vî rengî em hin tiştên vê dewletê rewa dikin. Li dijî dewleteke ew çend barbar û hov jî berxwedaneke fedayî lazim e. Em ji vê dewletê daxwaza aştî û edaletê nakin. Heger tecrîd bi dawî bibe, ew jî wê bi têkoşîna me pêk were. Ne ku dewlet bixwaze, wê bi berxwedana me tecrîd têk biçe. Ji bo vê yekê jî dibêjim, divê em siyaseta xwe li ser rêbazeke rast bidin meşandin. Bi vî rengî jî em dikarin civakê bixin nava tevgerê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.