Li Tirkiyeyê polîtîkaya qirkirina ekolojîk

Pêncşem 12 Mijdar 2026 - 17:30

  • Êrîşa desthilatdariya AKP’ê ya li ser xwezayê tam pratîka dewleteke zordar e. Dibêje, ez dewlet im, ez dikarim li her derê xwezayê serûbin bikim. Lê belê, xweza jîngeha jiyanê ya mirovahiyê ye. Ti hêz bêyî xwesteka gel nikare biryaran li ser xwezayê bide.

 

Li Tirkiyeyê civîna COP31 tê lidarxistin ku wê xirabûnên ekolojîk û guherîna avhewayê were nîqaşkirin. Li dijî vê tevgerên ekolojîk jî civîneke alternatîf û xwepêşandanên protestoyî lidar dixin.

Tirkiye niha ji aliyê texrîbkirina xwezayê li cîhanê di rêza yekem de cih digire. Hema bêje bajar û navçeyên ku êrîşa xwezayê li ser çênebûne, nemaye. Bi taybetî li Kurdistanê bi zanebûn xweza tê texrîbkirin. Dewleta Tirk ji bo qadên gerîla ji hev qut bike, bi dehan bendav çêkirine û daristanên li qadên gerîla tune kirine. Bi navê lêgerîna madenê qadên jiyanê yên gundiyan tune kiriye. Qadên ku bendav lê hatine çêkirin, qadên niştecihiya ewilî ya mirovahiyê ne. Êrîşa qirkirina çandî ya li dijî gelê Kurd jî di vî alî de hatiye kirin.

Li Tirkiyeyê polîtîkaya qirkirina ekolojîk tê meşandin. Li Behra Reş çemên ku ava jiyanê ya gundiyan e, hatine tunekirin. Di serî de Çiyayê Kaz li gelek cihan daristan hatine tunekirin, av bi jehrî bûne. Desthilatdariya AKP’ê ji bo şîrketên alîgirê xwe dewlemend bike, êrîşeke bêhempa li ser xwezayê pêk tîne. AKP a ku ji xwe re dibêje Îslamî, ji bo rantê ji alîgirên xwe re çêbike dijminahiya xwezayê veguherandiye siyasetê. Dîn û îmanê AKP’ê bûye pere. Niha li Tirkiyeyê yên herî zêde rantê dixwin, AKP’yî ne. AKP ji ber ku alîgirên xwe dewlemend kiriye, dikare pesnê xwe bide. Piraniya kesên pereyan didizin, alîgirên AKP’ê ne. Desthilatdariyeke wiha ji derveyî pere û rantê tiştekî din nafikire. Bi kurt û cewherî, AKP a ku dibêje ji bo têkoşîna li dijî nelirêtiyê hatiye ser desthilatdariyê, tam sîstemeke nelirêtiyê ava kiriye.

Marks gotiye, kapîtalîst dara ku siya wê nikarin bifiroşin, dibirin. Ev bûye zihniyeta desthilatdariya AKP’ê jî. Bi rastî jî tiştek nemaye ku AKP’ê li Tirkiyeyê nefirotiye. Jixwe kêrhatina herî mezin a Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek, lêhêrbûna wî ya ji bo ji ku derê dahatê bi dest bixe ye. Ev zihniyet wê di pêşerojê de hewayê jî bifiroşe.

Niha desthilatdariya AKP’ê ya dijminê xwezayê, COP31 lidar dixe. Ji bo xapandina cîhanê, Tarkan jî ji xwe re kiriye amûr. AKP ji bo xapandina gelê xwe û cîhana derve, bûye pispor. Rastiyeke AKP’ê heye ku xirabiyên xwe dike stûyê yên ji derveyî xwe. Bi taybetî Erdogan têkildarî vê yekê bûye pispor. Bêyî ku şerm bike, her cure derewê dike. Bi wesîleya COP31 wê behs bike ku Tirkiye çiqasê girîngiyê dide xwezayê. Herhal wê bi çendek baxçeyên milet ên daye çêkirin, bêje ku çiqasê ji xwezayê hez dike. Dibe pesnê xwe bide ku hevjîna wî çiqasê jîngehparêz e.

Êrîşa desthilatdariya AKP’ê ya li ser xwezayê tam pratîka dewleteke ceberût e. Dibêje, ez dewlet im, ez dikarim li her derê xwezayê serûbin bikim. Lê belê, xweza jîngeha jiyanê ya mirovahiyê ye. Ji ber ku cihên wê yên niştecihbûnê ji bo jiyanê destdayî ne, hatiye hilbijartin. Cihên niştecihbûnê yên bi hezaran salî ji aliyê dewleta ceberût ve bi zorê tên tunekirin. Ti hêz bêyî xwesteka gel nikare biryaran li ser xwezayê bide. Lê belê dewleta ceberût, bêyî razîbûna gel qada jiyanê ya gel tune dike. Ji vî alî ve, civîna COP31 a li Tirkiyeyê îroniyek e.

Îro li cîhanê hêzên modernîst û kapîtalîst dijminahiya xwezayê dikin. Endustriyalîzma dijminê xwezayê, tê rewakirin. Hêzên modernîst û kapîtalîst ji hewa, bejahî û deryayî êrîşê dibin ser xwezayê. Piştre jî rondikên çavan ên sixte dirijînin. Ji bo tunekirina faktorên ku zirarê didin avhewayê, civînan lidar dixin û rûyê xwe yê rast vedişêrin. Hêzên kapîtalîst dema bi hev re dikevin pêşbirkê, xwezayê qetil dikin. Piştre jî bi navê ‘em ê çawa pêşî li qirêjiya hewayê bigirin’ civînan lidar dixin. Kapîtalîst evqasê durû û sixtekar in.

Dema ku ji bo dewlemendbûn û rantê her tişt rewa dibe, xweza jî tê qirêjkirin, avhewa jî; di asta ku gefê li siberoja mirovahiya bixwe de tê guhertin. Lewma divê feraseta ku ji bo hilberandina tiştekî û bi destxistina feydeyê tunekirina xwezayê rewa dibîne, were tunekirin. Hêzên modernîst û kapîtalîst vê yekê nakin. Lê belê mirov dikare hemû civaka ji derveyî hêzên modernîst û kapîtalîst bixe nava liv û tevgerê û qetlîama xwezayê rawestîne.

Niha hemû mirovahî di bin gefê de ye. Kapîtalîzm vê gefê piralî dimeşîne. Ji vî alî ve bêyî dijberiya kapîtalîzmê ne pêşî li qirêjiya hewayê tê girtin ne jî pêşî li guherîna avhewayê tê girtin.

Tirkiye ji bo dijminahiya xwe ya li hemberê xwezayê veşêre, malûvaniyê ji COP31 re dike. Ji bo Tirkiyeyê ti qîmeteke wê ya din tune ye. Herhal kesên li wir dema diaxivin, lingekî xwe radikin! Kesên xwezayê tune dikin, mîna parêzvanên xwezayê diaxivin, tiştekî evqasî durû tune ye. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.