Divê destûrek demokratîk hebe

Duşem 10 Mijdar 2025 - 03:00

Şêniyên Girkê Legê dan zanîn ku dewleta Tirk heta niha tu gavên cidî ber bi pêvajoya aştiyê ve neavêtine û da zanîn ku rêya rasteqîn a aştiyê destûreke demokratîk e ku mafên gelê Kurd û tevahî gelên li Tirkiyeyê biparêze.

Şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji bo aştiyê gavên cidî biavêje, mafên gelê Kurd û pêkhateyên din di destûreke nû de mîsoger bike.

Şêniyê bi navê Xelîl Behrem got ji bo aştî û îstiqrar di navbera Kurd û Tirkan de çêbe divê Tirkiye gavên cidî ber bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk ve biavêje ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê kiriye.

Lazgîn Elî diyar kir ku bi şer aştî çênabe, lê bi xwişk û biratiya di navbera Kurd û Tirkan de dibe û got:"Rêber Abdullah Ocalan jî banga vê yekê dike. Eger dewleta Tirk gavên cidî ber bi aştiyeke adilane ve neavêje Tirkiye nabe welatekî ji bo hemû gelên wê."

Xalid Osman jî bi bîr xist ku banga Rêber Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata îsal de kiribû banga jiyana hevbeş bû û got: "Divê mafên gelê Kurd û tevahî gelên din ên li Tirkiyeyê werin parastin û di destûreke nû de werin mîsogerkirin da ku wekhevî, edalet û jiyana hevbeş pêk werin."

ANHA/QAMIŞLO/KÎNAN SEYÎD- ROHAT XELEF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.