
- Berî niha 52 salan Serok Apo; tenê bi serê xwe derket vê rê û her ku çû şax û gulî da, rehê xwe bera kûrahiya erdê da ku êdî çi hêz dê nikaribe Kurdan ji axa xwe dûr bixe, înkar bike.
ADIL QAZÎ
Bi gotina Serok Apo “Me bi pozê derziyê bîr kola û ev şitla azadiyê çand” wê şitlê êdî kok berdaye xaka Kurdistanê, bi tevî cîhanê. Wê demê jî yên li dij derketin hebû ! Digotin “Ev dînîtî ye, maceraperestî ye. Dê Kurd di komkujiyan re derbas bibin, Kurdistan wê bibe çol” û hwd. Serok Apo gelên di xewê de jî hêşyar kir. Bi sebir û metanet, bi pîvan û biryardarî li gor hêza xwe li gor şert û mercan meşiya. Dîsa Serok Apo gotibû, “Ez ji sedî 95% li dijî kesayeta Kurd, ji sedî 5% tenê li hember dijminê Kurdan şer dikim”. Bi rastî jî ev gotin çi qas di cî de û rast e em îro li ber çavên xwe û bi awayekî eşkere dibînin ! Ew Kurdê ku rêbazê şerê çekdarî nedipejirandin, digotin ev komkujiya ser kurdan e. Îro jî Serok Apo di encama 52 salên tekoşîneke bêhempa de, gihişt vê qonaxê ku êdî dem hatiye, fêkî û berhemê vê têkoşînê wergirin; dest bi pêvajoyeke nû ya bi rêbazê Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ez ê dîsa gotina Serok Apo ya; “Aştî ji şer pir dijwartir e” bi bîr bînim. Ez lê dinêrim li ser maseyê, li ciyê germ bi klavyeyê; ew kurmên darê yên di salên 80-90'î de çawa li dij derketibû (lê wê çaxê nediwêrabû serê xwe ji nava nivînê xwe bilind bikin) tenê reş dikirin, bi krêtî û çêran li gel dijmin cih digirtin û êrîş dikirin) îro êdî li her derê hema bêje li her bajar û gundan lê tenê li ser medyaya dîjîtal, ango bi serê tiliyên xwe yên li ser klavyeyê êriş dikin ! Mirov dikare ji wan re bibêje ‘Şoreşgerên Klavyeyê’. Ez vana dikarim bikim du beş.
Beşek jê; jixwe bi zanetî êrîş dikin. Ji ber xwe li ser xwîn û keda gel û kesan didin jiyîn. Ji ber wî di serî de li dij vê birdozî û paradîgmayê derdikevin. Naxwazin çareserî, aştî pêk were. Ha di vê navberê de dixwazim tiştekî dinê jî bibêjim; her tevger, rêxistin li gor armancekê derdikevin rê û têdikoşin. Ez bawer im ev kes û alî tu hedefek wan nîne. Lewra ji xwe ji kedê bêpar in. Tenê dixwazin her dem û kêlî alozî, pevçûn, şer û nakokî di meriyetê de be ku ew jî wekî guran ji vê hewaya bi mij û moran sûdê wergirin. Jixwe xwedîkirina van aliyan li ser van rewşên welê ne. Ango ez wan aliyan baş fêm dikim ku bi zanetî êrîş dikin. Yanê jixwe li dij in û felsefeya xwe li ser dijîtiyê diafirînin û wisa ji xwe re alîgiran çêdikin. Dikevin nava êrîşan. Heta dikarin Rêbertiyê reş dikin. Hema çi tê devê wan dibêjin. Li ciyê germ in û li ser paldanka nerm rûniştînin, ji bo wê hema diavêjin ! Dibêjin ‘ku me di serê gel û alîgirên Apogeran de hinek şik û guman da avakirin ew kar e, ji bo me’ !
Beşa duyem jî; heta bêjî paqij dilsoz û xwedî bedel in. Durust in. Bi Serokê xwe ve girêdayî ne. Heta cî bi ciyan ku biqewime xwe di oxira wê de bê tirs feda jî dikin. Hestên wan heta bêjî bilind e. Bi Rêbertiyê re bi hest girêdayî ne. Hestên wan wekî mêzînekê; aliyekî hest û aliyê din jî aqil e. Ger aliyekî giranî li yê din bike di wir de terazî, ango hevsengî xera dibe. Ev jî piranî ji hestan pêk tê. Yanê aliyê hestan giranî lê dike. Ji ber ku bi awayekî hûr û kûr fikirandin di wir de nîne. Zêde dûr nayê fikirandin. Yên derdorên wan jî wan hestên wan ê neteweyî dema gur dikin jixwe wê gavê hest bilind dibin digîje lûtkeyê ! Ew jî bi şik û gumana ku di dil û mejî de hatiye çêkirin pêk tê. Ew jî vê carê pirsa “Gelo dibe ku ew ras dibêje” dikarin bikin. Êdî ew pirs wekî kurm hundirê wan dikurisîne. Wekî agirê ku bi kayê bikeve, di cî de hestên wan radibin çargavê û xwe bi wê ava şêlo ya ku hestê wan dixurîne ve diherikin, diçin. Pişt re ku wekî wan dernakeve jî êdî stûyê wan dikeve ber wan ! Di nava civakê de nikarin serê xwe bilind bikin. Ew kesayetên welê êdî dest ji xwe berdidin “hema çawa hatiye bila wisa biçe” wekî “qedera me ev e” êdî xwe li dora qederê girê didin. Ev xesarê zêdetir didin heqîqetê. Loma Serok Apo dibêje “Hûn çi qas bi rêxistin bin hûn ew çend xwirt û serkeftî ne. Ger hûn xwe bi rêxistin bikin dinya bi we nikare. Na ku hûn xwe bi rêxistin nekin, ji xwe bawer nebin, her dem ji derve hêvî bikin û bibêjin bila dewletek xwirt were me xelas bike, ew ne tu xelasî ye. Ew xwe qedandin e. Dibe wekî maşe di destê hêzên serdestan de…”
Yanê berî her tiştî em ê bi xwe bawer bin. Bi doza xwe û bi serokatiya xwe bawer bikin. Qe ciyê şik û gumanê di xwe de nehêlin. Di dîroka nêzîk a Kurdan de ev bi caran hatiye ceribandin û hatiye îspatkirin. Wekî mînak; di 15'ê Sibata 99'an de wexta Komploya Navnetewî qewimî; Kadroyê vê Tevgerê û gelê ji Rêber Apo bawer kiribû yekser derketin pêş û helwesta xwe diyar kirin. Her yek bi serê xwe wekî artêşekê xemilandî daket qadan û çalakiya herî bi bandor lidar xist.
Serok Apo paradîgmaya jiyana azad, welatekî demokratîk derxist pêş û bi wê felsefe û ev paradîgmaya xeta sêyemîn li Rojavayê Kurdistanê, bi ser ket. Bêguman ev destkeftî û serkeftinên dîrokî hinek aliyan pir nerehet kir. Xewnên wan revand. Dîtin ku dê ev paradîgmaya Serok Apo di Rojhilata Navîn de wekî rojeke rewnaq bilind bibe û dê hawirdorê jê sûd wergire. Dîtin wê pergala Modernîteya Kapîtalîst jê zerarê bibîne, bixesire loma ketin tevgerê û dîsa li dû dek û dolabên nû geriyan. Dîtin ku dê bi zorê bi ser nekevin vê carê jî dîsa xwestin bi hestên kurdan bilîzin.
Ew aliyên ku debara wan li ser xwînê ye li hesabê wan nehat, nayê û dest bi reşkirina Tevgera Azadiyê û Serok Apo dikin. Lê roj bi bêjing û seradê nayê veşartin ! Hela hela li pêşiya tîrêjên Rojê ne gengaz e dîwar were lêkirin. Pir dereng najo dê ew kumê keçel jî bikeve ! Ji xwe wekî teyrê sîselekê serê xwe dixin qûmê, hemû gewde ji derve ye lê dibên qey kes wan nabîne ! Lê belê ew kesan nabîne. Lê her kes wan dibîne ! Ev jî wisa. Em ji xwe dizanin çi çiye. Lê yê nizane dibên qey baqê nîska ye !














