Divê statuya Kurdî bê naskirin

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:37

OHD’ê, bi daxwaza naskirina statuya Kurdî, di 15’ê Tebaxê de kampanyayeke hiqûqnasan digire nav xwe da destpêkirin. Endamê Komîsyona Ziman a Şaxa OHD’a Amedê parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr, têkildarî kampanyayê agahî dan, da zanîn ku ji roja avakirina Tirkiyeyê heta niha ji bo bikaranîna Kurdî tu qanûn û sererastkirinên qanûnî tune ne û got:“Berevajî vê, yasayên Kurdî qedexe dikin hene. Sedema vê jî ew e ku dewlet xwe dispêre neteweya Tirk. Destûra Bingehîn a 1921’ê ku beriya avakirina netewe-dewletê hatibû derxistin de dihat gotin ku di her qada dewletê de Kurdî dikare were axaftin û dikarin sererastkirinên xwe bikin. Lê di destûrên bingehîn ên 1924, 1961 û 1984’ê de tu caran ji bo gelên herêmî û kêmaniyan ev maf nehatin dayin. Di van destûrên bingehîn de zimanê fermî, zimanê perwerdeyê tenê Tirkî hate qebûlkirin. Niha jî di madeya 42’yan de dibêje tenê dikare bi Tirkî perwerde were dayin. Her wiha di madeya 66’an de weke komên etnîkî tenê behsa Tirkan tê kirin û tu nasnameyên din ên neteweyî nayên qebûlkirin.” Gokdemîr destnîşan kir ku tenê bi guhertina destûra bingehîn re pêşiya bikaranîna Kurdî nayê vekirin û got:“Divê qanûnên li pêşiya Kurdî dibin astengî jî bên guherandin. Qanûna Herfan a 1928’an ku bikaranîna tîpên Kurdî qedexe dike, Qanûna Têkildarî Herfên Tirkî û Tetbîqkirinê ya Hejmar 1353, Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê û Qanûna Paşnavê çendek ji wan qanûnan e ku divê bên guherandin.” Di berdewamê de Gokdemîr bi bîr xist ku Tirkiyeyê di peymanên navneteweyî yên îmzekirî de şerh daniye ser xalên pêşiya bikaranîna zimanê dayikê vedikin û got:“Divê ev şerh bên rakirin. Divê Tirkiye hemû xalên şerh daniye ser betal bike û bi awayekî jidil ragihîne ku ew van xalan qebûl dike. Ev yek dê di mijara pergala hiqûqê de rê li ber guherînên girîng veke.” 

Pratîk li dijî pêvajoyê ne 

Gokdemîr, astengkirina axaftina Dayikên Aştiyê ya li komîsyonê jî bi van gotinan rexne kir:“Hem ev hem jî daxuyaniyên AKP û MHP’ê yên neyînî yên têkildarî ziman û guherandina destûra bingehîn, nîşan didin ku ji xeyala guherandina qanûnên pêwîst pir dûr in. Ev daxuyanî û pratîk, li dijî pêvajoyê ne. Astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê nîşan dide ku komîsyon li dijî armanca xwe tevdigere. Ev jî zirarê didin pêvajoyê. Kirinên wan nîşan didin ku komîsyon jidil nîne. Divê ev ziman û rewş were guherandin. Heke gel wekhevî û xwişk-biratiyê fêm bike, wê demê wê komîsyon bihêz bibe û ji bo guhertinan cisaretê bigire.” Gokdemîr, kampanyaya îmzeyan a hiqûqnasan bi daxwaza Kurdî bibe zimanê fermî daye destpêkirin bi bîr xist û got:“Armanc dikin ku Kurmanckî/Dimilî di qanûn û sererastkirinên yasayî de cih bigirin. Li dijî otoasîmîlasyonê em bang li her kesî dikin ku bi Kurdî biaxivin û j bo naskirina statuya Kurdî kampanyayan li dar bixin.” 

MA/RÛKIYE PAYÎZ ADIGUZEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.