Cara yekem ‘Rim’ di şer de tê bikaranîn

Nûçeyên Jiyan/Civak —

Yekşem 18 Cotmeh 2026 - 15:00

  • Rêveberê Arkeolojiyê yê Soran ragihand ku lêkolîn li ser du mirovên Neandertal ên ku dîroka wan 75 hezar salî ye, hate kirin û hate dîtin ku du mirovên Neandertal şer kirine û di şer de yek ji wan rim bikar aniye, bi vî rengî derket holê ku li Kurdistanê yekem car ‘Rim’ hatiye bikaranîn.

 

Şikefta Şanedar ku yek ji şikeftên dîrokî yên Kurdistanê ye, li navçeya Mergesorê yê li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê ye, piştî ku beriya demekê li wir kiloxeke serî hatibû dîtin, lêkolînekê nîşan da ku kilox serî rim pê ketiye.

Rêveberê Arkeolojiya Soranê Wehab Salim ragihand ku Zanîngeha Cambridge ya Brîtanyayê bi hevkariya Rêveberiya Arkeolojî û Çandî ya Soranê, serê mirovekî ku dîroka wî vedigere 75 hezar sal berê lêkolîn kiriye.

Wehab Salim li ser mijarê ev tişt got: “Di vê lêkolînê de derket holê ku du mirovên Neandertal, şer kirine, di encamê de yekî wan li dijî yê din rim bikar aniye; bi vî awayî derket holê ku di wê demê de li Kurdistanê yekem car rim hatiye bikaranîn.”

Her wiha destnîşan kir ku ev lêkolîn, lêkolîneke pir taybet û girîng e, ji ber ku bûye sedem ku dîroka Kurdistanê careke din bikeve ser nexşeya cîhanê û bi girîngî bê nirxandin.

Şikefata Şanedar yek ji bermahiyên herî berbiçav û girîng ên dîroka mirovahiyê ya li cîhanê ye, ev şikeft bi destketiyên xwe yên zanistî wekî navendeke sereke ya lêkolîna jiyana mirovê Neandertal tê naskirin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.