
- Rê çiyê? Ji bonî çi heye? Berê rê li ku ye? Çawa diqede, ma rê diqêde? Rê çawa rêbazê, rêbazan diafirîne, pê re Rêber?
FERATÊ DENGIZÎ
Mirov bi qasî ku bîrbir bûye, armancek xistiye pêşiya xwe, kes an jî civakên bêarmanc tunene, bêarmancî tuneyî ye. Jiyan li ser armanc û watedayinê saz bûye. Îca ku armanc hebe divê mirov an jî civak xwe bigihînin wê armancê. A va xwesteke xwegihandina armancê rê diafirîne û Rêber jî. Hilbet rêbaza vê lêgerînê jî heye. Belê; rê, Rêber, rêbaz! Rê xwegihandin ango armanca jiyan û hebûnê.
Dixwazim ji jiyanê du mînakan bidim;
Yek: Ku li bejahiyê dimeşim, şivarek bala min dikişîne. Şiv, pê re Şiv-van-Şivan û Şivanrêk-Şivarêk… Belê armanca Şivan (Rêber) berê pez-col bi şiva xwe bide warekî, warê çêrê. Îca bi çûnûhatina zêde ew rê bi rêbeza Şivan ango Rêber aşkere dibe ku yên bixwazin berê didin wê rêyê. Êdî tê zanîn ku ew rê berê pez-col dide, amancê, warê çêrê… Şivarêk e.
Baş e. Li vira armanca Şivan têrkirina colê pez e û vê pêk tîne û pê re rêyekê ava dike.
Dudo: Morî-Mûristan li xwarinê digerin, armanc peydakirina qût e, xwarin e, êm e… Warekî-cîhekî dike armanc û berê xwe didiyê, bi çûnûhatina wê; hilbet tiştek peyda kiriye, îca rêyek dertê, axa sor dertê. Navê wê rêka mûristanê ye. Çûnhatin zêde, candar û qerebalix e. Karê mûristanê pir e û erdê sor dike ji çûnhatina wê/wan. Êdî qût peyda dike û ser qula xwe jî bi kayê dadigire. Rêberê ku rê şanî daye heye, rêbazek jî peyda kiriye û di xebatê de xwarin peyda dibe.
Xweza hînker e, mirov hînî debara jiyanê dike. Îca em Kurd wek civakî her azadiyê ji xwe re dikin armanc. Her Rêberên me dertên rê û rêbazekê bikar tînin. Ev lêgerîna me ya dused-sêsed salên dawîn gelek Rê, Rêbaz û Rêber derxistine holê, derxistine pêşiya me. Hilbet şivarêk jî hene û rêya mûristanê jî…
Hilbet erdnîgarî, stratejiyê û pê re rêber, rêbazê diafirînin ku bê rê nabe! Ku rê ne li gorî armancê be dibe bêrêtî, kes û civak vê rewşê diherimînin û şermezar dikin, wek qirêtiyekê bi nav dikin. Ev pêncî-şêst salên dawî ne, nexasim li Bakurê Kurdistanê, li bakurê welêt rê, rêbaz û Rêberekî me Kurdan hêja û bi xîret derkertiye holê ji bonî armanca azadiyê, azadiya Kurdistanê. Em qala Rêzdar Rêber Ocalan dikin. Di van salan de gelek şoreş pêk hatin, bi ya min şoreşa mezin şoreşa hişmendiyê-zihniyetê ye ku civaka Kurd xweş pê polîtîze bûye ligel berdêlên giran. Êdî Kurd ne yê berê ne û zû bû zû naxapin. Têkoşîna bir ramana rêzdar Ocalan a bi rêbaz û rêya wî berê mirov bi hêviyek mezin dide heqîqetê, ji rastiya jiyanê ne dûr e. Dîsa şoreşa bêhempa şoreşa jinê ye ku civak veguherandiye civakekek azad, demokat, heqnas û heqîqetê, rêxistin, sazî û dezgehên me Kurdan êdî mînak in ji gelek gel û civakan re. Ligel zêdebûna neyeran… Hilbet kêmasî hene ku ev jî diyalektîka jiyanê ye û li hember van kêmasiyan têkoşîn, xwerexnekirin, xwerastkirin jî jêneger e. Divê em li ser şaşî û xeletiyên xwe, li ser kêmasiyên xwe bisekinin, xwe rast bikin! Li çar hêlên welêt û li gelek hêlên welêt û cîhanê êdî karwanekî azadiyê yên Kurdan û gelên jiyana hevpar heye. Ev xweşik î û dilhebûna rê û rêbaza Rêberê me ye!
Ê ev rê ne rêya gul û gulistanî ya li ser bingeha xewn û xeyalên xapînok e. Ev rê li ser rasteqîna jiyane, evînê, hebûnê û heqîqetê ava bûye, ne li ser înkarê; dijber înkarê… Loma xebatê dixwaze, duristî û binamûsbûnê dixwaze, zanebûnê-zanistê dixwaze, fedakariyê dixwaze, kedê diparêze ne kedxwariyê, zehmeta mezin ew e ku rêxistinê- rêxistinbûnê dixwaze ku “ne kesî dixapîne, ne dixape û ne xwe dixapîne.” Ked û civakê ji xwe re dike bingeh sosyalîst-civakhez û demokrat e. Hebikî romantîk û evîndar e jî ha! Ji bonê vê jî şiyariyê dixwaze ku rê nede keftar û roviyan. Dizane ku li malê bi rûniştinê û bi tesbîta îdeolojî û stratejiyan şoreş pêk nayê, veguherandin dernakeve holê. Pratîk-jiyan û berxwedan heqîqetê radixin ber çavan, ev rêya Mazlûm û Egîdan û hevrêyên wan, hevalên wan e ku bi rih û can tê avakirin-parastin-meşandin. Divê em xwe bikin porê veçirî, dizanibin bidoşin û pê re pê re bicoş in, bila her sibeh çawa ku çavên mirov li yarê digere li heqîqeta vê rêyê jî bigere, lêgerîn be, ne sekan. Ma ne em dizanin ku hinek heqîqetê dijîn û divê em hinek jî vê heqîqet û evînê binivîsin. Ma ne Rêberê me dibêje, “jiyan, dîrok kêliya ku tu tê de dijî ye”. Em xebatkarên biaql bin ku dîrok û jiyan nebêje “çena aqil bi wan re, çena aqil di serê wan de tunebû” em vê hişmendiyê têk bibin. Em hevdu biniqurçînin, bila em bi çarpêke-çapîka bimeşin jî dizanibin xatir jî bixwazin û xatiran jî biafirînin.
Rê girîng e; Rê çiqasî girîng be Rêber û Rêbaz jî ewqasî girîng e! Em heyran û şopdarên vê rêya xweş î xweşik a evîn û heqîqetê ne ku neyar jî tîne ser rê, ser rêya rast… Rêya bi hevraz, bi strî û dirî, rêya tev asteng!
Lê em têkoşer in. En Apocî ne!















