Ez ê di vê nivîsa xwe de behsa ciwanekî şoreşger bikim. Ew jî Kawa Çekdar e. Dema ku min ew nas kir, navê wî Çekdar bû. Sala 2008'an hat Swîsreyê. Hevalan got, ciwanek hatiye û navê wî Çekdar e. Ez jî çûm cem wî û me li komeleyê hev nas kir. Ciwanekî cidî û bi disîplîn bû. Ez li bajarê St. Gallenê berpirsiyarê meclisa ciwanan bûm, ew jî wekî berpirsiyarê ciwanan li herêmê hatibû wezîfedarkirin. Lewma jî em bi hev re xebitîn. Bi şev jî em li heman malê diman û dema me her tim bi hev re derbas dibû. Kesayetek cuda bû. Li ser şexsiyeta xwe û jiyana xwe ya malbatê ti carî neaxivî. Kar û barê wî rêxistin bû û bi şev û roj jî li ser wê dixebitî. Min got, mirovekî cidî bû, lê carekê ji min re got, em herin fîlmekî komedî temaşe bikin. Ez û ew, em bi hev re çûn sînemayê û me bi hev re li fîlmekî komediyê temaşe kir. Rabûn û rûniştina wî û heta tevgera wî her tim li gorî şoreşgeriya wî bû. Kincên li xwe dikirin û danûstandinên wî li gorî jiyana rêxistinê bû. Min tenê dizanîbû ku ji bajarê Elmanya Berlînê beşdarî nav refên tevgera ciwanan bûye û bi zimanê Elmanî jî baş dizanîbû. Lewma jî bi ciwanên Swîsreyê re yekser bi Elmanî diaxivî û bi vî rengî ew beşdarî nava xebatan dikirin. Bi zimanê Elmanî pirtûk li cem wî hebûn û dida ciwanan.
Dawiya sala 2008'an ji Swîsreyê veqetiya. Li devereke din hat wezîfedarkirin û di demeke kurt de jî dîmenên wî ji çiyayên Kurdistanê hatin. Ew êdî bûbû gerîla. Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku xwe bigihîne qadên gerîla. Di perwerdeya şervanên nû de cih girtibû û dîmenên wî hatin ber destê me. Wê demê min jî di Roj TV de dest bi çêkirina bernameya ciwan kir. Min tevahiya axaftin û dîmenên wî bi kar anîn. Di dîmen de jî sîlehek di destê wî de bû û paqij dikir. Tişta ku jê hez jî dikir ew bû. Ew êdî gihabû meqseda xwe.
Dema ku li Swîsreyê bû navê wî Çekdar bû, lê beriya wê ji Elmanya hatibû û navê Kawa bi kar anîbû. Lewma jî êdî herdû nav bi hev re bi kar anîn. Kawa Çekdar êdî bûbû gerîla. Ew dema li Ewrûpayê jî bû, ruhê wî yê gerîlatiyê hebû. Mesela, em ne wilo bûn. Me digot em li Ewrûpayê ne û divê em rehet bin. Lê ew ne bi wî rengî bû. Rehetî jê re tinebû. Wî dizanîbû ku jiyana wî li derveyî pergala kapîtalîzmê ye.
Axir. Sala 2015'an dîmenên wî ji Nisêbînê hatin. Beriya wê jî min bihîstibû ku li Bagokê ye. Wê demê li Nisêbînê pêvajoya rêveberiyên xweser dest pê kiribûn. Gef li dagirkerî û faşîzmê dixwar û digot, em ê wan li vir têk bibin. Kawa Çekdar fermandarek bû li Nisêbînê. Ew û hevreyên xwe bûn tirsa dilê dagirkeran. Ji bînbaşiyan heta generalên wan xwe li ber berxwedana wan ranegirtin. Wê berxwedanê sendroma Nisêbînê bi artêşa Tirk re çêkir. Kawa Çekdar li gorî sekin û helwêsta xwe jiya û bi wî rengî jî şehîd bû. Gulana sala 2016'an di êrişên dagirkeriyê de li Nisêbînê şehîd bû. Ji her alî ve kesayeteke mînak bû. Ciwanekî bifikirin ku li Ewrûpayê mezin bibe û berê xwe bide Kurdistanê û li wê derê jî behnê li dagirkeran biçikîne. Ew jî Kawa Çekdar bû. Silav dabe kê û bi kê re meşiyabe bandor li wan kiribû. Lewma jî wê ti carî neyê jibîrkirin û her tim mînak be.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh