Şerê mirov ê bi xwe re

Nûçeyên Forum —

Duşem 23 Mijdar 2026 - 06:30

  • Dibe ku tiştê herî dijwar ev be: Jiyan piştî êşên wiha berdewam dike. Roj dîsa hiltê, mirov diaxivin, bajar ji nû ve têne avakirin. Lê li hin deveran, dem di wê rojê de rawestiyayî dimîne.

ADAR JIYAN

Dîroka mirovahiyê gelek caran çîrokeke paradoksê/netebayiyê ye ku ji bo bidestxistina aştiyê serî li şer dide. Aştî, nimûneyeke pak û paqij û bêqusûr e ya ku ji ramana mirov dinime. Aştî wekî awayê herî berz û bilind ê aramî, ewlehî û jiyana hevbeş tê hesibandin. Lêbelê, ev nimûne pirî caran wateya xwe di bin siya rêyên ku ji bo bidestxistina aştiyê tên terxankirin de winda dike. Lewre dema ku mirovahî ji bo damezrandina aştiyê şer dike, pêşî bi veguherandina wê dest pê dike.

Aştî sozek berî şer e. Ew wek xelatekê tê pêşkêşkirin ku mirovan motîve dike, qurbaniyê rewa û mirinê jî watedar dike. Aştî ji bo pêşerojê wekî hewladeneke bêqisûr e ku hê nehatiye dayîn. Dema ku mirov ji bo wê şer dike, di rastiyê de bi tirs, xeyal û fikarên xwe yên hebûnî re jî têdikoşe. Şer tenê ne li cîhana derve, di heman demê de di cîhana mirov a hundirîn de jî gur dibe. Lê gava şer bi dawî dibe, aştî êdî ne heman aştî ye. Ew bêtir dibe encameke bidestxistî ya berhevkirina jiyanên windabûyî, malbatên hilweşiyayî, trawmayên mayînde êşên civakî. Ev hemû di aştiyê de dihewin. Bi vî awayî, aştî êdî ji xelatekê bêtir, dibe bîranînek. Edî tenê ew ne aramiyê; di heman demê de bedela ku ji bo bidestxistina wê tê dayîn jî bi xwe re hildigire.

Aştiya piştî şer pirî caran wekî cezayekî tê hîskirin; ji ber ku dema di nav wê aştiyê de dijî, divê mirov bêyî ku tiştê windabûyî ji bîr bike hebe. Pirsên rastîn li vir ev in: Gelo aştî bi rastî dibe ku bi şer were damezrandin, an şer amûrek e ku bingeha xwezaya aştiyê xira dike? Gelo aştiya tenê piştî hilweşandinê were, wê gavê ew aştî çiqas sûdmend e? Gelo dibe ku mirovahî berî ku aştiyê li cîhana derve ava bike, di hundirê xwe de ava bike? Lewre heta ku mirov aştiya xwe ya hundirîn ava neke, dê hergav bibe mehkûmê/a pevçûnê.

Aştiya rastîn tenê ne bêdengkirina çekan e; ew di heman demê de şiyana bêdengkirina tundûtûjiya di hundurê xwe de ye. Wekî din, dibe ku şer biqede, lê hişmendiya şer berdewam dike. Ew aştiyê vediguherîne rewşek xuyayî ya ku di bingeha xwe de heyî temam nebûye. Di encamê de, aştî xelatek e ku dema ku ji bo wê tê şerkirin tê pesinandin, lê berpirsiyariyeke giran e ya ku paşê derdikeve holê.  Dibe ku wekî rêya ku mirov dibe xelateke rastîn û jiyana hevbeş û hevxemiyê hilbijêre, Ji ber ku aştî tenê bi destên wan kesên ku bêyî ku wê bilewitînin ava dibe, wekî nirxekî rastîn  tê dîtin.

Yek ji tiştên ku meriv dike mirov, şiyana wî/ê ya rêwîtiya nav dilê kesên din e. Hevxemî, hem mifte û hem jî plangeriya vê rêwîtiyê ye. Mirov, dema ku tenê xwe bi hebûna xwe ve sînordar dike; nîvco dimîne lê gava ku ew êş, kêfxweşî û hêviya kesên din hîs dike, ew hebûna xwe derbas dike û digihîje asoyeke berfirehtir. Xevxemî tenê ne hestekî hevpar e, di heman demê de şarezayî ye jî. Lewre xevxemî dadmendiyê bi bîra mirov dixe, pêşdaraziyan ji holê radike û dilê mirov xweş dike. Ev dilxweşî  "ez"ê/a, ku di navenda hebûna me de ye, ji çerxeke teng rizgar dike. Bi vî awayî, mirov dest bi jiyaneke tenê ne di dilê xwe de, di dilê tevê mirovan de aramiyekê pêk tîne.

Tiştê  ku me di destpêkê de anî ziman, niha rastiyek hê zelaltir derdixe holê: Tu heyîn nikarin bi tena serê xwe hebûna xwe bikudînin.. Ev yek tenê ne çavdêriyek e, di heman demê de pêdiviyeke felsefî ye jî. Hebûn bêyî têkiliyê nayê fikirîn; mirovahî bêyî xwezayê nikare henaseyê bide û bistîne û xweza jî nikare li hemberî bêberpirsiyariya mirov û heyînên din hebûna xwe bidomîne. Henaseya hevpar a hemû heyînan ​​rastiya herî mezin a gerdûnê ye. Dîtina vê rastiyê hem mirovahiyê dilnizm dike û hem jî berpirsiyariyê li ser wî/ê ferz dike. Ji ber ku mirovahî hem mîratgir û hem jî parêzvanê vê mîrateya hevpar e. Lewre hebûn ne navê tenêtiyê ye, navê mîrateya gerdûnê ya hevpar e.

Birîna herî kûr a komkujiyê ne di hejmara miriyan de ye, di jiyanên ku kurt hatine birîn de ye. Di zarokatiyên ku qet nav lê nehatine dayîn de, di hevokên neqediyayî de, di stranên ku qet nehatine gotin de heta xweza, heta ba jî, ji bo demekê bêdeng xuya dike; ji ber ku carinan xweza jî li hember wêraniya ku ji hêla mirovan ve hatî afirandin bêdeng dimîne. Û ev bêdengî ji qîrîna herî bilind girantir e.

Mirovahî, bawer dike ku di her serdemê de ew pêş dikeve. Belê rastiya vê yekê ji nû ve tê lêkolînkirin. Teknolojî pêşve diçe, bajar ava dibin, lê wijdan pirî caran qels dimîne. Wêrankirina xwezayê nîşaneya herî aşkera ya vê qelsiyê ye; ew delîl e ku çawa zanîn, hêz û desthilatdarî, dema ku ji dilovaniyê bêpar dimînin, li karesatekê dadigerin. Ji ber vê yekê, wêrankirina xwezayê tenê ne wêrankirina bombeyeke atomî ya berê ye; navê xetereyeke mezin e ku her kêliyê  dibetiya wê di xwe de dihewîne.

Jibîrkirin dibe ku yek ji rêbazên parastina mirovahiyê be; lê hin êş dema ku tên jibîrkirin xurttir dibin. Ji ber ku her komkujiyek jibîrkirî bingeha yeke nû amade dike. Lêbelê, bîranîn kiryara berxwedaneke bêdeng e. Bîranîna Hîroşîma, Nagasaki û Helebçeyê tenê ne bîranîna kuştiyan e; di heman demê de berpirsiyariyekê li ser kesên ku dijîn ferz dike. Ew berpirsiyariya gotina ku "dîsa qet nebe" ye, lê bi rastî avakirina wê jî li ser wê sozê pêk tê.

Dibe ku tiştê herî dijwar ev be: Jiyan piştî êşên wiha berdewam dike. Roj dîsa hiltê, mirov diaxivin, bajar ji nû ve têne avakirin. Lê li hin deveran, dem di wê rojê de rawestiyayî dimîne. Hîroşîma, Nagasaki û Helebçe demên wiha ne. Mîna kêliyeke ku ne di rabirdûyê de be, hê jî berdewam dike û mirov nikare xwe ji vê pirsê dûr bigire ku li hemberî wê kêliyê vê pirsê ji xwe bike “Bi rastî  me çi kiriye ku pêşî li dubarebûna wê were girtin?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.