
- Deriyê Meher ê ji serdema Ûrartûyan maye, weke berhemeke bêhempa girîngiya xwe diparêze. Ev berhem derbarê jiyana olî, civakî, aborî û çandî ya Ûrartûyan de gelek agahiyên girîng dide.
Li bajarê Wanê, li ser quntara Çiyayê Zîmzîmê, berhemeke bêhempa ya dîrokî radiweste. Deriyê Meher ji serdema Ûrartûyan maye û li gorî wan ev derî vedibe cem Xwedê. Ev deriyê ku ji aliyê qralên Ûrartûyê Îşpûînî û kurê wî Menûa ve beriya zayînê di dawiya sedsala 9’an de hatiye çêkirin, yek ji perestgehên herî girîng a vekirî ya di çanda Ûrartûyan de ye.
Deriyê Meherê ne deriyekî asayî ye; ew dergehekî pîroz e ku rasterast di hundirê zinar de hatiye kolandin. Derî ji du çarçoveyan pêk tê û dişibe deriyekî girtî. Bi dîtina baweriya Ûrartûyan, ev dergeh sînorê navbera cîhana mirovan û cîhana Xwedayan bû. Katasrof (hişkesalî, karesatê xwezayî û hwd.) an jî di rojên pîroz de, xwedayên wan di vê dergehê re derbasî cîhana mirovan dibûn.
Navê 79 Xwedayên Ûrartûyan li ser nivîsiye
Li ser dîwarê vî derî nivîseke dirêj a bi şêwazê bizmarî (nivîsa mîxî) heye. Ev nivîs wekî hiyerarşiya baweriyê ya Urartûyê tê qebûlkirin. Di nivîsê de navê 79 Xweda û Xwedawendên Ûrartûyî (46 ji wan nêr in û 33 jî mê ne) tên diyarkirin. Di serî de Xwedayê mezin ê şer Xaldî dû re Xwedayê hewa, bahoz, û brûskan Teshûba û Xwedayê rojê Shîvînî cih digirin.
Ji bo Xwedayan qurban hatine dayîn
Di berdewamiya nivîsê de qurbaniyên ku divê ji bo her Xwedayî bêne pêşkêşkirin (hejmara pez û çêlekan) bi berfirehî hatine rêzkirin. Ji bo Xwedayê Xaldî 17 ga û 34 pez, ji bo Xwedayê Teişeba 6 ga û 12 pez, ji bo Xwedayê Şivini 4 ga û 8 pez û ji bo Xwedayên din jî gayek û 2 pez hatine destnîşankirin. Ji bo Xwedawendan jî çêlek û pezek hatine qurbanîkirin.
Ne tenê ji bo xwedayan, ji bo sembol û cih û deverên pîroz ên şaristaniyê jî qurbanî hatine dayîn. Weke Darê Xaldî, Mîrza, Hêza Xaldî, çiya, rûbar, behr, rê û derbazgehên pîroz ên di baweriya animîst a Urartûyan de.
Di nivîsê de behsa aborî û çandiniyê jî tê kirin
Di beşa dawî ya nivîsê de agahiyên aborî û çandiniyê hene. Qral Îşpûînî û kurê wî Menûa dibêjin ku wan ji bo Xwedayê Xaldî rez û baxçeyên nû yên tiriyan dane çandin. Katasrof an jî di dema berhevkirina tiriyan de divê ji bo Xaldî û meclîsa Xwedayan 3 pez bêne serjêkirin û mey ji bo pîroziyê li ser erdê bê rijandin.
Gotegotên li ser Deriyê Meher
Her wiha di nav gelê herêmê de derbarê vî derî de gelek gotegot û çîrokên gelêrî yên mîna “Şivana Jin” tê gotin. Li gorî efsaneyê şivaneke jin a li taxa Akkopruyê dijî, rojekê dema ku pezê xwe ber Deriyê Meher diçerîne, dengekî bilind dibihîze. Dibêjin deng ji derî tê û derî vedibe û şivana jin di pişt derî de xezîneyan dibîne. Şivan ji bo zêran derbasî hundir dibe derî bi ser de tê girtin. Piştî vê bûyerê şêniyên taxê qurbaniyan didin da ku şivana jin bibînin lê tu encam jê nagirin heya ku rojekê derî vedibe û dibînin ku şivan di hundir de bûye kevir û di paxila wê de jî tije zêr hene.
Li gorî gotegotek din jî her heftê roja înê ew derî şev vedibe û tê girtin.
Girîngiya Deriyê Meher a dîrokî û çandî
Deriyê Meherê, ne tenê şopeke mîmarî ye; ew çavkaniya sereke ye ku zanyar jê bawerî û rêxistina civakî ya Ûrartûyan fêm dikin. Îro roj jî dîroka şaristaniyên Mezopotamyayê ronî dike. AW/WAN







