
- Sosyolojiya siyasî û tecrûbeyên çareseriyê yên li cîhanê eşkere nîşan didin ku aştî ti carî ne tenê rawestandina guleyan an jî protokolên teknîkî yên leşkerî ye. Aştiyek ku binesaziya wê ya hiquqî, demokratîk û civakî neyê sazkirin, mîna bînayeke bê bingeh e ku di bahoza yekem a siyasî de vedihunire.
MEHMET ŞAHÎN
Li Tirkiyeyê jî geşedanên ku di çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê" de tên meşandin, heta ku ji amûrbûna berjewendiyên teng ên desthilatê rizgar nebin û negihêjin asta pîvanên hiqûqa gerdûnî, nikarin ji aliyê civakê ve bi bawerî û hêvî werin pêşwazîkirin.
Di teorî û pratîka siyasî de, ferqeke teqez di navbera "Dewleta Normê" ku li ser bingeha zagon, pîvan û mafên mirovan dimeşe û "Dewleta Rewşa Awarte" de heye. Eger projeyeke çareseriyê wekî projeyeke niştimanî û stratêjîk a dewletê bê binavkirin, divê "aqilê dewletê" bi rengekî pêbawer, saxlem, giştgir û bi nêzîkasiyeke serpartiyî tevbiger e.
Lê di pratîka heyî de tê dîtin ku desthilat, vê mijara ku rasterast bi paşeroj, aştî û jiyana gelan re eleqedar e, mîna amûreke manevraya siyasî û çavkaniyeke dengên hilbijartinê dibîne. Berjewendiya partiyê li ser berjewendiya civakê re digre.
Di aliyekî de pêvajoya aştî û çareseriyê tê meşandin, di aliyê din de jî zextên li ser siyaseta sivîl, girtinên siyasî û rejîma qeyûman berdewam dikin. Ev rewş aqilê dewletê ji berpirsiyariya normatîf dûr dixe û radestî hesabên rojane yên siyasî dike.
Hiqûqnedîtin û helwesta desthilatê ya ku rojane diguherê, hesta ewlehiya hiqûqî ya di civakê de xera dike û tirs û fikaran di mêjiyê her kesî de kûr dike.
Ji çekberdanê bêtir qeyraneke demokrasiyê heye. Erka herî lezgîn a ku dikeve ser milê aliyan ew e ku pênaseya pirsê bi rastî bê kirin. Xeletiya herî mezin û stratejîk a berdevkên desthilatê ew e ku pirsgirêka kurd û çareseriya wê tenê wek "teknîka çekberdanê ya rêxistinekê" teng dikin. Bêguman amûrên şerî û bêçekkirin di pêvajoyên wiha de gaveke girîng e. Lê çek ne sedem e, encama qeyraneke mezin a hiquqî û siyasî ye.
Pirsgirêka bingehîn a li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê, hevsengiya desthilatê û nenaskirina mafên hemwelatiyê yên wekhev e. Lewre, çareseriyeke rast û civakî tenê bi van sê gavan pêkan e:
Her beşek civakê, beriya ku ji saziyên dewletê bawer bike, divê bawer bike ku îradeya wî/wê ya siyasî tê rêzgirtin û nûneriya wî/wê ya demokratîk nayê astengkirin. Ev jî tê wateya entegrasyona demokratîk.
Divê qadên siyaseta sivil û demokratîk bi temamî vekirî bin da ku nîqaş, gotubêj û çareserî di bin sîwana meclis û saziyên sivîl de cîh bigirin. Qada siyaseta azad bi temamî vekirî be.
Aştî ne muzakereyeke di navbera du aliyan de ye, divê bibe asoyek û peymaneke civakî ku hemû beşên civakê (jin, ciwan, kêmnetewe, kedkar) bi xwe re bîne nav pêvajoyê. Bibe bingeha peymana civakî ya nû.
Yên ku li ser navê desthilatê diaxivin, ji îdrakkirina vê dînamîka civakî gelekî dûr in. An di firqa cidiyet û berpirsiyariya pêvajoyê de nîn in, an jî dixwazin pêvajoyê provake bikin. Nirxandinên wan ji bilî afirandina nezelaliyê kêrî ti tiştî nayên.
Qanûn çêkirin, rêveberî û dadwerî
Ji bo ku dîmena dudil û nediyar a dewletê zelal bibe, divê her sê saziyên bingehîn ên dewletê erk û berpirsiyariyên xwe yên hiquqî bi cih bînin. Aştî bi hêviyên nediyar rêve naçe, hewceyî bi çerseriyeke zagonî heye.
Divê saziya qanûn çêkirinê meclîs veguhere navenda bingehîn a çareseriyê. Divê zagonên ku piştgiriyê didin diyalogê, mafên sivîl diparêzin û garantiya hiquqî didin pêvajoyê demildest werin pejirandin.
Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên zextê, cihêkarî û parçekirinê berde. Di gavên pratîkî de pîvanên dewleta demokratîk bîne cih û mîkro-siyaseta ewlehiyê biguherîne politîkayeke aştiyê. Erka rêveberiyê ya sereke ev e.
Divê mekanîzmaya dadweriyê biguhere. Dadwerî ji amûrbûna şerê siyasî rizgar bibe. Pergaleke dadweriyê ya ku serbixwe nebe, nikare bibe garantiya aştiyeke mayinde.
Wekî encam; aşitiya rastîn bi axaftinên bedew û daxuyaniyên siyasî yên amorf çênabe. Gelên Tirkiyeyê êdî ji taktîkên tewş, sozên vala û manevrayên rojane yên siyasetê westiyane. Ji bo ku bawerî bi pêvajoyê were, tekane pîvan icraatên pratîkî, berbiçav, zelal û gavên hiquqî ne.
Desthilata ku di aliyekî de peyva "çareserî, xwişk û biratî" bi kar tîne û di aliyê din de zextan zêde dike, hiquqê binpê dike û pergala qeyûman berdewam dike, sînorên sebra civaka kurd û hemû gelên Tirkiyê dide zorê. Heke desthilatdar di niyet û armancê xwe de dilsoz be, divê zanibe ku rêya aştiyê ne ji zordarî û zextê, ji avakirina dewleteke demokratîk, hiquqî û azadiyê derbas dibe. Ji bilî vê, ti gav ewlehiyê neafirîne û xizmetê ji paşeroja hevpar û aştiyane ya gelan re nake.














