
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, berfa ku ji navenda bajêr berhev kir tevî bi hezaran ton bermahiyan û madeyên kîmyewî vala kir Gola Wanê û Gola Sixkeyê. Ev yek, bandoreke neyînî li pirrengiya biyolojîk a herêmê û qalîteya avê dike. Golên Wan û Sixke ji ber rijandina berfa ku di mehên zivistanê de ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a ku di bin rêveberiya qeyûm de ye û şaredariyên Îpekyolu, Tuşba û Erdîşê de tê berhevkirin, di bin gefên cidî yên ekolojîk de ne. Tê diyarkirin ku berfa ji rêyan tê berhevkirin bermayiyên bajarî, metalên giran û bermayiyên plastîk dihewîne û rijandina bêkontrol a vê berfê nava golan dikare, bibe sedema karesateke jîngehê. Her çend şaredarî vê yekê wekî destpêşxeriyeke erênî di bin sernavê "Xeta Jiyanê ji bo Sixkeyê" de pêşkêşî raya giştî dikin jî, pispor destnîşan dikin ku ev ji hêla zanistî û jîngehê ve xelet e. Endamê EKO-DER a Wanê Erdogan Oduk diyar kir ku berf li gel dûmana egzozê, toza lastîkan û firênan metalên giran ên wekî çînko û qirşûn kom dike û bi helandina ji nişka ve van kîmyewiyan berdide nav ava golê û ekosîstemê xera dike. Oduk anî ziman ku ev rewş hevsengiya ava golê diguherîne, sedimentên binê avê zêde dike û di demeke kurt û dirêj de jiyana avî tehdît dike. Oduk destnişan kir ku li şûna rijandina berfê nav gol û çeman, divê ew bi awayekî kontrolkirî li deverên dawerivîner were helandin û got ku pratîka heyî ji rijandina bermayiyên pîşesaziyê ne cuda ye û divê şaredarî tavilê dev ji van polîtîkayan berdin.
Lêbelê, şaredarî jî diyar dikin ku ev dever demeke dirêj e wekî cihên rijandina berfê tên bikaranîn û ji bo çareserkirina pirsgirêkê wê planeke nû were pêşxistin.
MA/WAN














