Çanda mehsereyê

Nûçeyên Jiyan/Civak —

Duşem 12 Cotmeh 2026 - 15:30

  • Berê li gundan mehsere bi awayekî ji dil, wekî kevneşopiyeke divê mirov xwedî lê derkeve û ji mehekê zêdetir dewam dikir û di wê navê de malbat bi temamî li nav rez û rêzikan dijiyan. Ev kevneşopiyeke dîrokî ye.

 

Mehsere di cotmehê de bêtir, dest pê dike. Lê dibe ev rewş hinekî li gor herêman biguhere jî. Gelek cure tirî hene û ev gihandina hin cureyan di meha tîrmehê de dest pê dike û heta cotmehê cure bi cure bi dorê digihên û tên xwarin. Herî dawî tirîyê şîre (mezrome) digihê, têr û tije dibe û dest bi mehsereyê dikin. Navên van cureyên tiriyan bi xwe jî dewlemendiyeke li herêmên Kurdan e. Tiriyê zinarî, tiriyê zeynelî, tiriyê reş û her wekî din...

Ji bo meşlûr, pelûl, helaw, bastêq û dimsê (mot), tiriyê şîre/mezrome tê bikaranîn. Ev dem kedeke giranbiha dixwaze elbet. Tirîyê şîre bi tehm û têr û tijebûna şîreya xwe, tenikbûna qalikê xwe ji bo van xwarin û vexwarinan gelekî guncav e. Taybetmendiya wê ji vir tê. Mirov dikare ji serê îlonê jî tirî bikelîne lê divê tirî heta têr û tije dibe were payîn ji ber ku çiqas bisekine şêrînbûn û ava tirî ewqas zêde dibe. Çêja vî cureyê tirî xwediyê taybetmendiyekê ye.

Gelek tişt êdî wekî berê nayê dîtin. Ya tê paşguhkirin an jî her kes bi karê li bajêr mijûl dibe û wekî berê çanda mehsereyê nayê ber çavan.

Piştî salên 1990'î mehsere wekî demên berê nayê kirin. Hin sedemên  civakî, aborî, xwezayî û polîtîk ên vê encamê jî hene elbet. Divê em vê yekê jî bînin ber çavan. Piştî raperîna gel a bakur, li gelek herêman şer çetîn bû û gund, zêvî û dar û ber bi destên serdestan hatin şewitandin, hilweşandin û gundiyan ji ber zordariyê ji war û gundên xwe koç kirin û berê xwe dan navçe û bajaran. Em dikarin bibêjin bandora ferzkirina koçberiyê jî heye. Bi deh salan tu kes nema karîbû biçûna gundên xwe û erd û zêviyên xwe biajotana û geş û zindî bikirana. Jixwe yek ji armanca valakirina gundan jî asîmîlasyon, dûrxistina ji hebûna xwe bû. Dibe ku hîn hin gund û war hê jî qedexe ne. Kesên koç nekirin hin ji neçarî hin jî bi dildarî wek efserên serdestan xebitîn. Kurd her tim li ser axa xwe bûne koçber mixabin. Bandorên vê yekê yên pir kûr hene. Yên koç kirin ji xwe nedikarîbûn li erd, zevî, rez û rêzikên xwe xwedî derkevin. Ên mayî jî ji ber ku êdî mûçeyeke wan hebû, wek berê guh nedidan çandina zeviyan, li dar û beran wek berê ne miqate bûn. Lê belê divê Kurd tu carî dev ji çanda xwe bernede. Çanda mehserê ji bo tendirutiyê jî gelekî baş be. Dims, bastêx, benî yên tên çêkirin ji bo zivistanê û ji bo tendirustiyê gelekî girîng in.

Çand mehserê jî wekî çanda nanê tenûrê çandeke dewlemend e. Wexta mehesereyê dihat her kes dibûn seferber. Sîtilên li ser êgir bi wate bûn. Wek çanda kelandina dahn. Wê demê her kesî tasek dianî dahnê kelandî radihiştên û hinek rûn li ser dikirin û li binê daran rûdiniştin, dixwarin. Vê yekê çandeke hevpar jî derdixist holê. Çêkirina gebûla li ser mehsereyan xwediyê çêj û tameke cuda bû. Kêsme jî hebû ew jî dîsa ji gebûlê çêdibû.

Ew jidilbûn, xebata hevpar, dilxweşî û kelecana li ser mehsereyên li Kurdistanê gelekî xweş bû. Çandên bi vî rengî divê tu carî winda nebin. Em her lê xwedî derkevin û vê dewlemendiya xwe belav bikin. Divê nifşên nû ji wê tama hilorîkê dimsê bêpar nemînin. Ji tama berfdimskê bêpar nemînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.