Di serdema şaristaniya kapîtalîst de tundî

Nûçeyên Jiyan/Civak —

În 23 Cotmeh 2026 - 16:00

  • Teşeyê tundiyê yên serdema modern, di rastiya dîrokî de teşe dibe û diguhere. Bi bandora zanist, dîrok û hunerê re, em dema beriya modernîteyê  wek atmosferek tundiyê ya tarî xeyal dikin. Pêkanînên tundiya kêfî yên bê sînor ên kral û hukumdaran li ber çavên me zindî dibin. Darvekirin, îşkence, serjêkirin, gundên dihatin wêrankirin bê guman piraniya wan rast in.

 

Lê beriya modernîteyê desthilatdarî û tundî bi qasî îro mayînde nebûbû û li hemû civakê belav nebûbû. Împaratorên herî zalim jî ne xwedî hêza ku hemû civakê bike bin kontrola xwe bû. Derfetên avabûnên xweser, kabîle, eşîretan ji bo ku xwe biparêzin, birevin, koç bikin, tifaqê ava bikin, hebûn. Ev hêza ku xwe biparêzin stratejiyên xwe ava bikin îfade dikin. Ev di heman demê de muzekarekirin, girtina biryara xwe û xurtbûna kevneşopiya komunal a civakî îfade dike. Di mîtolojiyên sumeran de gelek çîrokên ku têkoşîn û muzakareyên di navbera klanan de ku jin bi bandor bûn tije ye. Tundî bêdeng dike û têkiliyan hildiweşîne. Muzakere jî pêşî li tundiyê digire.

Teşeyê tundiya nû dîsa di bin tekela tundiya dewletê de ye. Rêbazên berê li aliyekî nehatiye hiştin, hev temam dikin û didomin. Berfirehbûna di bingeha burokratîk a dewletê de vê nîşan dide.

Bi tevlîkirina cureyên tundiyê yên derûnî, çandî, siyasî û aborî nav wêjeya yasayî, di nîqaşên derbarê tundiyê de girîngiya aliyên civaknasî û derûnî zêdetir bûye. Bi rastî, heqaret, biçûkxistin û tundiya devkî ew cureyên tundiyê bûn ku civakê ji demeke pir dirêj a dîrokê ve der barê wan de xwedî agahî bû. Tundiya derûnî û hestyarî jî zirarê didin beden.

Aliyekî girîng ê tundiya nayê dîtinê jî ‘tundiya pêkhateyî’ ava dike. Ev cureyê tundiyê ya ji aliyê Johan Galtung ve tê pênasekirin, bandora saziyên  tekelên tundiyê dihewînin, analîz dike. Tundiya li ser jinê jî di vê esasê de tê destgirtin. Wek kes û komê tundiya ku jin pê re tên rû hev encama têkiliyên wekhev e.

Piere Bourdieu aliyên civaknasî û çandî yên tundiyê analîz dike û vê yekê bi rêya têgeha "tundiya sembolîk" rave dike. Slavoj Zizek, bi pênasekirina tundiya objektîf û subjektîf, pîvaneke cuda li nîqaşê zêde dike. Ew wê tundiya berbiçav a ku ji aliyê kes, kom û dewletê ve tê kirin, wekî tundiya subjektîf pênase dike.

Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosyaya ‘Tundî û berxwedan’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.

JINNEWS/ZEYNEP BEYDAGI

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.