‘Emê şopdarên kamera û hunera wî bin’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 4 Tebax 2026 - 17:00

  • Komeleya Sînemayê di daxuyaniyê de li ser jiyan û berhemên Mehdî Tewakolî sekinî û got: “Li Sineyê hunermend û wênegirek navdar . Rêveberê Mala Wênegirên Kurdistanê, damezrînerê Navenda Hunerî ya ‘Caw’ û mamosteyê Komeleya Sînemaya Ciwan a Kurdistanê . Li pey xwe bi sedan wêne ji nifşên wênegir û sînemagerên ciwan ên ku perwerde kiribûn re hişt.”

 

Wênegir û hunermend Mehdî Tewakolî ligel dayika xwe Meryem Aslanî û xwişka xweSomayeh Tewakolî roja 26'ê tîrmeha 2026'an ji aliyê hêzên rejima Îranê ve bi gulebarankirinêhatin kuştin.

Pasdarên Îranê bêyî ku hişyar bikin, li ser rêya Merîwan-Sineyê, gule li wesayîta wanbarandin. Di encamê de her hatin kuştin. Komeleya Akademiya Sînemayê ya RojhilataNavîn derbarê kuştina Mehdî Tewakolî û malbata de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Komeleyê diyar kir ku kuştina wan ji xwe beşek ji tundiya sîstematîk a dewleta Îranê ye.

Komeleya Sînemayê di daxuyaniyê de li ser jiyan û berhemên Mehdî Tewakolî sekinî û got: “Li Sineyê hunermend û wênegirek navdar . Rêveberê Mala Wênegirên Kurdistanê, damezrînerê Navenda Hunerî ya ‘Caw’ û mamosteyê Komeleya Sînemaya Ciwan a Kurdistanê . Li pey xwe bi sedan wêne ji nifşên wênegir û sînemagerên ciwan ên ku perwerde kiribûn re hişt.”

Çavên xwe li rastiyê negirt

Komeleya Sînemayê desnîşan kir ku Mehdî Tewakolî her tim li pey rastiyê û wihadomand: “Berê kameraya xwe da wan derên ku desthilatdaran nedixwestin ditin. Diqadraja de Êzidiyên ku ji komkujiya Şengalê sax man, bindest, koçber û niştecîhênKobaniyê hebûn, bi salan li Sineyê pêşangehên ku , şîn û berxwedana van mirovan nîşandide vekirin. Ji bo wêne şahidiyek , tomarkirina windayan, koçberan, bindestan û yên kuhatibûn qetilkirin . Wekî hunermendê gel çavên xwe li rastiyê negirt û xwe bi paş ve nekişand û bi kameraya xwe hewl da van rastiyan nîşan bide.”

Dest ji xebatên xwe berneda
Komeleya Sînemayê diyar kir ku Tewakolî tevî ku gelek caran hatibû binçavkirin dest jixebatên xwe berneda û wiha dom kir: “Rejîma Îranê her tim ew wekîpirsgirêka ewlehiyêdît. Ji ber çalakiyên xwe yên hunerî û çandî di salên 2016, 2017 û 2022yan de ji aliyê hêzênrejîma Îranê ve çend caran hat binçavkirin û cezayê girtîgehê li hat birin. gavekî jihelwesta xwe bi paş ve neavêt, heta roja xwe ya dawî bi hunera xwe re li cem gelê xwesekinî.”

Tundiya sîstematîk a dewleta Îranê
Komeleya Sînemayê li ser nêzikatiya rejîma Îranê ya li dijî kurdan got: “Rejîma Îranê li dijîkurdan, gelên Îranê, jinan û şoreşgeran erîşên dijwar daye destpêkirin. Her roj bi dehan kes têne revandin, windakirin, qetilkirin û darvekirin. Qetilkirina Mehdî Tewakolî, qetilkirinadayika û xwişka beşek ji tundiya sîstematik a dewleta Îranê ye. Niha hewl didin ku qetlîamê bi derewan wekîqezaya trafîkêveşêrin. em dizanin; hunera ji yên kudixwazin tune bike dirêjtir bijî. Her dimenê ku Mehdî kişandiye, îro li hemberî derewêwekî şahidiyekê ye.”

‘Em ê şopdarên kamera û hunera bin’
Komeleya Sînemayê qala sekna gel a li hemberî rejîma Îranê kir û daxuyaniya xwe wiha bidawî kir: “Tevî hemû êrîş û gefên faşîst, gelê Sineyê bi biryardariyeke mezin a berxwedêr û bimerasimeke heybet a ku layiqê ew oxir kir. Em van êrîşên rejîma faşîst a Îranê bi tundîşermezar dikin. Em li ber bîranîna Mehdî Tewakolî, Meryem Aslanî û Somayeh Tewakolî birêzdarî serî ditewînin. Û em soz didin; em ê sopdarên kamera û hunera bin. Em ê biqadraja li cîhanê binêrin û li ser şopa bimeşin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.