
- Siyaset tenê ne li ser hunera daxwazan û armancên mezin e; di heman demê de li ser hunera pîvandina hêzê, nasîna şert û mercan, hilbijartina demê û lihevhatina armancên siyasî bi rastiya gel û qadê ve girêdayî ye, tê meşandin. Gel û tevgerên ku li ser navê netewetiyê tevdigerin dikarin xwedî daxwazên mezin bin, lê gelo ew çiqas dikarin bi aqilmendî daxwazên xwe bi şertên heyî re biguherînin? Serkeftina wan tam bi vê yekê ve girêdayî ye.
HOGIR BERBIR
Ji vî aliyî ve, pêdiviya rewşa îroyîn a Kurdan bi nêrîneke hevpar heye ku ne bi hestên demkî ye, ne jî bi bêhêviya ku wekî teslîmbûnê bê ravekirin; divê li ser realîzm, sebir, rêxistinbûyîn, hêza civakî û siyaseta demdirêj bê avakirin.
Realîzm ne teslîmbûn e
Gava mirov li hevsengiya hêzan a li Rojhilata Navîn û li helwesta hêzên navneteweyî dinêre, dibe ku pirsa serxwebûna Kurdistanê di vê qonaxê de ji aliyê pergala navnetewî ve wekî projeyeke ku dê bi hêsanî neyê pejirandin xuya bike. Ev rastiyek e ku divê bi çavekî vekirî lê bê meyzandin û encama wê jî bi xwendineke rast a şerê 50 salên dawîn re bê nirxandin.
Lê realîzm nayê wê maneyê ku mirov dev ji armancên mezin berdide. Realîzm ew e ku mirov armanc û rêya gihiştina wê ji hev cuda bike. Rast e, armanca dawî ya gelê Kurd “azadî”, “ewlehî”, “wekhevî” û “mafê xwebûnê” yê mîsoger e, lê pirsa stratejîk ev e: Di vê qonaxê de kîjan gav dikare şertên gihiştina van armancan xurtir bike?
Ev pirs ji pirsa “Em çi dixwazin?” girîngtir e. Ji ber ku di siyaseta navneteweyî de xwestek tenê bi daxwazê nayên bidestxistin; ew bi hêza civakî, îdarî, aborî, dîplomatîk û bi şertên herêmî û navneteweyî ve girêdayî ne.
Ji ber vê yekê, realîzma Kurdan divê ne wekî siyaseta paşvekişînê, wekî siyaseta amadekariyê bê dîtin ku şertên îro diparêze, hêza sibê ava dike û derfetên ku bêne afirandin jî ji dest nede.
Şer ne stratejiya bingehîn e
Di dîroka Rojhilata Navîn de şer carinan bûye sedema guhertinên mezin; lê gelek caran jî bûye sedema hilweşîna desthilatdariyê, saziyên civakî, koçberiyê, têkçûna aboriyê û windakirina destkeftiyên xwebûnî.
Bi vî rengî divê mirov şer û têkoşîna çekdarî bi awayekî hêsan wekî “rêya serkeftinê” nebîne û xewn û xeyalan li ser nepîve. Di şertên îroyîn de, hevsengiya şer, teknolojiya pêşketî û konjonktura cîhanê ya ku ber bi desthilatdariya globalîzmê ve diçe nîşan dide ku berdewamkirina şerekî nû bêyî pêdiviya xweparastinê, dibe sedema ku hemû gavên dîplomatîk û siyasî li dijî ewlehî û xwebûna ku tê parastin werin bikaranîn.
Ger şer bibe amûra xweparastinê û ji neçarî bê bikaranîn ne tê de, wekî din ne tenê jiyanê dixe ber metirsiyê, her wiha derfetên heyî û rêyên çareseriyê jî bi xwe re teng dike. Hêzên navneteweyî dema li ser mijara ewlehiyê hûr dibin, daxwazên siyasî û mafên kêmneteweyan li gorî konjenktura cîhana nûjen li pişt deriyan ewlehiyê dinirxînin û digirin dest.
Armanca wan ne ew e ku kêmnetew û gelên bindest ji şer dûr bikevin; armanca wan ew e ku sînorên heyî yên Sykes-Picot girêdayî bimînin û li gor şert û demê li wan ferz dikin. Hêza herî mezin ew e ku mirov karibe şertên xwe li hember vê bi rêyên nûjenbar û siyaseta ku dîplomasiyê bi pêş bixin ava bikin.
Ji ber vê yekê, wekî prensîb, rêya diyalogê, siyaseta civakî, dîplomasî, tevlêbûn-entegrasyon û rêxistinbûna civakî di vê qonaxê de ji çekê bi bandortir dertê pêş.
Pir caran nîqaş li ser navên statûyê tê sekinandin; serxwebûn, federalîzm, otonomî, nenavendîbûn an statûyeke taybet. Lê pirsa bingehîn ji navê statûyê wêdetir ev e: Kurd çiqas dikarin li ser xwebûna xwe biryarê bidin?
Ev pirs hemû astengiyên siyasî, aborî û rewşa herêmî dixe nav çarçoveyeke dîtbar û rast. Ziman, perwerde, rêveberiyên herêmî, çand, ewlehî, aborî, parastina civakê û beşdarbûna qada siyasî ya hemû parçe û qadan bi vê yekê ve girêdayî ne.
Ji ber vê yekê, siyaseta neteweyî ya Kurdan divê di vê qonaxê de ji gavên demkî wêdetir li ser avakirina bingeheke xweser a biryargirtinê bixebite. Heke civakek bingeha xwebûnê bi saziyên xwe re ava bike, rêveberiyên xwe bi awayekî domdar birêve bibe, aboriya xwe xurt bike, ziman û çanda xwe biparêze û bi derve re têkiliyên xurt ava bike û bixwaze ji nav sînorê Sykes-Picot derkeve, wê hingê li hember guhertinên siberojê dê amadetir be.
Bi vî rengî, navê statûyê dikare li gorî şertên ku tên avakirin biguhere, lê bingeha statûyeke domdar wê li ser rênîşana qada civakî û siyasî rûne.
Destkeftin divê bên pîvandin
Di vê qonaxê de ya girîng ew e ku mirov destkeftiyên xwe ji helwesta romantîzmê dûr bixe û bi pîvanên stratejîk binirxîne. Hêzên heyî di hin warên ewlehiyê de roleke girîng lîstin û ev tenê nebû avantajeke leşkerî; bi xwe re bingeha sermayeke civakî, siyasî û dîplomatîk ku bi siyaseteke rast da ku bê bikaranîn ava kir.
Ev siyaset û saziyên herêmî yên ku ji aliyê civakê ve tên birêvebirin, ne tenê xwe wek mekanîzmayeke îdarî bibînin; ew divê li gor bingehê rêveberiyeke cewherî ku civakê di vê ezmûnê de derbas bikin û şertên hebûn û xwebûnê ji bo siberojê ava bikin.
Li gor wê, derfetên ji bo xebatên ziman û çandî hene û bi hemû awayî divê ev derfet bên parastin û berfirehkirin. Heke perwerde û ziman nebin xwedî sazûmaniyeke xurt, nebin hunera vegotin û kirinê, bi teknolojiya heyî neyên arastekirin-xurtkirin, di nava demê de naveroka wan dê vala bibe û têk biçe. Rewşa Bakur ku ji ber asîmîlasyona heyî hew kare serî hilde û Rojava ya ku perwerdehî tê de ji qonaxekê ber bi qonaxeke nizm ve çûye, mînaka sereke ya vê yekê ye.
Ji perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tê xuyakirin ku destkeftî ne tenê tiştên ku niha hene ne, ew bingehdanîna siberojeke azad in. Û ji bo wê hewcedarî bi xwedîderketina destkeftî û firehkirina wê ve heye.
Yekîtî ji siyaseta navxweyî girîngtir e
Yek ji metirsiyên herî mezin ev e ku siyaseta navxweyî zirarê dide yekîtiyê û rê li ber zextên derve vedike. Perçebûna navxweyî hêza siyasî qels dike.
Dema ku partî, tevger, kom û kesayetiyên neteweyî li ser hemû mijarên hebûn û xwebûnê ne xwedî helwest û fikreke hevpar bin, ev pirsgirêk bi gotina “yekîtiya neteweyî” tenê nayê çareserkirin. Yekîtiya rastîn pêdiviya xwe bi mekanîzmayên hevsengiya navxweyî, diyalogê, rêgezên hevkariyê û qebûlkirina cudahiyan heye.
Ji ber vê yekê hewcedarî ne bi yek partî, yek bîrdozî an yek rêbazê ve heye; berevajî vê, cihêdariyên civakî yên ku tên gel hev bingeha yekîtiyê ava dikin. Yekîtiyeke ku li ser mijarên bingehîn-wekî parastina ziman, mafên siyasî, ewlehiya civakî, aborî, mafên mirovan û parastina destkeftiyan-ava bibe, dikare hemû cudahiyan di nav xwe de li hev bîne û di heman demê de hebûna wan jî biparêze.
Di vî warî de ku rêveberiya tevgera gelê kurd biryara xwe ya teqez bê şerd û merc danî ye û hêjayî pesindayîn û nirxandinê ye.
Têkiliyên herêmî û berjewendiyên guherbar
Rojhilata Navîn herêmeke ku hevsengiyên xwe her tim diguhere ye. Tirkiye, Îran, Iraq, Suriye, dewletên Ereb û Îsraîl, hêzên navneteweyî û aktorên herêmî hemû xwedî berjewendiyên xwe ne û ev berjewendî ne statîk in. Di vê tabloyê de, siyaseta Kurdan nikare bi formula “dostê daîmî” û “dijminê daîmî” be.
Ya bingehîn, divê ev pirs werin pirsîn û li gorî bersivên wan rêxistinbûnek çêbibe: Kîjan aktor dikare li ser kîjan mijarê bibe hevkar? Li ku derê berjewendî dikarin li hev bikin? Kurd çawa dikarin nebin amûra projeyên hêzên din? Têkiliyên siyasî bêyî windakirina prensîban çawa dikare bê domandin?
Ev jî pêdiviyê bi dîplomasiyeke nerm, sebreke mezin û pir-alî heye. Siyaseta Kurdan divê ne tenê bibe bersivdarê guhertinên herêmî, divê bibe aktorek ku li hember senaryoyên cuda ji berê ve hesabê her tiştî dike.
Di heman demê de derfet û xeter e
Gava mirov li rewşa Rojava û Sûriyeyê dinêre, diyar dibe ku her guhertineke li qadê dikare hem derfetê û hem jî xeteriyê bi xwe re bîne. Pêwendî û danûstandinên di nav aktorên cuda de tên avakirin, carinan bi hemû hûrguliyên xwe li ber çavê raya giştî nayên dîtin.
Ji ber vê yekê, divê mirov her kiryarê wekî serkeftin an têkçûnê nenirxîne. Di siyaseta herêmî de hin pêvajoyên ku îro wekî peymaneke biçûk xuya dikin, dikarin sibê bibin bingeha guhertineke mezin.
Mijara statûya herêmî jî bi her awayî bi vê ve girêdayî ye. Otonomî, federalîzm, nenavendîbûn an formeke din dikare di qonaxên cuda de derkeve pêş. Divê Kurd xwe bi navê statûyekê ve girênedin; wan kapasîteyên ku dikarin statûyên guncav ava bikin, binirxînin, bidahûrînin, ji dest xwe bernedin û xurt bikin.
Li vir pêdivî bi stratejiyeke çavdêriyê heye; şertên li qadê baş bên şopandin, alternatîf bên amadekirin û biryar ne li ser hestên di rojevê de xwe dide der, lê li ser rastiyan bên teşekirin.
Bingeha siyasetê bêyî aborî nameşe
Tu stratejiyeke siyasî nikare tenê li ser dîplomasiyê û ewlehiyê bisekine. Aborî bingeha domdariya her civakê ye. Heger civakek nikaribe pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bike, her qeyranek dikare wê bike qurbana zextên derve. Ji ber vê yekê, pêşxistina aboriyê divê bibe parçeyek ji siyaseta neteweyî.
Tevî hemû qeyranan, hewcedarî bi rêyên domdariyê heye ku di avakirin û pêşxistina komunan de derbas dibe. Bêyî komunan û bi aboriyeke xweser, mirov nikare daxwazên civakê ragire, bi azadî birêvebirina civakê û qada siyasî bimeşîne, û dê her tim derî li ber hilweşînê vekirî bimîne.
Ev yek ne tenê rêya bazirganîyê nîşan nide; divê hilberîn, çavkaniyên herêmî, perwerdehiya pîşeyî û zanistî ku xalên sereke ne, bên xurtkirin, ciwan bi bazara kar ve bên girêdan û têkiliyên aborî yên herêmî û navneteweyî bên afirandin û berfirehkirin. Aborî ne tenê amûra jiyanê ye, di heman demê de azadiya birêvebirinê ye.
Şertê domdariyê çand û ziman e
Stratejiya ziman û çandê ne wekî mijareke duyemîn, lê wekî beşeke bingehîn a têkoşînê tê dîtin. Ziman ne tenê amûra ragihandinê ye; ew bîra civakî, perwerde, nasname û hilberîna zanînê ye. Ji ber vê yekê, divê parastina ziman ji qonaxeke sembolîk derkeve û bibe projeyeke siberoja civakî.
Perwerdeya bi zimanê dayikê, huner, muzîk, lêkolîn û teknolojiya zimanî di vî warî de xwedî rolên sereke ne. Armanc ew e ku destkeftiyên îro bibin bingeha siberojê û mirov ne tenê bipirsin ku ka “em çi diparêzin?”, divê bê pirsîn ku ka “em çi ava dikin?”
Encam rêya sêyem û realîzma rastîn e
Di encamê de, di vê serdemê de siyaseta herî hêzdar ne ya ku herî bi dengekî bilind dipeyive ye; ya ku herî baş şertan dixwîne û ava dike ye.
Siyaseta gelê Kurd îro li ber du xeteran têdikoşe:
1-Siyaseta romantîk e ku daxwazên mezin bêyî hesabê hêz û şertan derdixe pêş.
2-Siyaseta teslîmbûnê ye ku her derfetê wekî negegaz (bêhêvî) dibîne.
Her du jî stratejiya siberojê qels dikin. Xwediyê vê siyasetê heta doh li hember şer radiwestiyan, îro jî li hember aştiyê radiwestin. Mîna cerdewanên qada şer, îro cerdewanên qada medya civakî bi xwe re damezrandine û bi her awayî têdikoşin.
Li hemberî van, rêya sêyem realîzmeke rastîn û xurt e: Ne dev ji armancên mezin berdan e û ne jî xwe avêtina nava şerekî ku şertên heyî nayên kontrolkirin. Ev rê pêdivî bi sebir, rêxistinbûyîn, zanîn, dîplomasî û aboriyeke xweser heye.
Ji ber vê yekê, pirsa sereke ya siyasetê divê ne tenê ev be: “Em kengî dê bigihîjin armanca dawî?”; divê ev be ku “Em îro dikarin çi bikin, ji bo siberojê çawa destkeftiyan biparêzin û li ser lê zêde bikin?”
Her destkeftiyek ku tê parastin, her saziya ku tê xurtkirin, her zarokekî ku bi zimanê xwe perwerde dibe, her pêwendiya dîplomatîk ku tê avakirin, her kapasîteya aborî ku tê afirandin û her nakokiya navxweyî ku bi diyalogê tê çareserkirin, parçeyek ji heman pêvajoyê ye.
Ji ber vê yekê, di vê cîhaneke guherbar de, nexşeya rêya ku tê avakirin ne li ser xewnên bêbingeh in, li ser hêza ku tê birêvebirin, destkeftinên ku tê parastin û derfetên ku tê amadekirin bi xwe ye.
Azadî di encama rojekê de xwe nade der; ew encama salên dirêj ên amadekarî, parastin, rêxistinbûn û hilbijartina rast a demê xwe dide der.











