Bêrîtan bi çalakiya xwe bû sembola vîna jina azad

Nûçeyên Forum —

Sêşem 27 Cotmeh 2026 - 07:30

  • Şehîd Bêrîtan, ne tenê şervanek bû, ew nûnera hişmendiyeke nû, vîneke pola û felsefeya jiyana azad bû. Di dema ku hevrê û çeleng Bêrîtan li herêma Xakurkê bû, di wê salê de 1992'yan, xeta xiyanetê û teslîmiyetê dixwest vîna gelê Kurd û bi taybetî ya jinê bişikîne, Bêrîtan bû bersiva herî radîkal û dîrokî.

ASYA WEŞÛKANÎ

25’ê Cotmehê rojeke taybet e.  Roja ku li ser lûtkeyên çiyayên Kurdistanê, rûpeleke nû ya lehengiyê bi xwîna jineke azad hat nivîsandin. Ez di salvegera şehadeta fermandara mezin Gulnaz Karataş, ango Bêrîtan Hêvî de, li ber bîranîna wê ya nemir bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe careke din dubare dikim.

Şehîd Bêrîtan, ne tenê şervanek bû, ew nûnera hişmendiyeke nû, vîneke pola û felsefeya jiyana azad bû. Di dema ku hevrê û çeleng Bêrîtan li herêma Xakurkê bû, di wê salê de 1992'yan, xeta xiyanetê û teslîmiyetê dixwest vîna gelê Kurd û bi taybetî ya jinê bişikîne, Bêrîtan bû bersiva herî radîkal û dîrokî.

Îro careke din em di salvegera şehadeta fermandara xwe Bêrîtan Hêvî de ne. Em derbasî sala 34'emîn a şehadeta wê dibin.  Ango salyadî pêşeng û qehreman Bêrîtan Hêvî ye. Bi minetdarî pêşenga xwe bi bîr tînim. Şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) di dîroka têkoşîna azadiya jinê de weke sembola qehremanî, vîn û xeteke radîkal a li dijî teslîmiyetê tê qebûlkirin. Di sala 1992'yan de, ji bo ku dîl nekeve destê hêzên dijmin û hevkarên wan, xwe ji zinaran avêt û bû lehengeke nemir.

Cih û dîroka jidayikbûna fermandar û şêrejina Kurd Bêrîtan Hêvî, sala 1971’ê li bajarê Çewlikê ye. Malbata wê ji Dêrsimê ye. Li Stenbolê zanîngeh xwendiye. Qehreman Bêrîtan ji serkeftina şoreşê û azadiya jinê bawer kir û hate nava şoreşa Kurdistanê. Di nava şerekî pir germ de û dema xayînan dora wê pêçandin, dor li serkêş û fedayî Bêrîtan teng kirin. Bangên teslimbûnê lê dihatin kirin. Wê bi biryardariyeke mezin rûreşiya teslîmbûnê red kir. Çeka xwe şikand, ji bo nekeve destê dijmin û xayînan berê xwe da lûtkeyên azadiyê.

Fermandar Bêrîtan bi wêrekî û lehengî xwe ji serê lûtkeya zinarên Lêlîkanê  avête xwarê. Tirs û xof xist dilê dagirker û hevkarên wan. Bi qîrîna xwe ya "Azadiyê" xwe ji wan zinaran de avêt nav bêdawîtiya pîroziyê. Çalakiya şehîd Bêrîtan a wê demê tenê çalakiyeke leşkerî nebû. Ew serhildana jinê ya li dijî pergala baviksalarî, dagirkerî û xeta xiyanetê bû. Fermandar û pêşeng Bêrîtan bi wê gava xwe ya pîroz û qehremanî bingeha artêşbûna jinên Kurd (YAJK) ava kir û nîşanî hemû cîhanê da ku jina Kurd dikare bibe fermandara şer û jiyanê.

Îro, piştî salan dengê Bêrîtan di dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" de li tevahî cîhanê olan dide. Rêya ku wê ronahî kiriye, îro ji aliyê bi hezaran jinên li ser şopa wê dimeşin, tê domandin. Di vê roja watedar de, ez careke din şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî bi bîr tînim. Heya jinek li ser vê xakê hebe, xeta Bêrîtan a berxwedanê dê her tim bijî û bi ser bikeve. Şehîd Bêrîtan bi zanebûna xwe ya ku ji Zanîngeha Stenbolê heya lûtkeyên çiyayan biribû, rûmeta jina Kurd parast. Wê sedsala 21'ê kir sedsala şoreşa jinê. Îro eger dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li her deverê bilind dibe berhema wê û berdewamiya wê fikrê ye ku Bêrîtanê ji bo wê canê xwe feda kir.

Ez di salvegera 34'an a şehadeta wê de, xeta wê ya ku derb li kesayetên klasîk û xiyanetê xistiye rast dibînin û soza domandina rêya wê nû dikin. Hevrê Bêrîtan 25'ê Cotmeha 1992'yan li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bû. Di kêliyên şer de û dema hemû hevalên wê şehîd dikevin û ew bi tena xwe dimîne. Fermandar Bêrîtan bi wêrekî û ruhekî fedayetî şer dike. Tevî ku şervana du salan bû û fermandara çend heyvan bû jî bi şer, helwest û qehremaniya xwe xayîn, tirsonek û revok derb kirin. Ew derba wê bû derba ku pişt li xiyaneta rûreş xist û pêşiya welatparêziya heqîqî vekir. Ji jinan re jî bû  pêngava serhildan û artêşbûnê.

Wateya çalakiya wê di dema "Şerê Başûr" de, bû şikandina xiyanetê û serkeftina welatparêziyê. Ev çalakî bû destpêka şiyarbûna civaka Kurd û rêya serkeftina gerîla vekir. Her wiha bû banga artêşbûna jinên Kurd û serkeftina şoreşê. Rêber Apo ji bo qehreman Bêrîtan Hêvî dibêje, “Bêrîtan wek teyrekî xwe ji serê wî zinarê bilind avêt xwarê û nû ji dayik bû. Jina Kurd a Dêrsimê di şexsê xwe de xiyanet bi bin xist û serkeftin qezenc kir.”

Li milê din jî xiyanet, tirsonekî û teslîmiyet bû. Lê vê carê kesayeta qehreman û berxwedêr Bêrîtan bi ser ket; xiyaneta reş hat derbkirin û têk çû. Fermandar Bêrîtan bû pêşenga serdema şerê gerîla û artêşbûna jinê. Bêrîtan Hêvî bi kelecan, coş, bîr û baweriya bi serkeftina şoreşê li ber xwe da. Îro jî em dibînin ku berhema wê fedayetiya wêrek û pîroz diyar dibe. Fikir û ramanên Rêber Apo ji bo azadiya jinê li her devera cîhanê xuya dike, serkeftinê qezenc dike.

Careke din ez ji dil û can, bi bîr û bawerî dibêjim di şexsê qehreman Bêrîtan de şoreşa jinê serkeftin qezenc kiriye. Em jî weke, hevrê û şagirtên wê yên azadîxwaz qehremaniya wê silav dikin, soza serkeftina şoreşê jê re nû dikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.