Îran û rola wê ya li Rojhilata Navîn (3)

Nûçeyên Dosye

Duşem 4 Gulan 2026 - 07:00

  • Îran, rêûresma xwe ya dewletê ku gelekî kevn e, bi kar tîne û xwedêgiravî yeqîn dike ku wê bi modernîteya kapîtalîst karibe, ya rastî îmajeke wisa dide û li bendê ye ku ji aliyê sîstemê ve bê qebûlkirin. Bi vî awayî bikaranîna dîrokê, bi herhalî şêweyekî têkçûnê yê herî çavkorî ye.

ABDULLAH ÖCALAN*

Tevlîhevkirina modernîteyê evqasî bi rêûresma dîrokî û rêûresmê jî evqasî bi modernîteyê re bi herhalî mirov bi tenê dikare bi ‘xasûkiya Ecem’ rave bike. Ji ber van sedeman, heye ku paşeroja nêz a Rojhilata Navîn di ser Îranê re bi gewde bibe û şikil bigire. Bi rastî Îran di navenda sereke ya guftûgoyên modernîteyê de ye. Milletperestiya Şîa çiqasî berevajî bike jî guftûgoya îdeolojîk û polîtîk a li ser modernîteyê her biçe wê mezin bibe û dewam bike. Gelên Îranê modernîteya kapîtalîst ji gelên din bêhtir nas dikin û bi biryar xuya dikin ku stûyê xwe li ber wê xwar nekin. Milletperestiya Şîa ya heyî çiqasî antî-Îsraîlî, antî-Emerîkanî û antî-Rojavayîtiya sexte bike bila bike, bi awayekî demdirêj gelên Îranê wê li modernîteya li gorî xwe bigerin û ew ê nikaribe pêşiyê li vê lêgerîna wan bigire. Heta bi DYE û Îsraîlê re li hev bike jî wê nikaribe vê helwesta xwe ya bi maske veşêre. Di çanda Îranê de gera li heqîqetê bi hêz e. Herweha li Îranê rêûresmeke jiyana komî ya bi qasî dîrokê kevin heye. Lewma di paşeroja nêz a Îranê de heye ku em şerekî rastî yê modernîteyê bibînin. Ya rastî, Şoreşa Îslamî ya 1979’an şerekî modernîteyê bû, lê çeloxwarî kirin, ji rê derxistin. Gelên Îranê bi dersên ji vê şoreşê û demên dîrokê derxin, di paşeroja nêz de ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bi şerên modernîteyê ku karibin rê li ber serdemeke nû vekin, bibin sedema bûyerên hêjayî dîroka xwe, hêjayî dîroka Rojhilata Navîn. Ji ber vê, guftûgoyên li ser modernîteya demokratîk û ezmûnên wê yên pratîk gelekî girîng in û rênîşaner in.

Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Nexasim xebatên xwe yên nukleerî bi vê armancê hewl dide weke qerta duyemîn bi kar bîne. Rêûresma Şîatiyê di dîrokê de jî dawa hegemonyayê kiriye. Îraneke hegemonîk a hezar salan li pişt xwe weke sîlehê digire, lê di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de ewqasî jî bi hêz nîne, hêza xwe mezin dibîne. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şansa serketinê yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e. Xwe dişibîne welatên BRIC (Brasil, Russia, India, China) û lewma hesabên wê yên pêkanîna blokekê jî hene. Bi Komara Duyemîn a AKP’ê re li ser bingehê antî-PKK’tiyê hevgirtina hewl dide pêk bîne dixwaze bi Sûriyeyê berfireh bike. Ev hesabên wê hemû qîmeteke xwe tineye. Civaka Îranê hem ji aliyê etnîk hem jî ji aliyê dînî ve bi xisletên xwe yên pirrnasnameyî xwedî çandeke gelekî dewlemend e. Ji tevahiya nasnameyên dînî û neteweyî yên Rojhilata Navîn re malovaniyê dike. Zehmetiyê dikişîne pirrnasnameyan bi tenê bi hegemonyayên îdeolojîk ên dînî yan jî ezbetî li cem hev bigire. Bi şêwazek gelekî tenik, şêweyê milletperestiya ezbetî û dînî pêk tîne.

Di pêkhatina dewleta netewe ya Ecem de jî mirov bi awayekî ibretwarî dibîne ku heman dekûdolab hatine gerandin. Ecem ji şa-ristaniya Persan ve di hunerê desthilatdariyê de gelekî hoste bûbûn, lê ev hostetiya xwe di dema modernîteyê de li ser hîmê hevkariyê bêhtir pêşde birin. Mirov dikare bibêje; xapandinên şaristaniyê û xapandinên modernîteyê (milliyetgiriya Şîa) di zikhev de baş bi kar tînin û heta di wê hêzê de ne, dikarin bi Çîniyan re bikevin pêşbazi-yê. Çîniyan ser kapîtalîzma herî hov bi ‘kominîzmê’ cîla kirin, modernîstên Îranê jî pûtê dewleta netewe yê îmalata kapîtalîzmê ne, bi awayekî rûşuştî bêyî ku şerm bikin, weke ruhperestiyeke me-zin bi navê ‘Komara Îslamî’ pêşkêş dikin. Îran bi rewşa xwe ya ak-tuel a li ber çavan mîna neksa sîstema global e û bi îhtîmaleke me-zin li ser rêya Iraqbûnê ye. Tevî ku mîna dewletên netewe yên din ên li herêmê faşîzma bi sazî bûyî temsîl dike jî ji kêmûkurtiyên he-gemonya DYE-YE sûdê werdigire û temenê xwe dirêj dike. Lê mîna yên din di nava pencê krîzê de ye û ji bo rê li ber rewşeke kaotîk a Iraqwarî veke têra xwe xwedî potansiyel e.

Li aliyê din, tevî ku modernîteya kapîtalîst pêk tîne, wexta ku li hesabê wê nayê ji serlêdana propagandaya antî-modernîst jî paşve namîne. Di warê helandina pêşketinên şoreşgerane û demokratîk di nava çanda şaristaniya ji rêûresmê de gelekî bûye hoste. Li vir a em behsa wê dikin, rejîmeke despotîk e ku bi hosteyî tê bicihanîn. Di binyeya Rojhilata Navîn de li serê civak û dewletên herî tengezar û nakok tê. Çavkaniyên petrolê herçiqasî tengezariyan hinekî kêm bikin jî hebûna dewletdariya netewe ya Îranê ji bo jihevdeketinê xwedî statuya herî di cih de ye. Di vê de lihevnekirinên wê bi hegemonya DYE-YE’yê re ku aktorên sereke yên modernîteya kapîtalîst in, têra xwe bi tesîr in.

Mîna dewletên netewe yên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.

Îran di pirsgirêkên xwe yên civakî de teoriya modernîteya demokratîk bi hosteyî bi cih bîne, dikare rê li ber encamên gelekî çareserker veke. Tevî hewldanên navendparêziyê hemûyan jî di bin re mîna Îraneke federal pêk tê. Hêmanên şaristaniya demokratîk bi hêmanên federalîst re (Azerî, Kurd, Ereb, Belûcî, Tirkmen) bigihêjin hev, projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare manedar bibe û bi hêsanî bibe navendeke balê bikişîne ser xwe. Di çarçoveya vê projeyê de tevgera azadiya jinê û reûresmên kominî wê rolên xwe yên girîng hebin. Ji bo Îran paşeroja xwe ya rohnî û rola xwe ya dîrokî ya li Rojhilata Navîn ji nû ve bi dest bixe, kengî bi hêmanên modernîteya demokratîk re (civaka demokratîk, ekonomîk û ekolojîk) bû yek û gav avêt mumkîn e. Potansiyela civaka neteweyî ya Îranê ji bo vê yekê têra xwe bi hêz e û rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî vê hewce dike.

*Ev danehev ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Îranê ji parêznameyan ji alî Akademiya Zanista Civakî a Abdullah Ocalan hat berhevkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.