
- Ciwan bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Sedem pergala sed salan e. Ev yek bi pergalê ve girêdayî ye, ji ber ku pergal wekhev û demokratîk nîne.
SEHER YILDIRIM
Ya êrênî jî têkoşîna 50 salan e ku ciwan polîtîk kiriye. Lê piraniya ciwanan xwe azad nabînin û mafdar in. Dîsa sedema vê yekê pergala li ser ciwanan hatiye ferzkirin e. Pergal ji ciwanên bi rêxistinkirî ditirse û naxwaze ciwan xwedî hişmendiyeke zanistê be. Ji ber ku pergal demokratîk nîne, zanistiyê jî naxwaze û bi tevahî hêza xwe li hemberî ciwanan bi kar tîne. Li hemberî wan astengiyan derdixe. Ciwanan kaş dike nava madeyên hişbirê. Ji ber ku pergal dixwaza ciwan bi rêya hişbirê ji hebûna xwe dûr bikevin.
Lê belê rêyên dûrketina ji madeyên hişbirê jî hene. Ciwan dikarin xwe bi rêya rêxistinkirinê ji van madeyên hişbirê dûr bixin. Pêdivî bi perwerdeyê heye. Jixwe piraniya ciwanan bê kar û bar in, ji ber ku ciwan ji hilberînê û hişmendiya zanist dûr dimînin.Derûniya wan xera dibe û bi pirsgirêkên cûr be cûr re rû bi rû dimînin. Jixwe piraniya wan ciwanan zanîngeh jî xwendine lê nikarin bibin xwedî kar. Ji ber ev pergal derfetê nadin ciwanan loma ciwan nikarin pîşeya xwe bi kar bînin û bi hişmendiya xwe, xwe bixebitin. Loma jî bêkarî gihiştiye asteke pir bilind ku aborî jî her tim di xizmeta şerê taybet de bûn.
Ji ber polîtîkayên pergala serdest, ciwan xwe xwedî berpirsiyariyekê nabînin û berê xwe didin madeyên hişbirê. Jixwe pergal jî ciwanên nafikirin, dixwaze. Mixabin temenê bikaranîna hişbirê daketiye heta 10-12 salî. Zayend ferq nake. Jin û mêr her du zayend jî madeya hişbirê bi kar tînin. Dema wiha dibe jî xwe bê wesf û bê wate dibînin. Loma jî berî her tiştî pêdiviya wan ciwanan bi kar û barekî mirovahîyê û perwerdeyek piralî heye. Ku karibin jiyana xwe hinekî azad û bi hêsanî bijîn.
Ciwan neynika civakê ne. Azadî jî li vir gelekî girîng e. Ger ciwan li welatekî azad nejîn ew welat rabirdûya xwe û dahatûya xwe jî winda dike.
Ji ber ku ciwan bîr û dahatûya gelan in. Pêdiviya ciwanan bi azadiyek ku bi aborî û çanda xwe azad bijî heye. Baweriya ciwanan bi pergalê nayê ji ber ku her tiştê pergalê li ser çîna serdest e. Ev nêzîkatiya li ser ciwanan hatiye ferzkirini nayê pejirandin û lazim e neyê pejirandin jî.
Ji perwerdeyê heta aboriyê tu garantiya ciwanan tune ye. Ji ber vê pergala neyînî ya dewletê saz kiriye. Lê belê lazim e berî her tiştî dewlet xwe demokratîk bike û pergala demokratîk damezrîne. Lê alternatîfeke ciwanan a bi rêkû pêk ya din jî heye. Ciwanên ku wateya têkoşîna 50 salan fam kirine û polîtîk in zû bi zû nakevin nava lîstikên vê pergalê. Pergal nikara li wan bandorê bike. Wan ciwanan xwe ji pergalê rizgar kirine û civakê li ser piyan dihêle. Lê pergal li ku derê tekoşîn û pêşketinên bilind dibîne, li wir tevahî hêza xwe dixe meriyetê. Hêza şerê taybet piralî, pircûre ye û gelek amûran bi kar tîne. Hêzên şerê taybet bi tevahî hêza xwe li wir derdikeve pêşberî ciwanan. Bes armanca pergalê ya bingehîn ew e ku ciwan ciwan bi siyasetê re têkiliya xwe daneynin. Pergal dixwaze ciwan ji siyasetê qut bibe. Lê belê rastî dîgihîje armanc û heqîqeta xwe, kes nikare rastîyê vala derxe û ciwanan di tarîtiyê de bihêle. Lê belê li hember vê pergala xeter hinek zêdetirîn lazim e têkoşîna demokrasiyê bikeve meriyetê.







