
- Cejnên cimayê ne tenê rêûrismên olî ne; ew dibin rojên hêzkirina êzidiyan û xurtkirina baweriyê. Li vir, ji bilî xêra ku tê belavkirin, dengê beyt û qewalan jî tê gotin. Bi taybetî dema ku perî tê siwarkirin, her kes bi moralekî bilind, li ber dengê def û şibê, qewl û beyatan, an jî dahol û zirneyan govendên olî digerînin.
Cejna Cimayê bi sedan sal in di nav êzidiyan de tê pîrozkirin. Her sal, ev cejn bi Qubeya Şerfedîn li Şengalê dest pê dike, bi giştî di meha tebaxê de. Dû re, pîrozbahî li Şengalê heta cotmehê didomin û piştî wê, cejna cimaya Lalişa Nûranî tê kirin, ku ev cejin heft rojan dewam dike û ji bo me cihekî pîroz e, di nav van heft rojan de gelek rê û rismên dewlemend tên gêran, li vir ez qala wan rê û risman nakim ji ber dixwazim bêhtir balê bikişîm ser wataya cimayê.
Berê, rojên cejnên Cimayê sabît bûn, her cimayek rojek wê ya diyar hebû di salê de. Lê di van du salên dawî de, hinek ji cimayan birine demsala biharê. Li gorî baweriya min, ev guhertin divê bi biryara Meclisa Ruhanî ya Êzidiyan be, da ku kevneşopiyên me werin parastin.
Yekîtî û hevgirtin
Peyva ‘cima’ tê wateya kom an jî bi hev re. Dibe ku gelek kes bifikirin ev ji ber kombûna mirovan e, lê wateya wê pir kûrtir e. ‘Cima’ nîşana yekîtiyê ye û tê wê wateyê ku em hemû êzidî li hev dicivin ji bo xêr û bereketa civaka xwe, her wiha ji bo parasin û biryarwergirtinê jî.
Ala berxwedanê
Berê, ala me ya êzidiyan bi rengên kesk, sor û zer bû. Ev jî wê dide diyakirin ku em civakeke xwezayî ne, ji ber ev reng temsîla xwezayê û rengîniya jiyanê dikin. Lê ji ber zextên giran û zehmetiya ku kesek bibêje ‘Ez êzidî me’ an jî bi cil û bergên êzidiyan bigere, êzidiyan ev reng di nava qubeyên xwe de veşartin û parastin. Di hemû qubeyên me de, ev rengên kesk, sor û zer, ku jê re dibêjin perî, hene. Em van rengan di qubeyên xwe de diparêzin da ku ji bîr nebin.
Ji bo ku êzidî karibin ala xwe rabikin û yekîtiya xwe nîşan bidin, ji hemû cihan berê xwe didan qubeyên xwe, yên ku li Şengalê, welatê Şêx û cihên din hene. Her qubeyek Cejna Cimaya wê diyar bû. Bi salan e her êzidî dizane ku kîjan rojê biçe ber kîjan cimayê û bi vî awayî li hev kom dibûn.
Di roja yekemîn a cejnê de, xêra xwe belav dikirin û heya ku her kes ji her derê xwe digihand ber cimayê. Di roja dawî de, anku roja duyemîn de, Perî dihate rakirin. Heta niha jî ev adet heye: Kesek periyê li ser serê xwe datîne û dimeşe û bi dengekî bilind dibêjin, ‘Hêêê perî li ser serê filan kesî ye’. Ev nîşana berxwedanê ye, yanî em dibêjin ‘Me ala xwe rakir’ an jî ‘Filan kesî ala xwe rakiriye û ti kes nikare bi me.’ Ji bo parastina kesê ku perî li ser milê wê/wî bû, hemû gel li dora wî kom dibûn û bi destê hev digirtin, xelekek parastinê çêdikirin heta ku ew kes digiha nav qubeyê û perî li wir dihatin parastin. Ev dîmenê hevgirtinê nîşan dide ku çiqas em bi hev re xurt in.
Girêkên li periyê
‘Berê, dema telefon tunebûn, mirovan bi hêsanî nikarîbûn bi hev re biaxivin. Dema kesek ji bajarekî diçû bajarekî din, diviya bû di nav gundan de bigere û ji mirovan bipirse gelo wesiyet an emanetek wan heye ku bigihîne. Carinan ne tenê yek, deh-panzdeh wesiyet an emanet kom dibûn. Ji bo ku wan ji hev derxîne û ji bîr neke, girêkek li quncika kefiya xwe dida. Dema diçû ser rê, ji ber ku kefî her dem li ber çavan bû, ew wesiyet ji bîr nedikirin.’
Moral û xurtkirina baweriyê
Cejnên cimayê ne tenê rêûresmên olî ne; ew dibin rojên bihêzkirina êzidiyan û xurtkirina baweriyê. Li vir, ji bilî xêra ku tê belavkirin, dengê beyt û qewalan jî tê gotin. Bi taybetî dema ku perî tê siwarkirin, her kes bi moralekî bilind, li ber dengê def û şibê, qewl û beyatan, an jî dahol û zirneyan govendên olî digerînin. Ev muzîk û govend ji bo civaka me moralekî mezin dide û yekîtiya me xurt dike.
Pira agahdarî û piştgiriyê
Mijareke din a girîng jî ‘coqet’ in. Mînak, li cejna cimaya Şêx Adî (Lalişa Nûranî), ji her dera ku êzidî lê hene, berê xwe didan ber cimayê. Ji Rojava, Bakur, Başûr, Ermenistan û her devereke ku êzidî lê jiyane, berê xwe didan Lalişê. Ev komên ku berê xwe didan Lalişê, jê re digotin ‘Coqet’, ku wateya wê ‘Cog’ an jî ‘kom’ e. Mînak, ger ji Şengalê 100 kes biçûya ziyareta Lalişê, jê re digotin ‘Coqeta Şingalê,’ û berpirsê vê coqetê dihate hilbijartin.
Dema ev coqet diçû Lalişê, eger Meclisa Ruhanî xwestiya tiştek ji êzidiyan re parve bike, gazî berpirsên coqetan dikir û bi wan re civîn çêdikirin, da ku wan li ser rewşa êzidiyan agahdar bikin. Ev rêyek bû ku agahî di nav civaka êzidî de belav bibe. Her wiha, dema êzidî ji her derê diçûn Lalişê, rewşa herêmê ji hev dipirsîn û bi vî awayî ji rewşa hev agahdar dibûn. Mînak, ger ji Bakur kesek neçûya Lalişê, wê demê hemû êzidiyan dizanî ku tiştek hatiye serê wan û pirsgirêkek heye. Wê demê kesek dişandin ji bo ku rewşa hev bizanibin. Eger pêwîst kiriba, êzidî bi hev re diçûn alîkariya hev.
Bi kurtasî, cejnên cimayê ne tenê pîrozbahiyên olî ne; ew bingeha yekîtî û baweriya êzidiyan in. Bi saya cejnên cimayê, gelek tiştên me yên pîroz hatine parastin û rêûresmên me nehatine jibîrkirin. Ew nîşana hebûna me ne, çawa ku em bi hev re dikarin dijwariyan derbas bikin û çanda xwe biparêzin.
AZADIYA WELAT / ÎBRAHÎM ÊZIDÎ







