Zarok û neteweperwerî

Nûçeyên Forum

Pêncşem 10 Îlon 2026 - 09:00

  • Zarok dema çavên xwe li dinyayê vedikin, pêşî malbata xwe nas dikin. Di nav malbata xwe de bo jiyanê perwerde dibin. Tiştên ku bi mirovahiyê ve têkîldar; fêrî tiştên sereke yên weke hezkirin, dilrehmî, baş û nebaş, qencî û xerabiyê dibin. Pêşî bi malbata xwe re paşê jî bi mirovên der û dora xwe têkilî datînin, wan nas dikin û bi vî awayî jî di nava cikavê de sosyal dibin.

 

MEM BAWER

Bi vî awayî ji der û dora xwe haydar dibin zarok. Pêşî xwezaya xwe nas dikin û tiştên balkêş yên di nav xwezayê de bala wan dikişînin. Bi taybetî jî ajal ji wan re gelekî balkêş tên û dixwazin her weha bi wan re jî hevaltiyê bikin. Lê di vir de divê em vê yekê jî bibêjin, çawa ku di nava xwezayê de her nebat bişibe avhewaya xwezaya xwe û rehê xwe di wê axê de şîn bike, mirov jî wisa ne. Dema di nava xwezaya xwe de dijîn hêdî hêdî dişibin xwezaya ku lê dijîn û bi xwezayê re hebûneke hevpar ava dikin. Ji ber vê yekê dema em zarokan perwerde bikin divê em wan ji xwezayê dûr nexînin.

Her wekî din di perwerdeya zarokan de tiştê herî girîng çand û foklor e. Zarok divê di nava civakê de bi çand û folklora xwe perwerde bibin. Ji bo ku di siberojê de weke takekesek bi civaka xwe re, bi neteweyê xwe re têkilî deyne û ji wan hez bike, hewcedarî bi vê yekê heye. Zarok dema ku bi çand û folklora xwe û bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bû divê em ji hêza helbestê jî sûd werbigirin. Ji ber ku di çand û folklora kurdan de bi taybetî argumanên ku bi perwerdeya zarokan re têkildar in piraniya wan li ser formên helbestê hatine avakirin. Hebe qe nebe di nava çîrokekê de jî ilim hevokek bi forma helbestê derdikeve pêşberî me. Jixwe tiştê ku çîrokê xweş dike û bala zarokan dikişîne jî ev tişt in. Ji ber ku helbest bi ahengekê tê vegotin û li ser formên serwayê tê sazkirin ev jî dike ku zarok wê zû ji ber bikin û her dem di bîra wan de bimîne. Mînak di çîroka herî navdar ya folklorîk Şengê Pengê de her gav piştî ku bûyer tê vegotin ev rêzikên jêrîn tên dubarekirin;

“Şenga min, Penga min,

Dayik çûye zazanan,

Xwariye pelê kizwanan,

Şîr ketiye guhanan,

Zû derî vekin,

Dayik hatiye danan.”

Ev hevokên jorîn ji ber ku bi forma helbestê hatiye vegotin, vê jî kiriye ku ev çîrok her dem bala zarokan bikişîne û her dem di bîra wan de bimîne.

Her wekî din helbestên folklorîk ên weke lorîk, zûgotinok, mamik (tiştonek) û qewlerk (manî) li ser qalibên helbestê saz bûne. Zarok bi çavê lîstikê li van tiştan dinêrin. Di perwerdeya zarokan de ev argumanên folklorîk jî gelekî bi kêrî dê, bav û mamosteyan dê bên. Helbet ev yek têrî zarokan nake. Beriya her tiştî divê em axa wan, xwezaya wan, welatê wan bi wan bidin hezkirin. Zarokê ku ji van tiştan hez neke dê di siberojê de, bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyive jî eger ku hezkirina welat di dilê wê/wî de tune be, dê perwerdeya ku em didin xav û pûç bimîne. Zarok divê beriya her tiştî, nebatên ku li ser axa welatê wê/wî şîn dibe binase û bi wan re jî têkiliyeke xwezayî deyne. Zimanê xwezayê di heman demê de formên wî zimanî jî ava dikin. Ji ber ku dema ziman di nava xwezaya mirovan de hatiye afirandin û her tiştên ku di nava xwezaya xwe de bi nav kirine û ji wî tiştî re navek dîtine, vê yekê di navbera wê peyvê û xwezayê de têkiliyeke xurt ava kiriye. Zarok divê ajalên ku di erdnîgariya welatê xwe de dijîn jî nas bikin, ev yek dê bike ku di siberojê de di navbera wan û dîrokê de têkiliyek çêbibe. Ji ber ku her ajal di nav xwezayê de weke semboleke sereke di nava jiyana mirovan de cî girtine û mirovên berê van ajalan weke wêne li ser dîwarên sikeftan neqişandine, carinan weke semboleke pîroz bikar anîne. Carinan jî weke şiklekî folklorîk di ala an jî cilûbergên xwe de bi kar anîne. Ev jî di çand û xwezaya wî welatî de bûye dîrokeke kevnare.

Her netewe xwedî destaneke xwe ya millî ye. Destana kurdan ya sereke jî destana Memê Alan e. Divê em vê destanê li gorî zarokan ji nû ve bi awayekî modern li ser motîfên wê yên folklorîk saz bikin û bi zarokan bidin hezkirin. Her wekî din çanda dengbêjîyê reng û dengê zimanê kurdî ye. Divê ev çand her gav zindî bimîne û li navenda malên çandê bi nifşê nû gerek em wê jî bidin hezkirin. Ji ber ku dengbêjî di heman demê de dîroka kurdan, çand û folkora wan ya kevnar û gelek peyv û sentaksên zimanî yên dem û dewrên berê di nava xwe de dihewîne.

Helbet di vir de divê em muzîkê jî ji bîr nekin. Ji bo zarokan li ser her mijarê divê stranên modern jî bên çêkirin û bi muzîkeke xweş divê zarok van stranan ji ber bikin. Hin ji van stranan weke lîstikên tiliyan jî em dikarin saz bikin. Lêbelê beriya her tiştî asîmalasyonek li ser vî zimanî heye û her sal xerabtir dibe. Divê em bêhtir qîmetê bidin zimanê xwe û bi zarokên xwe re bi zimanê bav û kalan bipeyivin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.