Berhemên dîrokî vedigerînin mala wan

Nûçeyên Jiyan/Civak —

În 23 Cotmeh 2026 - 14:30

  • Revebira Muzexaneyên Iraqê Lema Durî, diyarkir ku Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepurî ya Iraqê amadekariyan ji bo wergirtina hin parçeyên şûnwarî yên giranbiha ji Amerîka û Brîtanyayê dike.

 

Revebira Muzexaneyên Iraqê Lema Durî, di daxuyaniyekê de diyarkir ku ew parçeyên şûnwarî yên ku biryare ji Amerîka û Brîtanyayê werin vegerandin, komek ji şûnwarên dîrokî ne û ji van pêk tên: çek, morên gilover, morîk û gerdenî, peykerê zilamekî perisîner (Îbadetkar), sîkeyên diravî û şûnwarên nivîsa bizmarî ku dîroka wan vedigere serdemên cuda yên şaristaniya Sumerî û Babîlî ne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku desteya şûnwaran a Iraqê kariye pêşî li firotina piraniya şûnwarên dizî yên Iraqê di mezadên cîhanî de bigre. Her wiha hate eşkerekirin ku dibe hin parçeyên din jî di depoyên hin saziyên biyanî de hatibin veşartin, bêyî ku werin nîşandan. ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.