Erdheja li Enqerê

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 10:20

Di 1'ê Cotmehê de paytexta Tirkiyê Enqere, bi teqînekê hejiya. Du gerîlayên HPG'ê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn li dijî wezareta karên hundir a dewleta Tirk çalakiya fedayî kirin. Bi vê çalakiyê re tirseke mezin xistin dilê dagirkeran. Wezareta ku bi şerê taybet radibe, derbeke giran xwar. Ev, ew wezaret e, ya ku bi şev û roj li dijî gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd şerekî qirêj dimeşîne. Lewma jî çalakiya li dijî vê wezaretê peyameke dîrokî ye. Wezîrê vê wezaretê Suleyman Soylû digot, wan PKK qedandiye û PKK nemaye. Lê heman PKK'ê li dilê wan xist. Di ber guhê wan de ev çalakiya xwebexşane pêk anî. Bi vê çalakiyê re ne tenê Enqere, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP jî hejiya. Vê çalakiyê dewlet hejand.

Çalakiya li Enqerê gelek peyaman dide. Roja ku meclisa Tirk vebû, ev çalakî pêk hat. Heger hûn di rojên dîrokî de li Kurdan bixin, di rojên dîrokî de hûnê jî derban bixwin. Heger hûn 24 saetan şerekî qirêj li dijî Kurdistanê bimeşînin, cenazeyên Kurdan parçe bikin û gorên şehîdan xera bikin, hûnê jî derba xwe bixwin. Tabûra nemiran vê yekê ji were nahêle. Lehengên Kurdistanê tola xwe hiltînin. Ne ji wan lehengan û PKK'ê bûya, vê dewletê wê gelek tiştên din bi serê Kurdan de bianiya. Lê tirsa PKK'ê di dilê wan de ye. Gerîlayên fedayî nîşan didin ku dikarin li her derê van çalakiyan bikin. Beriya bi salekê Sara û Rûken bi çalakiya li Mersînê re jî heman peyam dan. Yên digotin, me PKK qedandiye bila li van çalakiyên fedayî binêrin.

Ew lehengên li Enqerê, îradeya vî gelî ne. Riya rast a têkoşînê bi çi rengî ye wan lehengan nîşanî me da. Ev çalakî di heman demê de peyamek ji bo Kurdan e jî. Kurd wê çawa karibin êrişên qirkirin û dagirkeriyê pûç bikin dikarin li wan lehengan binihêrin. Ev pêvajo ruhê fedayî dixwaze. Dibe ku parlamenter an şaredar be, dibe ku siyasetvan yan jî xebatkar be, ferq nake. Tişta ku pêwist dike, ruhê fedayî ye. Di serî de parlamenterên ku îradeya gel in, divê li wan lehengan binihêrin. Sara, Rûken, Rojhat û Erdal rêberên têkoşînê ne.

Ciwanên vî gelî ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe feda dikin. Li aliyekî Rêber Apo tecrîdkirî ye, li aliyê din êrişên qirkirinê li dijî Kurdan û Kurdistanê nasekinin. Çiqas êrişeke qirêj û bêexlaqî hebe dibin ser Kurdan. Divê bersiva wan êrişan jî hebe. Lewma dema ku çalakiyek bi vî rengî pêk hat jî divê Kurd xwedî lê derkevin û ji dewletê re bibêjin, hesabê xwe bike. Çi wexta hûn bixwazin, hûn nikarin êrişan bikin. Parêzvanên vî gelî jî hene. Heger hûn ji Rojava heta Başûr û Şengalê zêdegaviyan dikin, hûnê jî bersiva xwe bigirin. Heger her rojê hûn çekên kîmyewî û gazên jehrê bi kar tînin, hûnê jî derba xwe bixwin. Ev gel ne berxê ber kêre ye û çi wexta hûn bixwazin, hûn nikarin wî qetil bikin.

Dewleta Tirk bêtirs û bêhesab êrişî her derê û her kesî dike. Lê tenê tirseke wan heye, ew jî PKK ye. Tenê PKK dikare li dijî vê dewleta barbar bisekine. Ji bilî PKK'ê rêxistin û tevgerek tineye ku li ber vê dewleta hov bisekine. Dewlet hene û ji Dewleta Tirk ditirsin. Yanî naxwazin xwe têxin bela vê dewletê. Lê PKK hesabê wan nake. Tenê PKK dikare destê xwe li masê bixe û hesabê van kiryarên qirêj bipirse. Bi saya van lehengan, em dikarin bibêjin em Kurd in û xelk hesabê me dikin. Heger ev ruhê fedayî nebûya, em ê jî îro ji dîrokê tine bûna. Bi saya vî ruhê fedayî ye ku em heta îro hatine.

Rojhat û Erdal pîvanên vê serdemê ne. Sara û Rûken manîfestoya vê sedsalê ne. Heta ku fedayiyên bi vî rengî hebin, wê ev dewlet nikaribe polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê bibe serî. Tabûra nemiran bûye tirsa dilê dagirkeran. Ew lehengên ku îro xwe feda dikin, siberojeke azad ji zarokên vî welatî re dihêlin. Dîrok wê her tim qala wan bike û wan ji bîr neke. Nav û lehengiya wan wê bi tîpên zêrîn were nivîsandin. PKK û ruhê wê yê fedayî roj bi roj mezin dibe û geş dibe. Gelê Kurd jî bi saya van lehengan dibe xwedî îrade. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.