Li Rojhilata Navîn reqebeta Çîn û Amerîkayê

Nûçeyên Forum —

Duşem 23 Mijdar 2026 - 09:00

  • Reqabeta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê de, bê guman, dînamîka herî girîng û diyarker a sedsala 21'ê ye. Her çend qada sereke ya vê reqabetê bi gelemperî li asêmanên Asya-Pasîfîkê û deryayên başûrê rojhilatê Asyayê were dîtin jî, Rojhilata Navîn ji ber xezîneyên enerjiyê, xetên bazirganiyê yên stratejîk û giraniya xwe ya jeopolîtîk, bûye qadeke sereke ya vê şerê serdestiyê.

MEHMET ŞAHÎN

Stratejî, armanc û rêbazên her du hêzên hegemon ên li Rojhilata Navîn mirov dikare bi vî rengî binirxîne.

Ber bi Kêmkirina Barê û Parastina Hevsengiyê ve

Sedsalekê, Amerîka li ser bingeha Pax Americana bi awayekî rasterast û bi hêza leşkerî ya xwe ya qayim serdestê Rojhilata Navîn bû. Lê, di nîzama nû ya pirserîbûna cîhanê de, stratejiya Amerîkayê guheriye.

Ji bo Washingtonê, gefa herî mezin a demdirêj Çîn e. Ji bo vê yekê, Amerîka hewl dide ku giraniya hêza xwe ya leşkerî ji Rojhilata Navîn vekişîne û bide ser Asya-Pasîfîkê. Ji bo Amerîkayê navenda stratejîk êdî ne Rojhilata Navîn e Asya-Pasîfîk e . Lê, wekî ku di bûyerên dawî de jî xuya dike, Amerîka nikare bi tevahî ji herêmê qut bibe.

Amerîka êdî şerên mezin ên rûbirûbûnê nake, li şûna wê, bi rêya avakirina "hevalbendiyên herêmî" (mînak peymanên normalîzasyonê yên di navbera Îsraîl û welatên Ereb de, tifaqa Tirkiyê Pakîstan û Erebistana Siûdî yê Meke) hewl dide ku sitemeke ewlehiyê ya ku li dijî Îranê û bi bandora Amerîkayê ve girêdayî ye ava bike. Dixwaze bi van blokên ewlehiyê yên nû parastina hevalbendên xwe yên kevn bike.

Amerîka dixwaze piştrast bike ku çavkaniyên enerjiyê û xetên bazirganiyê nekevin bin kontrola yekane ya hevrikên wê Çîn an Rûsyayê. Ji bo ewlehiya Xetên Enerjiyê û Dîplomasiya Aborî yê xebateke cuda dide meşandin. Projeyên wekî Korîdora Aborî ya Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê (IMEC) hewldaneke stratejîk a Amerîka û hevvalbendên wê di vê çarcoveyê de ji bo şikandina bandora Çînê ne.

 Aboriya pêşîn, dîplomasiya nerm

Pêjgeha Çînê li Rojhilata Navîn bi temamî ji ya Amerîkayê cûda ye. Pekîn xwe ji şerên leşkerî û destwerdanên rasterast dûr digire û bi rêbazên jeo-aborî dikeve herêmê.

Çîn ji bo dabînkirina enerjiya xwe (petrol û xaz) giraniyeke mezin dide herêmê. Bi rêya veberhênanên mezin di bendergeh, xetên trenê û binesaziyê de, welatên Rojhilata Navîn girêdayî aboriya xwe dike. Ji bo vê yekê projeyên weke “Binesaziya Gerdûnî, Kember û Rê" derdixe pêş.

Berevajî Amerîkayê ku bi gelemperî aliyekî digire, Çîn bi hemû hêzên herêmî (Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî, Îsraîl û hwd) re têkiliyên aborî û siyasî diparêze. Dîplomasiya bêalî û rola navbeynkariyê dilîze. Mînaka herî berbiçav, lihevhatina di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ya ku di bin navbeynkariya Çînê de li Pekînê pêk hat, nîşan da ku Çîn êdî dixwaze di qada dîplomatîk de jî wekî hêzeke gerdûnî tevbigere.

Çîn bi rêya firotina teknolojiyên pêşketî, yên wekî sîstemên sîber, 5G bi rêya şîrketên mîna Huawei û balafirên bêmirov SIHA/Drone bêyî ku şertên siyasî an mafên mirovan bixe pêş, bandora xwe ya di warê ewlehiyê de li herêmê berfireh dike.

Xalên di navbera Amerîka û Çînê de

Xala yekemîn şerê hegemonyaya Darayî ya di navbera Dolar û Yuan de ye. Amerîka hewl dide ku pergala darayî ya cîhanê li ser dolarê bihêle. Lê Çîn bi welatên wekî Erebistana Siûdî re li ser firotina petrolê bi pereyê xwe yê neteweyî Yuan peymanan çêdike. Ev yek rasterast li dijî "pereyê rezerva cîhanî" yê Amerîkayê ye.

Xala duyemîn kontrola binesaziya krîtîk e. Têkoşîneke mezin li ser wê yekê heye ku gelo bendergehên sereke, torên ragihandinê yên 5G û kabloyên fîberoptîk dê di bin kontrola şîrketên amerîkî de bin an yên çînî.

Amerîka bi çand, zanîngeh û pergala xwe ya lîberal bandorê dike. Di heman demê de Çîn bi modela "kapîtalîzma dewletê ya otokratîk" bala rêveberên herêmî dikişîne ku ji zextên rojavayî yên li ser "demokrasiyê" bi gazind in.

Wekî encam; reqabeta Amerîka û Çînê ya li Rojhilata Navîn nîşan dide ku herêm êdî ne tenê di bin bandora rojavayî de ye. Ji ber vê piralîbûnê, hêzên herêmî Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî û hwd. fersendê dibînin ku di navbera van her du hêzan de lîstikeke "balansê" bileyzin û serxwebûna xwe ya siyasî biparêzin. Lê di heman demê de, ev reqabet dikare qeyranên heyî yên li herêmê jî kûrtir bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.