Korsîka û serxwebûna Amerîkayê

Sêşem 22 Îlon 2026 - 22:01

  • Bi munasebeta salvegera 250'emîn ya Serxwebûna DYA'yê de, kovara SmithsonianMagazine derbarê rola giring a generalê korsîkayî Pasquale Paoli de lêkolîneke berfirehbelav kiribû. Li gorî gotarê, beriya Şoreşa Amerîkayê, girava biçûk destûreke nûjennivîsîye, mafê dengdanê daye jinan û bûye sembola têkoşîna li dijî împeratoriyan.

Di sala 1755'an de, dema ku aloziyên li koloniyên Amerîkayê zêde dibûn, li giraveke Derya Spî ku bi hezaran km. dûrî Amerîkayê ye, bûyereke dîrokî pêk hat. Gelê Korsîkayê piştî 500 sal serdestiya Komara Cenovayê serxwebûna xwe ragihand. Ev tecrûbeya serxwebûnê ya dibin rêberiya General Pasquale Paoli de, di nav şoreşgerên amerîkî de bû sedema kelecanekemezin.

Kovara navdar a amerîkî Smithsonian Magazine, di gotareke xwe ya taybet de bal kişand ser rola Paoli û dîroka Korsîkayê ya ku di avabûna fikra azadiya Amerîkayê de bûye xwedîbandoreke mezin.

Pasquale Paoli di sala 1755'an de bû rêberê Korsîkayê û destûreke nûjen ku yek ji yekemîndestûrên nivîskî yên cîhanê tê qebûlkirin, xiste meriyetê. Ev destûr li ser bingeha veqetandinaerkên di qadên cuda yên rêveberîyê û qanûnçêkerîyê hatîbû amadekirin.

Tiştê ku herî zêde cîhan şaş kir ew bû ku hemû welatiyên mêr ên li ser temenê 25'an xwedîmafên dengdanê bû. Di mafê dengdanê de pîvana hebûna milkan hatibû betalkirin. Heta jinênnezewicîbûn ên di ser temenê 25'an re bûbûn xwedî mafên dengdanê. Dîrokzan MarcandriaPeraut ji Zanîngeha Korsîkayê diyar dike ku şoreşgerên amerîkî Paoli wekî “masiyekî biçûk ê ku li dijî împeratoriyeke mezin şer dike” hatîye pênasekirin.

Paoli û rojnameyên Amerîkayê

Nivîskarê skotlandî James Boswell di sala 1765'an de çû giravê û pişt re pirtûka xwe ya “An Account of Corsica” belav kir. Ev pirtûk li Amerîkayê bû pirtûka herî zêde hat xwendin. Disala 1767'an de rojnameya New York Journal Paoli wekî “mirovê herî mezin ê ser rûyê erdê” pênase kir.

Bandora Paoli ewqas mezin bû ku serokê navdar ê amerîkî John Hancock navê keştiya xwekir Paoli. Damezrînerê Amerîkayê Benjamin Franklin pesnê berxwedana Korsîkayê da û disala 1775'an de Alexander Hamilton û xwendakarên Zanîngeha Columbia komela xwe ya leşkerî wekî “Korsîkayî” (The Corsicans) bi nav kirin. Her wiha gelek bajaran li Amerîkayênavê Paoli girtin.

Nexşeya sala 1700'î ya bakurê Îtalyayê. Korsîka di bin kontrola Cenovayê de ye.

Mîrateya fikrî

Her çend di sala 1769'an de piştî êrîşa Fransa û Şerê Ponte Novuyê serxwebûna Korsîkayê bidawî bûbe jî, bandora wê ya li ser Destûra Amerîkayê ya sala 1787'an nayê redkirin. Dîrokzandestnîşan dikin ku ti belgeyek tune ye ku nîşan bide Thomas Jefferson an James Madison rasterast Destûra Korsîkayê kopî kirine, lê belê her du model jî li ser heman prensîbên demaRonahîbûnê hatine avakirin.

Di sala 2025'an de, nûnerên bajarê Paoli yê Eyaleta Pennsylvania ya DYA'yê çûn serdanagundê Morosagliayê ku cihê jidayikbûna Paoli ye. Rêberekî civaka sivîl ê amerîkî Edward Auble li wir ragihand ku ji bo wan “navê Paoli sembola demokrasiyê bixwe ye.” BERWAR NEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.