Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 00:05

Beriya bi çend rojan hin ciwan li Amedê kom bûn û ragihandin ku ew ê ji niha û şûnde bi zimanê Kurdî biaxivin. Birastî jî ev daxuyaniyek sosret û ecêb bû. Gelek aliyên wê yên ecêb hene. Yanî eger hun heta niha bi Kurdî neaxivîbin ew sosret e. Wekî ku Kurdî nû derketiye û wê ji niha û şûnde bi Kurdî biaxivin hat fêmkirin. Em qala zimanekî qedîm û dîrokî dikin û niha ew ciwan radibin û dibêjin em ê bi Kurdî biaxivin. Eger ew ciwan Tirk bûna û li dijî polîtîkayên dewletê wekî nerazîbûn heman tişt kiribana tiştekî xweş bû. Lê çawa dibe ku Kurdek bêje ezê ji niha û şûnde bi zimanê xwe biaxivim. Ma gelo heta niha te çi dikir ?

Ev aliyek meselê ye. Aliyê din ê meselê jî çawa dibe ku ew ciwan bi navê Kurd û Kurdistanê diçin heta qada Şêx Seîd û polîs dengê xwe li wan nake. Eger partiyek an jî rêxistinek bi zimanê Tirkî jî li wê qadê daxuyaniyê bide tê astengkirin. Jixwe polîsên dewletê destûra wê daxuyaniyê nadin û yekser êriş dikin. Îca çawa dibe ku ew ciwan heta wê derê bê astengî çûne û destûra wan hatiye dayîn. Li vê derê mirov dikeve nava fikaran. Çawa ku dewletê ji bo xapandina Kurdan kanaleke televizyonê vekir û qaşo li zanîngeha Artûklû zimanê Kurdî heye wan dixapîne, daxuyaniya li Amedê jî xizmeta wê dike.

Dewleta Tirk çi tişta ku ne di bin kontrola wê de be mudaxele dike. Eger ew ciwanên li Amedê ne bi destûr û koordîneya dewletê be nikarin biaxivin. Ev dewlet xwe li hebûna Kurdan ranagire û wê çawa destûra xebatek ji bo zimanê Kurdî bide. Jixwe di daxuyaniya ciwanan de jî ti nerazîbûnek li dijî dewletê tineye. Yanî qala wê nakin ku vê dewletê ji bo zimanê Kurdî çiqas Kurd qetil kirine û avêtine zindanan. Eger heta hun li ser sedema qirkirin û dagirkeriyê nesekinin, hun nikarin qala hebûna xwe bikin. Divê beriya her tiştî hun li sedem û armancên dagirkeran nas bikin û bi vî rengî zanibin çawa li ber xwe bidin.

Wekî din me dît ku di çapemeniyê û medya dîjîtal de yên xwedî li wan ciwanan derketin jî peyayên dewletê bûn. Yên ku dengê xwe li dewletê nakin xwedî li wan ciwanan derketin. Eger birastî hun ji dil in û rast in divê beriya her tiştî hun dengê xwe li wê dewleta zilimkar bikin. Profîlê wan kesan û jiyana wan bi Tirkî ye, lê xwedî li sonda Kurdî derdikevin. Beriya her tiştî divê jiyana we jî bi Kurdî be. Lewma wê xelk li pratîka we û jiyana we binêre. Eger ew ciwanên li Amedê jî ji dil in, divê li dijî dagirkeriyê li kêleka berxwedêran bisekinin. Wê demê em ê fêm bikin ku derdekî wan ê Kurd û Kurdistanê heye. Eger ne xapandin û derew be bila keremkin li kêleka têkoşeran cih bigrin. Ma wê bi deh ciwanan çawa parastina zimanê Kurdî bikin ? Yê ku herî zêde parastina ziman dike dîsa jî tevgera azadiyê ya Kurdistanê ye. Di vê oxirê de jî bedelên giran dane. Kî dixwaze ji bo ziman xebatekê bike divê bi têkoşîneke hevpar bimeşe. Ev dewleta dagirker li deh ciwanan guhdarî nake û cidî nagire. Têkoşîn û xebata ji bo ziman bedelan dixwaze. Eger sonda we bi Kurdî be û jiyana we bi Tirkî be, hun nikarin qala welatparêziyê bikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.