
- Hezkirin ew rêwîtiya herî dirêj e ku mirov pê radibe; rêwîtiyeke ku mirov ji kûrahiya xwe ber bi dilê kesekî din ve dike. Belê, hin hezkirin hene; ew hezkirinên ku destpêk û dawiya wan ne diyar in, qet nayên vegotin; tenê tên jiyîn. Hezkirina dayikê jî wiha ye.
ADAR JIYAN
Dibe ku ev rewşa herî pak û bêdeng a giyanê mirov be. Ew hezkirin ji danûstandineke xwerû vediguherîne rewşeke dil ku tenê bi hebûna hezkirî re digihîje têrbûn û tevahiyê. Hezkirina dayikê tenê ne hezkirina kesekî ye; ew e ku mirov hebûna kesekî din jî bi qasî ya xwe biqîmet bibîne. Ev tê wê wateyê ku mirov bêyî çavnebariyê şahiya wan parve bike û êşa wan wekî êşa xwe hîs bike. Çimkî evîna rastîn napirse "Gelo vî/ê kesî/ê çi daye min?", lê belê difikire: "Gelo ez dikarim çi li jiyana wî/ê zêde bikim?"
Di cîhana îro de, her çendî ku mirov ji her demê zêdetir nêzîkî hev xuya bikin jî, dibe ku giyanên mirovan ji hev dûr bikevin. Têkiliya ku bi saya teknolojiyê zêde bûye, carinan nikare wê bêdengiya di navbera dilan de ji holê rake. Belê, hezkirin rewşeke hebûnê ye ku ji peyvan wêdetir e; ew carinan di nihêrînekê de, carinan di nobedariyeke bêdeng de û carinan jî di destê dirêjkirî yê bêyî ku hêviya tiştekî bike, aşkera dibe.
Hezkirina dayikê hêdî hêdî xweperestiya navbera mirovan dihelîne û li şûna wê dilovaniyê datîne. Lewre ya/ê ku hez dike, fêm dike ku cîhan tenê ne li dora wê/î dizîvire. Destdanîna li ser birînên kesekî/e din, parvekirina tenêtiya wî/ê û di rewşên pêwîst de bi bêdengî li cem wî wê ev hemû di nav şêwazên herî gihîştî yên hezkirinê de ne.
Hezkirina rastîn, heta radeyekê, azadiya berdanê jî di xwe de dihewîne. Cudahiyeke mezin di navbera tenê wekî "yê/a xwe" dîtina kesekî/ê û bi rastî lêhûrbûna li ser başbûna wî/ê de heye. Ya yekem carinan dikare evînê bifetisîne û wê veguherîne qefesekê; ya duyemîn jî tê wateya ku mirov bêyî ku baskên wî/ê bişikîne, li cem hezkiriyê/a xwe bimîne. Çimkî hezkirin ne ew e ku mirov bi tundî kesekî bigire; ew e ku mirov xwediyê ewlehiyeke têra xwe be da ku dema pêwîst be, bikaribe wî berde.
Taybetmendiya herî bedew a hezkirina dayikê ew e ku mirov nêzîkî xwe jî dike. Kesê ku hewl dide kesekî/e din fêm bike, taliyê dest bi dîtina tarîtiya di hundirê xwe de dike; ew hêrs, çavnebarî, tirs û êşên xwe nas dike. Bi vî awayî, hezkirin êdî tenê ne girêdana navbera du kesan e, her wiha li hevkirina bi giyanê xwe re dadigere.
Dibe ku pêdiviya herî mezin a mirov li vê dinyayê, şiyana hezkirinê be; ji pêdiviya ku mirov were hezkirin hê zêdetir. Çimkî herçend ku mirov were hezkirin pêdiviyek be jî, hezkirin bi xwe fezîletek e. Her ku hezkirin mezin dibe, cîhana hundirîn a mirov jî berfireh dibe. Ew hezkirina ku di dilekî de dest pê dike, destê xwe dirêjî dilên din dike û zincîreke nedîtbar a qenciyê ava dike.
Di dawiya jiyanê de, ya ku dimîne ne ew e ka em çi qasî dijîn, ew e ka me çi qasî dil bi dest xweş kirine. Yanî ka me çend caran di tariya jiyana kesekî de bûye ronahiyeke biçûk, ka me çend caran bi bêdengî li kêleka dilekî şikestî rawestiyane û ka me çend caran ev hest daye nîşandan ku em ji mirovekî/ê re bibêjin “Tu ne bi tenê yî."
Dibe ku ev ew tişt be ku em wekî hezkirinê pênase dikin. Mirov ji xwe bide bêyî ku kêm bibe; qenciyê bike bêyî ku li bende tiştekî be; şopekê li ser jiyana kesekî/ê bihêle bêyî ku birînekê di giyanê wî/ê de veke. Lewre mirov tenê ne dema ku tê hezkirin, dema ku hez dike, dilovaniyê nîşan dide û barê kesekî/e din sivik dike, dibe mirov.
Dibe ku pênaseya herî xweş a evînê ev be: Xweşkirina dilê kesekî/ê ne xwedîderketina li jiyana wî/ê ye; bêdengî berdewamkirin hiştina şopeke xweş a li ser dile wî/ê ye.
Hezkirina dayikê rasteqîneke kûr e ku di bîra giyanê mirov a herî kevn de bi cih dibe. Lewre mirov, cara pêşîn hezkirinê di dilê dayika xwe de dihîsîne. Hê berî ku çavê xwe veke, teqka hezkitinê di dilê wê de hîn dibe. Lewma hezkirina dayikê, ne nêzîkayiyeke ku paşê hatibe bidestxistin; zimanê sereke, sitargeha sereke û mala sereke ya hebûnê ye. Mirov, di jiyana xwe de ji gelek tiştan hez dike. Ji bajarekî hez dike, ji mirovekê/î hez dike, ji fikirekê hez dike, ji darekê hez dike, ji stranekê hez dike. Hin caran bi welatekî, hin caran bi kenê zarokekî/ê ve tê girêdan. Belê di kûrahiya van hezkirinan de qurmekî nexuya heye. Ew qurm, dayik bi xwe ye. Lewre dilê mirov, cara pêşîn hezkirinê ji dilovaniya dayikekê fêr dibe. Heke hezkirin robarek be, hezkirina dayikê çavkaniya wê robarê ye. Aliyê herî mezin ê hezkirina dayikê ew e ku ne li bende gerewê ye. Di cîhanê de gelek hezkirin hene ku hesabekî nexuya di xwe de dihewînin. Mirov hin caran ji bo ku were hezkirin hez dike, hin caran ji bo ku tenê nemîne tê girêdan, hin caran jî ji bo ku kêmasiyên xwe temam bike nêzîkî hinekan dibe.
Belê hezkirina dayikê, pirî caran navê fedakariyekê ye ku xwediya wê xwe ji bîr dike. Dayik, xewa xwe diyarî aramiya zaroka/ê xwe dike. Westandina xwe vedişêre, ji bo sivikirina tirsa zarokên xwe, bişirîna xwe berdewam dike. Lewma hezkirina dayikê, tenê ne hestek e; lehengiya herî bêdeng a mirovahiyê ye.
Dayik, tenê bedena zarokên xwe mezin nake. Di giyanê wan de avhewayeke nexuya bi cih dike. Di hevokên ku zarok dê di dahatûya xwe de bi kar bînin de, di nihêrîna wan ya derbarê mirovan de, di dilovanî û wijdana wan de şopa dayikê heye. Lewre dayik, tenê nawelidîne, ew mamosteya sereke ye ku cîhana zarokên xwe ya hundirîn jî baş distirê. Hin mirov di jiyana xwe de çiqas xurt xuya dikin bila bikin, di dilê xwe de dengê dayika xwe dibihîsin.










