Persepolîs û şahidiya Şoreşa Îranê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Hezîran 2026 - 17:00

  • Persepolîs ji fîlmek anîmasyonê zêdetir; şahidiya hunerî û siyasî ji bo demek krîtîk di dîroka Îranê de pêşkêş dike. Çîrok, bi çavên zarokek ku di cîhana bi lez diguhere de mezin dibe, tê vegotin û diyar dike ku azadî bi rastgotinê dest pê dike.

 

Persepolîs yek ji berhemên sînemayî yên herî girîng ku li ser Şoreşa Îranê û veguherînên siyasî û civakî yên piştî wê digre dest tê qebûlkirin. Fîlm bi vegotina xwe ya dîtbarî ya sade lê kûr balê dikşîne.

Derhênera fîlm, hunermenda Fransî ya bi eslê xwe Îranî Marjane Satrapî ye û cara yekem di sala 2007’an de li Mihrîcana Fîlman a Cannesê hat nîşandan, ji wêneçîrokî ya navdar a bi heman navî li hev hatiye anîn. Berhem çîroka otobiyografîk a balkêş a keçeke Îranî ku di nava rejîmeke siyasî ya guherbar û zordar de mezin dibe vedibêje.

Fîlm çîroka Marjane ya biçûk ku di malbateke xwedî fikrên azad de mezin bûye û tiştên di dema Şoreşa Îranê ya 1979’an, hilweşandina rejîma Şah û bilindbûna desthilatdariya Xumeynî de jiyane dike mijar. Bi guhertina rejîmê re, welat ji hêviyên azadiyê ber bi rastiyeke zextê ve diçe; hîcab dibe mecbûrî û muxalif tên şopandin. Marjane di navbera îdealên azadiyê yên li malê tên parastin û îdeolojiya fermî ya ku li dibistan û kolanan tê ferzkirin de asê dimîne.

Teknîka anîmasyona reş û spî ya di fîlm de hatiye bikaranîn, bi awayekî bihêz atmosfera tarî ya serdemê bi sembolîzmeke bi hêz diteyîsîne. Bi riya bîranînên berê, Marjane vedigere bîranînên zarokatiya xwe û çîrokên girtiyên siyasî fêr dibe. Bi taybetî mamê wê di çavên wê de dibe sembola berxwedan û hêviyê.

 

Xerîbî û zehmetiyên wê

Di fîlm de du karakterên sereke yên ku şekil didin jiyana Marjane derdikevin pêş: Mamê wê ku di dema rejîma Şah de hatiye girtin û di serdema Xumeynî de hatibû darvekirin, nîşan dide ku tevî guhertinên rejîmê jî zilm berdewam dike. Dapîra wê ku rastgoyî û welatparêziyê di dilê wê de diçîne, aliyek germ û mirovî li çîrokê zêde dike. Ev herdu fîgur, di pêşveçûna kesayetiya Marjane de roleke diyarker dilîzin û kûrahiyeke hestiyarî ya bihêz didin fîlm.

Li ser zêdebûna zextan û destpêkirina Şerê Îran-Iraqê, malbata wê ji bo parastinê wê dişîne Awustralyayê. Lê belê jiyana xerîbiyê bi xwe re zehmetiyên nû tîne. Marjane bi cudakariya çandî re rû bi rû dimîne ezmûnên dijwar derbas kir û digihîje rewşa wê ya derûnî xirab dibe. Heta hewl dide xwe bikuje; paşê, bi awayek şîkestî vedigere Îranê.

‘Li beramberî xwe rast be’

Dema vedigere welatê xwe, rastî Îraneke cuda tê. Ew bi polîsên exlaq re rûbirû dimîne û xwe di navbera daxwaza xwe ya azadiyê û sînorkirinên civakî yên li ser jinan tên ferzkirin de dibîne. Bi demê re, fêm dike ku ew nikare li Îranê paşerojê ava bike û biryar dide koçî Fransayê bibe. Ev biryar bi gotina dapîra wê ya hestiyar ku jê re gotiye dibe sehneya xatirxwestinê: “Li beramberî xwe rast be.”

Tevî hemû bûyerên tarî jî, fîlm hêviyê zindî dihêle. Diyar dike ku guhertin mimkun e û çiqas dem derbas dibe jî gel dikarin azadiya xwe bi dest bixin. Ji ber vê, Persepolîs di xwepêşandanên jinan ên li Îranê yên salên dawî de dîsa ketiye rojevê û li dijî zilmê bûye yek ji sembolên girîng ên berxwedana jinan.

JÎNHA/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.