Dîjîtalbûn û hişê çêkirî

Duşem 19 Cotmeh 2026 - 15:30

  • Alîkarê Wezîrê Sîyaseta Ziman ê Hikûmeta Baskê Aitor Aldasoro Iturbe derbarê Federasyona Navneteweyî ya Zimanên di Pêvajoya Vejînê de nêrînên xwe yên stratejîk parve kirin. Aldasoro Iturbe destnîşan kir ku vejîna ziman tenê bi sîyaseta fermî nabe; divê perwerde, aborî, çand û amûrên teknolojiyê bi hev re bixebitin.

 

Yek ji xalên herî balkêş ên ku Aldasoro Iturbe bal dikişîne serê, guherîna qada têkoşîna zimanî ye. Di nava salan de wan li Welatê Baskê pergala hînkirina kesên gihîştî, parastina mafên zimanî di sazîyan de û bernameyên ji bo cîhana kar pêş xistine. Lê belê metirsîya herî mezin a serdemê teknolojî ye. Aldasoro Iturbe hişyarîyê li ser xetereya teknolojîya nû û sedsala dîjîtal dide û wiha dibêje: Îro em rûbirûyî astengîyeke mezin in: Dîjîtalbûn, hişê çêkirî (AI) û serdema teknolojîya ziman. Eger zimanek di teknolojiyên nû de tune be, ji bo nifşên nû wê zehmetir bibe ku wî zimanî di jiyana xwe ya rojane ya dîjîtal de bi kar bînin. Ji ber vê yekê, divê hevkarîya di navbera zimanên hatine marjînalkirin de di asta teknolojîyê de jî pêk were.

Aldasoro Iturbe destnîşan dike ku Hukumeta Baskê niha li ser beşdarkirina baskî di bernameyên nasîna deng, veguhestina nivîsê, chatbot û serastkerên dîjîtal de dixebite û ji bo vê yekê komkirina daneyan di navenda stratejîya wan de ye.

Em jî ji Kurdistanê fêr dibin

Di dawîya axaftina xwe de, Aldasoro Iturbe destnîşan kir ku federasyon ne tenê cihê fêrkirinê ye, di heman demê de cihê fêrbûnê ye jî. Wî derbarê piştgiriya ji bo zimanên din û kurdî û fêrbûna hev du de ev gotin kir: Yek ji armancên federasyonê parvekirina zanînê ye ango fêrbûna ji hev e. Gelek tişt hene ku em jî ji Kurdistan, Welatê Galê, Katalonya, Korsîka û civakên din ên zimanî fêr bibin. Ev yek alîyê herî xurt a vê torê ye. ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.