Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê

Pêncşem 8 Cotmeh 2026 - 16:30

  • Komploya 9'ê Cotmehê ku bi tifaqa gelek welatan pêk hat, armanc dikir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îradeya gelê Kurd dîl bigire. Lê belê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vê xefikê, di nav mercên giran ên Îmraliyê de felsefeya berxwedanê veguhest qada lêgerîna heqîqetê û rêya lihevkirina demokratîk û aştiyê nîşan da.

 

Dîrok bi hezaran şêweyên şikandina îradeyê û îşkenceyê tije ye û li hember van hewldanên ala têkoşînê jî qet daneket. Li hemberî îşkenceyê parastina rûmetê, serî hildan, ser dayîn û sir nedayîn, bû çandek berxwedanê û şêwazek mirovbûnê. Pêşeng û zanayên ku bi têkoşîna mohra xwe li dîrokê xistine; li hemberî ji holê rakirinê, têkbirina îradeyê, şewitandin, xaçkirin, çarmixkirin, çermkirin, neçarhiştina vexwarinê jehrê û her cure zilma mirovahiyê teslîm nebûn û li hemberî tunehesibandin, tunekirinê dev ji têkoşînê bernedan û ala rûmetê her bilind kirin.

Rengê berxwedanê carna bi serhildanê, carna têkoşîneke demdirêj carna bi qîrîna bi dengekî bilind, carna bedena xwe kirina çek, carna bi pênûsê an jî stirîna stranekê derket holê. Berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku zêdetirî 28 sal in li Girava Îmraliyê bêyî navber, kêlî bi kêlî didome, xwedî taybetmendiyeke cuda ye û bi ser mîrateya berxwedanên mezin ên dîrokî û pêdiviyên hemdemî bilind dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şexsê xwe de têkoşîna gelan a azadiyê, îradeya jinê ya ku tune tê hesibandin temsîl dike û armanca vê têkoşînê him bersivdana van polîtîkayan him jî valaderxistina komplogeran bûye. Abdullah Ocalan diyar dike ku çawa pêşeng û zanayên mezin ên dîrokê bi evîna heqîqetê şewitîn û derdora xwe ronî kirin, ew jî bi vê hişmendiyê û bi hezkirina zanistê li ber xwe dide. Di parazname, gotar, name û hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re xema sereke ronîkirina heqîqetê û nîşandana rêya çareseriyê bûye.

Destpêkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an gava destpêkê ya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn bû. Ji Îsraîlê heta Rûsyayê, ji DYA'yê heta Yewnanistanê, ji Misirê heta Ingilîstanê û Afrîkayê gelek welat tevlî vê komployê bûn. Armanc ew bû ku bi dîlgirtina Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hêrs bikin da ku şer mezin bibe, dewleta Tirk vê yekê bike hinceta komkujiyan û şerekî ku di navbêna hemû Rojhilata Navîn de belav dibe, bide destpêkirin.

Sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi taybetî hat avakirin da ku di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Kurd, jinên azadîxwaz û gelên Rojhilata Navîn dîl bigire. Abdullah Ocalan zêdetirî 28 sal in di bin vê sîstema tecrîd û îşkenceyê de kêlî bi kêlî, gav bi gav li ber xwe dide û têkoşîna azadiyê li pêş dixe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin şert û mercên giran hewl da komploya li hemberî xwe hatiye pêkanîn pûç bike, bêwate bike, têkoşîna gelan ji dîrokê heya îro hatiye bi rêbaz û têgihiştina pêdiviyên hemdemî bigihîne encamê têdikoşe. Yekemîn paraznameya Abdullah Ocalan a di rûniştina doza Îmraliyê de amade kiribû, “Manîfestoya Demokrasî û Aştiyê” bû ku di Hezîrana 1999'an de temam kir. Di bin siya heqaretên faşîstan de, dema bi cezayê darvekirinê dihat darizandin û di hucreya cam de anîn salona dadgehê, wî banga aştî û avakirina Komara Demokratîk kir. Vê parastin û bangê, civak û raya giştî matmayî hişt û planên hêzên navneteweyî yên ji bo gurkirina şerê herêmî xera kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di notên hevdîtinên xwe de pêvajo û armanca nivîsandina vê parêznameyê bi van gotinan tîne ziman: “Daktîloyek nedan min. Min parêznameya xwe ya ji 90 rûpelan pêk tê qedand. Ez naxwazim zêde dirêj bikim. Min ji bo çareseriya demokratîk parastineke baş amade kir. Ez ê îddayên di îddianameyê de yek bi yek bersiv nedim. Ez bi lez xebitîm, ez hinekî westiyayî bûm. Li gorî rêzika her şerekî ku aştiya xwe heye, armanca min a sereke ya parastinê lêgerîna çareseriyeke maqûl bû. Dema min parastina xwe ya yekem li İmraliyê pêş xist, min dahûrîna xitimandina pirsgirêka Kurd esas girt. Rastî ev bû; eşkere bû ku heta tarîtiya di rastiya Kurd de neyê ronîkirin, rastiya parastina min jî wê watedar nebe. Piştî ku her tişt ji bo aştî û çareseriyê hat ceribandin, êdî dema lêkolîna sedemên dîrokî, civakî yên ku bûn sedema vê tarîtiyê hatibû. Yekemîn parastina min a li dadgehê daxwazeke nerm a ji bo aştiyê bû. Parêznameya min a ewil hem parêznameya min a Îmraliyê hem jî parêznameya min a herî nerm bû. Min ev yek anî ziman û ji dadger re xwend. Min komara Demokratîk nirxand û ji dadger re vegot. Min got; divê lihevkirineke demokratîk hebe. Min diyar kir ku çareseriya serdema me lihevkirina demokratîk e û eger ev yek neyê fêhmkirin dê pirsgirêk çareser nebe. Lê wan fêhm nekir; wan weke ku dixwestin fêm bikin şîrove kirin.”

Parêznameyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li İmraliyê nivîsandin, weke zengilên ku hevdu temam dikin zêde bûn û derbasbûna demê re kûr û berfirehtir bûn.

AW / FIRAT TÛNÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.