Bi nasnameya xwe ber bi civakek demokratîk ve

Sêşem 8 Îlon 2026 - 16:00

  • Eger em dibêjin bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk re derî hatiye vekirin, divê em sînorên asoyên serkeftinê fireh bikin. Xewn û xeyalên me hene û em van xewn û xeyalan zindî bikin.

 

Avakirina civakek rêxistinkirî, dê hişmendiyeke pozîtîf derbixe holê û bibe bingeha çareseriya hemû qeyran û pirsgirêkên netew-dewletan. Bêguman, bi rêxistina civaka demokratîk wê rêya çand û hunera civakî-şoreşgerî jî vebe. Çand û huner jî wê bibe bingeha diyalektîka hişmendiya civakî.

Têgeha nû û ya herî girîng a pêvajoya avakirinê, civaka demokratîk e. Ev jî şoreşek civakî ye û di çarçoveya sosyolojiya pozîtîf de ye. Ev têgîn têgihîştinek nû ye û bingeha wê jî guhertina hişmendiyê ye. Cudahî jî ew e ku bêyî destwerdana dewletê çêbibe.

Bingeh jî komînalîzm e, ango avakirina civakek nû û di çarçoveya demokratîk de avakirina neteweyekê ye. Neteweya demokratîk jî li ser bingeha komînalîzmê ava dibe. Rêxistiniya komînal, hem meşa ber bi şoreşê ye, hem jî avakirina civakek rêxistinkirî ye.

Ev jî wê gelek derfetan bide civakê ku jiyanek azad û wekhev bihûne. Bi gotineke din; civak wê cîhana xwe, bi çand û toreyên xwe ku bi nifşan hatine bidestxistin, ava bikin. Ji bo vê jî divê hin xalên pêwist û bingehîn werin pêkanîn. Armanc jî di vî warî de hişmendiya Kurdewarî ye!…

Di salên dawî de bişaftina li ser zimanê Kurdî her ku diçe girantir dibe. Her diçe axaftina bi zimanê Kurdî kêm dibe. Ev jî bandorê li hişmendiya Kurdewariyê dike…Ji ber vê yekê, pêwistî bi vekirina saziyên Kurdî heye û divê ev sazî bi dersên Kurdî û axaftina bi zimanê Kurdî mijûl bibin. Armanc jî divê ew be ku, hişmendî û hestên Kurdewarî di nava civaka me de xurt bibin.

Siyaseta bişavtinê xetera herî dijwar e

Di salên 90’î de, çar hezar gundên Kurdistanê hatin şewitandin û valakirin. Gelê Kurd mecbûr ma koçberî metrepolên Tirkiyeyê bibe. Metrepolên Tirkiyeyê jî di encama vê pêvajoyê de veguherîn aşên hêrandinê. Bandora vê koçberiyê li ser çand û zimanê Kurdî çêbû û zerarek mezin da hişmendiya gelê Kurd.

Ne tenê koçberî, duyemîn sedem jî ew e ku di nava malbatê de axaftina bi zimanê Kurdî kêm bûye. Malbat wek ku çînekê biguhere, bi zarokên xwe yên diçin dibistanan re, bi zimanê zikmakî-Kurdî naaxivin. Ev jî di navbera kalik-bapîr û neviyan de qutbûnekê çêdike. Ev metirsiyek mezin a weke oto-asimilasyonê tê binavkirin.

Ev jî li hiş û hesabê dewletê tê û teşwîq dike. Ji bo Kurd ji çand, huner, ziman û ji kevneşopiyên xwe dûr bikevin serî li her rêbazê dide. Heta bi stranan qedexe dike, dawet, dîlan û govendên Kurdan qedexe dike. Ev siyasetek stratejîk e. Hem di aliyê burokratîk de, hem  di aliyê aborî û têkiliyên rojane de teşwîq dike.

Têkoşîna parastinê pêwist e

Eger, mirov li mala xwe, li saziyên xwe, li sûk û bazaran bi Kurdî biaxivin, em ê bikaribin rê li ber bişavtina mezin bigrin. Heta ji dewletê tê, bi riyên cûda zimanê Kurdî qedexe dike, axaftinê jî weke sûc lanse dike. Divê em vê siyaseta bişavtinê red bikin û malên xwe bikin dibistan, kolanên xwe bikin qadên ziman û li dijî asîmîlasyon û otoasimilasyonê bi riya çand û hunera xwe têbikoşin.

Divê saziyên civakî û hunermend li dijî vê siyaseta qirêj bikevin nava hewldanan. Barê mezin dikevê ser milên wan. Ew hişê şiyar yên civakê ne û bandora wan jî heye.

Dibe ku di despêkê de em zor û zehmetiyan bikişînin, lê di nava demê de û weke li cîhanê, di nava civakên bindest de hatiye dîtin, encama wê serkeftî ye. Aşitî, ne tenê meseleya stratejiya siyasî ye, meseleya mêjî, sosyolojîk û psîkolojîk e…Eger hunermend û TEV-ÇAND bi hev re di vî warî de barê dikeve ser milên me em bikin, civak wê li pey me bimeşe, hingê wê rê li ber asimilasyon û oto-asimilasyonê bê girtin.

Xurtkirina hişmendiya civakê

Eger em dibêjin bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk re derî hatiye vekirin, divê em sînorên asoyên serkeftinê fireh bikin. Xewn û xeyalên me hene û em van xewn û xeyalan zindî bikin. Ev jî bi bîr û baweriyê çêdibe. Di rastiya xwe de têkoşîn piştî wê dest pê dike. Ji vir û pê de bar dikeve ser milên me hemûyan.

Em mecbûr in li mîrateya şehîdên xwe xwedî derkevin. Êş û azarên ku bi salane hatine jiyîn bi riya stran, sînema, şano û fîgûren folklorîk bidin zindîkirin. Şehîd aîdiyeta neteweyî ne, hebûn in, nasname ne.  Xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li dîrokê, li çand û wêjeyê ye.

Mirov bingeha guhertinê ne û her dem di nava lêgerîna jiyanek azad de ye. Civaka me, ev rastî fêm kiriye û her di nava têkoşînê de ye. Rast e, li cihê ku demokrasî tune be, azadî jî  maf jî tune ne. Lê demokrasî jî maf jî nirxên gerdûnî ne. Mixabin civakên Rojhilata Navîn bi hezaran sal in, bi hesreta demokrasiyê dijîn. Ev hesret di warê mafan de jî heye.

Weke her civakê, ew jî xwedî maf in ku azad û di pergala demokratîk de bijîn. Ji bo vê jî têdikoşin û berdêlên giran jî didin. Dema ku ev civak, nirxên xwe yên komînal bi rêgezên demokrasiyê re bikin yek, ew ê serkeftinê bidest bixin û jiyana azad ava bikin. Ji bo vê jî, divê em pêşî ji xwe dest pê bikin û bibin parçeyek ji civakê.

Pêşxistina hunera demokratîk

Bêguman destnîşankirina îradeyê, dikare di gelek aliyan de çêbibe. Lê di vî warî de rola hunermendên me zêde ye û giring e. Hunermend dikarin bibin stûnên bingehîn. Ev jî bi pêşxistin û pratîzekirina hunera demokratîk û azad pêkan e. Potansiyela hunermendên Kurd heye û dikarin bi vê potansiyalê civakê bixin nava liv û tevgerê.

Avakirinên platformên hunerî yên hevpar, ji bo hemû gelan û hemû beşên demokratîk li Tirkiyeyê û derveyî welêt giring in û dikarin bibin sîwana konfederalî.

Bi salane di qada TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn de zanîn û ezmûneke pir mezin hatiye tomarkirin. Ev qad ji her demê bêhtir bi xwe bawer e. Yek ji bersivên herî watedar ên ji bo banga Rêber Apo ew e ku qada hunerê tevgerek stratejîk bike ye.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bi armanca têkoşîna civakan hatiye destpêkirin. Dewlet jî mecbûr kiriye ku gavan biavêje, lê barê esasî dikeve ser milê civakan. Ango têkoşîna demokrasî, avakirina civaka demokratîk, wê li Rojhilata Navîn teva bibe bingeha şoreşeke mezin a çandî.

Şoreşên li cîhanê jî nîşanê me dane ku lêgerîn her dem di çarçoveya pêdiviyên civakî de derketine holê û dema civak rabûne ser piyan jî şoreş teqez bûne.

Di şoreşa demokratîk de, em wek jin û tevahiya ciwanan, li qad û taxan bi rengên xwe malên hunerî, pîşeyî û komînal ava bikin. Di hundirê komînên xwe de, ji hêla naverokê de jî estetîka şoreşa çand û hunerê navendên xwe bikin cihên balkêş û mînak werin nîşandan. Ev rêxistinî wê bibe bingeha civaka rêxistinkirî. Civaka rêxistinkirî jî misogeriya civaka demokratîk e.

Civaka demokratîk jî tê wateya şoreşa civakî. Di civaka demokratîk de çand heye, huner heye û em hene. Niha dem dema nîşandana vê îradeyê ne.

 

ÇAVKANÎ : NEWAYA JIN / AZÊ BOTAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.