
- Di felsefeya siyasî de, tenê rawestandina şer û bêdengbûna çekan wekî "aştiya negatîf" tê pênasekirin. Aştiya rasteqîn anku "aştiya pozitîf" ne tenê nebûna şer e, hebûna edalet, azadî û saziyên dadrûsî ye. Ji bo ku avakirina Komara Demokratîk bi ser bikeve, bêdengbûna çekan tenê herêmeke ewle ya destpêkê ava dike, lê bi tena serê xwe têrê nake.
MEHMET ŞAHÎN
Şertekî bingehîn heye ku civakê ji lîstikên siyasî yên rojane biparêze. Ew jî pergala demokratîk a girêdayî pîvanên hiqûqê ye. Gava ku hiqûq nebe, azadî dibe qurbana desthilatdariyê û demagojî şûna demokrasiyê digire. Di vê çarçoveyê de, hiqûq wekî têgeheke universal, ji serweriya qanûnên heyî bilindtir e. Ji ber ku qanûnên rejîmên otorîter dikarin zilmê rewa bikin, lê hiqûq xwe dispêre edaletê. Ji bo Tirkiyeyê, ku îro ji pîvanên dewleta hiqûqê gelekî dûr e, gava yekem a felsefî guherandina hişmendiya qanûnparêziya tekparast e. Heta ku dewlet xwe bi qanûnên gerdûnî yên mafên mirovan girê nede, her hewldana aştiyê dê wekî pêngaveke demkî bimîne. Komara Demokratîk tenê li ser xalên hiqûqî yên ku rûmeta mirov û mafên çandî diparêzin, dikare bi awayekî felsefî û rasyonel ava bibe.
Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên dîroka serhildanên Kurdistanê ya du sedsalên dawî, bandor an jî destkarîbûna hêzên derve bû. Lêbelê, rêbaza ku Rêzdar Abdullah Ocalan û PKK’ê pêş xistiye, vê çerçoveyê bi temamî dişkîne. Ev tevger, îtîraz û serhildana xwe bi derfetên herêmî, civakî û xwemalî xwedî kiriye. Li vir, felsefeya "xwebûnê" dileyize, hêza guhertinê ne ji dîplomasiya dewletên serdest, ji dînamîkên cewherî yên civakê tê girtin. Ew dînamîka xwemalî û civakî ya ku di pêşengiya Rêzdar Ocalan de 50 sal in bi derfetên xwe li ber xwe daye dikare di guherîn û veguherîna Tirkiyê û Rojhilata Navîn weke kirde tevbigere.
Ji aliyekî din ve, rexne û îtîraza vê paradigmaya Rêzdar Ocalan tu carî nebûye dijberiya civakekê an jî Tirkbûnê. Berovajî, wekî ku felsefeya Rêbertiyê destnîşan dike, pirsgirêk ne bi gelê Tirk re, bi hişmendiya hişk a Netewe-Dewlet û paradîgmaya Kemalîst a bişavker re ye. Neteweya Demokratîk li şûna ku li ser bingeha yek-nasnameyî yekitiyê bide avakirin, pir-nasnameyî û pir-çandîbûnê wekî dewlemendiyekê dibîne. Ew serdemeke nû ya felsefî dide destpêkirin ku tê de "Tirkbûn" û "Kurdbûn" ne di nav şerekî hebûnî de ne, di nav hevsengiyeke xwişk û biratî û wekheviyê de, di bin banê Komareke hevpar de rûniştî ne. Ev hişmendî rê dide ku pergal ji daxwazên hemû pêkhateyan re bibe bersiv.
Ji pêngavên pratîkî ber bi paşerojê ve
Ji bo ku ev nîqaşên felsefî bibin rastiyeke civakî, sê armancên bingehîn û pratîkî li pêşiya pêvajoyê hene.
Gava yekemîn a hiqûqî ye ku rê li ber siyaseta demokratîk vedike. Ji bo ku diyalog bibe pergaleke fermî, divê şert û mercên ku çiya, zindan û sirgûnê vala dikin werin afirandin. Ev zagon, zemîna lîstikê ji qada şer dikişîne qada hiqûq û siyasetê.
Gava duyemîn, avakirina bingehên Partiya Komara Demokratîk e. Siyaset hewceyê amraz û rêxistinbûnê ye. Di bin rêberî û perspektîfa Rêzdar Abdullah Ocalan de, avakirina partiyeke wiha, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû reng û nasnameyên Tirkiyeyê dê bibe "Hevbendiya Gelan". Ev partî dê bibe bingeha felsefî ya ku xwişk û biratiyê ji gotinê derpêşî pratîkê dike.
Gava sêyemîn sipartina komarê ya li ser demokrasiye ye. Komarên bê demokrasî dikarin her dem veguhêrin oligarşî an jî pergalên otorîter. Armanca dawî, guherandina cewherê dewletê ye. Anku sipartina sîstemê li ser "Peymana Civakî" ye. Ev pêngav, pergala sedsala borî ya ku li ser tirs û zextê ava bibû, hildiweşîne û li şûna wê pergaleke li ser bingeha razîbûna azad a gelan ava dike.
Bi vî rengî, gava ku ev sê armanc bi ser bikevin, ne tenê pirsgirêka Kurd ji terorîzekirinê rizgar dibe, sedsaleke nû ya demokratîk li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn dest pê dike ku dikare bibe îlham ji bo hemû gelên cîhanê.














