
- Tevî hemû hewildan, gavên bicesaret û nêzîkatiyên çareseriyê yên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, zihniyeta statûkoparêz û siyaseta dewletê pêvajoyê li demê belav dike.
Antonio Gramsci di berhema xwe de ya bi navê ‘Notên ji Zindanê’ li cihekî terîfa cîhana wê demê dike, dibêje; “Dinyaya kevn mir, dinya nû nikare biwelide, ev serdema cinawiran e” Heqeten jî em di demeke bi vî rengî re derbas dibin. Çarmedor bi cinawiran hatiye rapêçanê. Dema ku mirov ji vê pencereyê tehlîlan bike belkî bêtir bi kêr bê. Ji bo ku xisar û zirarên me kêm bibin, ji bo ku ev cinawir li ser sifreyê bi xwîn û canê ciwanên me ûrê xwe mezin nekin; Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pêvajoyekê bi rê ve dibin. Di vê serdemê de nîqaşên li ser siyaseta demokratîk, entegrasyona civakî û avakirina civaka komûnal hemû ji bo vê ne ku civak bikare xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze.
Tevî hemû hewildan, gavên bicesaret û nêzîkatiyên çareseriyê yên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, zihniyeta statûkoparêz û siyaseta dewletê pêvajoyê li demê belav dike. Ev jî bi xwe re qadên manewrayê ji bo cinawiran çêdike. Lê ev dehbeyeke wisa ye ku dikare xwediyê xwe jî bixwe. Feqet em dibînin ku dewleta ku hîn jî wekî nehît û dehbeyekê ye, di kodên xwe yên berê de israrê dike. Di dinyaya kevn de israrê dike. Tişta ku vê rastiyê herî zêde derxist holê, çêkirin û naveroka “Qanûna Çarçoveyî” bû. Tevî hemû hişyariyên siyasî û nirxandinên çareseriyê, qanûnek çêkirin ku ne şert û mercên fizîkî, ne statûya siyasî û ne jî azadiya xebatê ya Rêber Apo nas dike.
Ev qanûn di navbera rastiya xwe û daxwazên civakê de xwedî nakokiyên kûr e. Ev qanûneke ku xwedêgiravî ji bo çareseriya pirsa kurd hat çêkirin. Lê di qanûnê de ne kurd ne jî mafên kurdan hene. Dibêje ji bo PKK'ê hatiye derxistin, lê tê de ne Rêber Apo ne jî rêveberiya tevgerê heye. Li vir tê dîtin ku desthilat-dewlet dixwaze tevgereke ku 50 salan zêdetir e têdikoşe hema wisa bi bêdtengî tasfiye bike, di nav tirkîtiyê de bihelîne û Kurdistanê dîsa weke berbelavkirina tirkîtiya pûç bike qada mêtingeriya vî zemanî.
Ev nêzîkatiya statûkoparêz tenê bi Bakurê Kurdistanê yan jî bi Tirkiyê re bi sînor nîne; bandorên xwe rasterast li ser beşên din ên Kurdistanê jî dike. Li Rojava bi hikumeta demkî ya Şamê re dixwaze îradeya gel, rêxistina civakê parçe bike, biperçiqîne. Di meseleya zimanê kurdî de ev bi zelalî hat dîtin. Dîsa li NewYorkê li Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî Erdogan bi serokwezîrê Iraqê Zeydî re li dijî Şingalê, li dijî îradeya li Başûrê Kurdistanê peyman girê dane. Rewşa li Rojhilat û şerê li Îranê li ber çavan e. Berî bi demekê Wezîrê Karê Hundirîn ê Îranê li Enqereyê bû. Hîn jî li ser parastina statûkoyê ya a bi awayekî ji awayan danûstandinên xwe dikin. Rojhilata Navîn îro di nav agirê Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ye. Bi dehê salan e ev agir her dişewite.
Di encamê de, ev geşedan hemû nîşan didin ku ne destwerdanên desthilatdarên cîhanî yên mîna Emerîka û Îsraîlê, ne jî zihniyeta paşverû ya netewe-dewletên herêmê nikarin vê şewat û agirê vemirînin. Jixwe daxwazeke wan a wisa jî tune ye. Civak, gel û bawerî, jin û ciwan û zarok, nasname, dîn hemû weke çek li hemberî civakan tên şixulandin. Îcar pêşiyan gotiye lêv beriya diranan e, ji bo ku ji vî agirî em kêmtir zirarê bibînin, reçete diyar e. Bi aqilekî hevpar, bi stratejiyeke hevpar, bi dîplomasiyeke hevpar, heta bi artêşeke hevpar, ku ev artêş rêxistinbûn û hevgirtina gel bi xwe ye, em dikarin bandora agirî kêm bikin. Serdem serdema cinawiran e û her gaveke bi şaşî avêtî dibe ku xeterên pir mezin bi xwe re bîne.
AZADIYA WELAT / RAMAZAN OLÇEN







