
- Dîroka mirovahiyê tenê ne dîroka şer, vedîtin û pêşketinên teknolojîk e; di heman demê de dîroka nirxên gerdûnî ye jî. Ji bo ku mirov hevdû fam bikin, têkiliyên xwe yên civakî xurtir û jiyana xwe ya rojane hêsantir bikin di navbera wan de girêdanek nexuya heye.
ADAR JIYAN
Mirovahî îro ji her demê bêtir hewcedarê nirxên gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, yekbûna li dora nirxên gerdûnî tenê ne hilbijartinek exlaqî ye, di heman demê de ji bo pêşeroja mirovahiyê jî pêdiviyeke bingehîn e. Nirxên wekî dadmendî, evîn, rêz, azadî, duristî, dilsozî, dilovanî û hevgirtin wekî rêgezên hevpar ên mirovahiyê têne hesibandin. Herwiha ev nirx, mîrateya herî qedîm a mirovahiyê ye. Nirxên gerdûnî ji bo tevahiya mirovahiyê watedar in ku xwe di çand, ziman û baweriyên cuda de didin der. Lewre ev nirx tenê ne aliyê exlaqî yê jiyana mirovan, di heman demê de rêziknameyên civakî û pêşketinên takekesî jî dişêwînin.
Taybetmendiya herî girîng a nirxên gerdûnî ew e ku ne aîdî erdnîgariyek an çandek taybetî ne. Kesek ku li her deverê cîhanê ji dayik bûye dikare heman nirxên bingehîn bi kesên din re parve bike. Berteka zarokekî li hember neheqiyê, dilovaniya dayikekê, dilsoziya hevalekî, an jî alîkariya kesên xizan, bêkes û bindest hemû aliyên hevpar a xwezaya mirovan nîşan dide. Ji ber vê yekê nirxên gerdûnî wekî wijdanê hevpar ê malbata mirovan jî tê dîtin.
Nirxên gerdûnî di pêşveçûna civakan û avakirin û birêkûpêkiyeke domdar de roleke girîng dilîzin. Di civakek bêdad de, hestên baweriyên alîkarî, hevkarî û dilsoziyê qels dibin; li cihê ku ev nirx tune bin, mirov gumandar dibin û ji hev dûr dikevin. Lêbelê, dadmendî yek ji stûnên bingehîn ên civakê ye. Dema ku mirov dizanin mafên wan têne parastin, ew bi awayekî aramtir, bextiyartir û aştiyanetir dijîn, Wekî din jî hem hilberînertir, berhemdartir û afirînertir dibin û hem bêtir beşdarî pêşveçûna civakê dibin. Bi heman awayî, hest û ramana azadiya takekesî pêş dikeve û ji têkiliyên mirov ên civakî baştir û erênîtir dibin. Ev nirx tenê ne ji bo pêşveçûna takekesî, di heman demê de pêşveçûna civakî jî pêş dixin.
Nirxên gerdûnî bingeha têkiliyên mirovan pêk tînin. Bawerî, rêz û xevxemiya navbera mirovan û jiyana rojane bi van nirxan xurt dibe. Rêzgirtina ji kesên din re, nirxdayîna ramanên wan û qebûlkirina cudahiyan şertên bingehîn ên aştiya civakî ne. Hevjiyana çand û nasnameyên cuda tenê bi pejirandina van nirxên hevpar pêkan e. Lewre nirxên gerdûnî, amûrên herî bingehîn ên hunera jiyana hevbeş a mirovahiyê ne.
Nirxên gerdûnî di bergeha cîhana hundirîn a takekes de xwedî girîngiyeke mezin in. Mirov tenê ne hebûneke biyolojîk e; di heman demê de hebûneke civakî ya nirxdar û watedar e. Hewldana ji bo dîtina wateyê di jiyana mirov de pirî caran bi riya nirxan teşe digire. Dema ku takekes di jiyana xwe ya rojane de rêgeza duristiyê dipejirîne, liv û tevgerên xwe yên civakî jî diedilîne. Dema ku qîmetê dide dilovanî û alîkariya hevbeş jî, bi destxistina jiyana kesên din wateyekê li hebûna xwe zêde dike. Di vî warî de, nirxên gerdûnî piştgiriyê didin aramiya hundirîn û hevsengiya giyanî ya mirov û civakê jî.
Fêrbûna nirxên gerdûnî bi piranî bi riya malbat û perwerdehiyê pêk tê. Ezmûna yekem a zarokekê/î ya têkildarî van nirxan bi tevgerên malbata wan re dişêwe. Zarok bi çavdêriya ka dê û bavên wan çawa bi yên din re têkiliyê datînin; pêşî bi vî awayî rêz, hezkirin û berpirsiyariyê fêr dibin. Paşê,di dibistan û jîngeha civakî de beşdarî xurtkirina van nirxan dibin. Divê neyê jibîrkirin ku perwerdehî tenê bi veguhestina agahdariyê ne sînordar e, di heman demê de pêvajoyek çandina nirxan e jî. Lewre dema ku zanîn bi van nirxan neyê xemilandin, dibe ku li hêzeke ku zirarê dide mirovahiyê dagere.Guherîn û veguherînên demê yên lezgîn û cîhana nûjen, girîngiya nirxên gerdûnî hê zêdetir kiriye. Bi saya globalîzasyonê, çandên cuda nêzîktirî hev dibin û mirov jî derbarê bûyerên ku li deverên cuda yên cîhanê diqewimin de bêtir agahdar dibin. Belê, ev nêzîkbûn gelek pirsgirêkên nû jî bi xwe re tîne. Nakokiyên çandî, newekheviyên aborî û pirsgirêkên jîngehê nîşan didin ku mirovahî ji her demê bêtir hewceyê têgihîştineke hevpar a nirxên gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, nirxên gerdûnî tenê ne meseleya exlaqê takekesî ye, di heman demê de berpirsiyariyeke gerdûnî ye jî.
Di serdema me ya pêşketina teknolojîk û lezgîn de, têkiliya navbera mirovan û van nirxan carinan qels dibe. Her çendî ku di cîhana dîjîtal de ragihandin lezgîntir bûbe jî, germahiya têkiliyên rû bi rû kêm dibe û ev yek jî hevxemiya bi hev re dimehîne. Ji ber vê yekê, xurtkirina perwerdehiya nirxan a li gel pêşketina teknolojîk pir girîng e. Pêşeroja mirovahiyê tenê ne bi teknolojiyê re, herwiha bi hişmendiya exlaqî re jî têkildar e.Nirxên gerdûnî bingeha aştiyê ne. Di dîrokê de gelek nakokî ji ber qelsbûna nirxên gerdûnî; bêtehamulî, cudakarî, şehwet û daxwaza desthilatdariyê derketine holê. Belê, têgihîştin û pejirandina cudahiyên civakî yek ji hêmanên herî bihêz e ku xwe di kêmkirina nakokiyan de didin der. Mirov li gel raman û baweriyên cuda, bi ewledarî û bêhnfirehî bi hev re dijîn. Ji aliyekî din ve jî rêzdarî, dilsozî dilovanî dikin ku mirov tenê ne li gor berjewendiyên xwe, li gor hewcedariyên kesên din tevbigere.
Danûstandinên mirovan û têkiliyên wan ên civakî rasterê bi nirxên gerdûnî ve girêdayî ne. Her mirovek beşek ji xwezayê ye. Belê rêzgirtina xwezayê jî rêzgirtina hebûna mirovahiyê bi xwe ye. Hestên berpirsiyariya mirov hem ji bo jîngehê û hem jî ji bo nifşên pêşerojê. erkeke exlaqî ye. Pirsgirêkên jîngehê yên ku îro cîhan pê re rû bi rû maye jî nîşan didin ku divê mirovahî tenê ne li gor şert û mercên demê herwiha li gor nirxên gerdûnî jî tevbigere.
Wekî encam, nirxên gerdûnî wekî rêgezên bingehîn derdikevin holê ku hem aliyê takekesî û hem jî yê civakî jiyana mirovan tekûz dike û dişêwîne. Ev nirx dihêlin ku mirov hevdû fam bikin, bi aramî bijîn û ji bo mirovahiyê pêşerojeke hevpar û aştiyane ava bikin. Cîhana ku ji nirxên gerdûnî dûr dikeve nakokî, bêewlehî û biyanîbûn lê zêde dibe. Belê cîhaneke ku van nirxan diparêze jî, dibe qada jiyaneke aram, ewlemend û aştiyane.








