
- Rêûresma dewletê ya Îranê mîna Komara Tirkiyeyê bi hêsanî mînîmalîzebûyînê qebûl nake. Şahtiya Îranê ya di dema modern de jî ji Komarê bêhtir li dijî mînîmalîzekirinê li ber xwe da. Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an li dijî sîstema tewazunê û mînîmalîzma dewleta netewe ya bi awayekî xweser li Rojhilata Navîn sînor danîn, helwesteke girîng bû.
ABDULLAH ÖCALAN*
Ji destpêkê ve li dijî hegemonya Îsraîlê hegemonya xwe ferz kir. Komara Tirkiyeyê û dewletên netewe yên Ereb rewabûna sîstema dewleta netewe nas kirin ku bi vê Îsraîl pêkan bû, lê Şoreşa Îslamî ya Îranê tevî ku gotin û gavên wê yên hevdu nagirin hene jî statuya hatiye diyarkirin û xêzkirin nas nekiriye, hewl daye hegemonya dijber pêk bîne. Tengezariya Îran û Îsraîlê ya ku roja me ya îro em çavdêriya wê dikin, bi tenê di navbera du dewletên netewe de nîne, di navbera du sîstemên hêzê yên li pey hegemonyayê diçin, derdikeve holê.
Ji ber ku Îran duyemîn hêz e ku li pey hegemonyayê diçe û dixwaze bibe hegemon, divê mirov ji nêz ve li rewşa Îranê temaşe bike.
Ji Medan Heya îro Îran. Îran weke welat di pêkhatina nasnameya Kurd de xwediyê pareke girîng e. Nêzîkbûna çand û ziman di vê pêkhatinê de cihekî girîng digire. Navê Îranê ji têgîna Aryen tê, koka xwe diçe heta civaka neolîtîk; tê maneya ‘welatê komên Aryen’. Komên Aryen jî ew qebîle û klanên şivan û cotkaran in ku şoreşa neolîtîk pêk anîn. Ji van koman Proto Kurd weke çand ji komên pêşeng in ku derketin ser dika dîrokê. Ya rastî, têgîna Arî ji bo danasîna van koman tê bikaranîn. Ard bi maneyeke xwe tê maneya erd, bi maneya xwe din jî tê maneya ar ango agir. Di herdu maneyan de heman rastî tê îfadekirin. Di bingehê têgîna Îranê de pîroztiya ard û ar heye. Li qûntara çiyayên Zagrosê zivistanan agir, havînan jî cotkarî hêmanên bingehîn ên jiyanê ne. Hem şaristaniya Sumer, hem jî şaristaniya li qûntara çiyayên Zagrosê berhemên agir, cotkarî û heywanxwedîkirina çandên van civakan e. Di tevahiya dîrokê de ango ji Sumer-Gotiyan heta bi Med-Persan, ji Sasaniyan heta bi Îrana îro di tevahiya pêkhatinan de mirov dikare vê rastiyê bibîne. Nasnameya pêşî ya qewmî jî bi rêberiya rahibên Zerdeşt di dema Konfederasyona Med de pêngaveke girîng kiriye û di vê nasnameyê de gihiştine qonaxeke girîng. Med ji aliyê nasnameya Kurd ve di dîrokê de xwediyê nasnavê pêşiyên pêşî yên qewmê Kurd in. Ya rastî, nasnameya Pers jî hebûna xwe deyndarê Medan e. Dîroka Heredot Medan weke qewmê herî pêşketî yê wê demê dide naskirin, Pers û Grekên wê demê jî mîna şagirtan in ku ji Medan çandê hîn dibin.
Rêûresma dewleta Îranê ji dema Konfederasyona Med (B.Z. 1000-550) tê. Med û Kurdan çandeke wekhev parve kirine. Zerdeştî û Mîtraîzm du çavkaniyên girîng in ku vê çandê di dîrokê de radigihînin. Mîtraîzm hinekî jî mîstîzma Îranê ye. Ji ber ku Zerdeştî weke îdeolojiya fermî hat bikaranîn, Mîtraîzm di nava gel de populer bû. Rêbaz û mertebeyên xwe gihandina heqîqetê belav kirin û bi vî awayî di pêşdebirina exlaqê civakî de gelek tişt li civakê zêde kirin. Li dijî Xirîstiyantiyê stargeha dawî ya çanda Îranê ye. Weke Manîtiyê ji bo pêşîgirtina li şerê di navbera Roma û Sasaniyan de xwedî hewldan bû. Ji bo çandên li derveyî şaristaniya Îranê erdekî bi bereket bû.
Dewleta pêşî ya Îranî Împaratoriya Pers bi temamî li ser şopa Konfederasyona Med hatiye avakirin. Bi awayekî, qonaxeke împaratoriyê ye, Kurd jî têde bi rola sereke rabûne. Di gavavêtina ji serdema destpêkê ya koletiyê ber bi serdema antîk a koletiyê de (B.Z. 1000-500) bi roleke bingehîn radibe. Hebûna koledariya antîk a Grek û Romayê bi saya belavbûna Pers-Medan e. Serdema Helenîstîk a bi fethên Skender dest pê kir (300 B.Z.-300 P.Z.), di navbera çanda Rojhilat û Rojava de sentezeke afirîner îfade dike. Roma û Partan, Roma (Bîzans) û Sasaniyan (100 B.Z.-630 P.Z.) bi sedsalan li ser hegemonya dinyayê şer kirin û van şerên wan rê li ber pêxîrtengiyeke mezin vekir. Di encama van şerên wan de Îslamiyet weke hêzeke hegemonîk derket holê. Rêûresma dewleta Îranê ji fethên Îslamî heta bi avabûna Xanedaniya Safewî (650-1500) di demeke bi qasî hezar salî de ji aliyê Xanedaniyên Ereb, Tirk û Moxol ve ku bi çanda xwe re xerîb ketibûn, hat temsîlkirin. Şîîtî bi Xanedaniya Safewî re bûye îdeolojiya dewletê. Hîmên Îrana modern di vê demê de hatine danîn.
Tekîliyên Kurdan û Îranê
Bi Împaratoriya Osmanî re li ser erdên Kurdistanê şerên hegemonîk meşandin û ev jî bi Peymana Qesr-î Şîrînê ya 1639’an bi encam bûye. Kurdistan di gavavêtina serdema modern de cara pêşî bi vê peymanê bû du parçe. Ji ber vê peymanê pêkhatina dewleteke modern li Kurdistanê derbeke girîng xwariye. Li cem begtiyên Kurdan polîtîkaya jiyana hevpar a bi hêzên hegemonîk re li ser bingehê xweseriya hundir têra xwe cih girtiye.
Di qutbûna Kurdên Îranê ji yekparebûna Kurd û Kurdistanê de para Peymana Qesrî Şîrîn 1639 heye û para wê girîng e. Ji ber ku bi vê peymanê Kurdên Zagrosê ji yekparebûna Kurdan qut dibûn. Kurdên Îranê şaneya kok a nasnameya Kurd bûn. Nûnerên rêûresma Zerdeştî bi xwe bûn. Li dijî desthilatdariya Şîa pozîsyona wan demokratîk e. Mîna têkoşîna azadiyê ya demokratîk a Kurdên Elewî li Rojavayê Kurdistanê li dijî rêûresma desthilatdariya Sunnî dimeşînin, bi awayekî mîna wê Kurdên Sunnî yên li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî desthilatdariya Şîa dimeşînin. Ev rewş bi çavkaniyên îdeolojîk û çandî yên desthilatdariyê re têkildar e. Di rastiya Kurd a Îranê de çanda serdest ji dînî û mezhebî bêhtir etnîk û qewmî ye. Di nava çanda Şîa de xisletên qewmî yên Fars û Azeriyan bêhtir qels dibin, lê pirraniya Kurdên ji ber dijberiya xwe ya li beramberî çanda fermî ya Şîa xisletên xwe yên qewmî parastine. Li aliyê din, Kurdên Şîa yên hindikayî ne, û Kurdên Lor (Yek ji şaxên çandî yê Kurdan ê herî kevin) xisletên wan ên qewmî jî qels bûne. Di nava çanda Şîa de zû asîmîle bûne. Li Rojhilatê Kurdistanê di pêkhatina nasnameya Kurd a hemdem de pareke girîng a bandora berxwedanên 1806 yên bi pêşengiya Babanzadeyên Soran hene ku heta roja me ya îro dewam kirin.
Îran a Şîa bi awayekî kategorîk ji hebûna qewmên Tirkmen, Fars û Kurdan ên li dijî Îslama Sunnî ya desthilatdar hevgirtine, pêk hatiye û ava bûye. Kurdekî xwedî ocax ê bi navê Şêx Sefiyuddîn bingehê mezhebê Sefewiyan daniye. Şêx Sefiyuddîn di heman demê xanedanê pêşî yê Şîiyan e. Bi demê re xanedanên bi giranî Tirkmenên Şîî yên li dijî xanedanên Tirk ên Osmanî yên Sunnî jî bi nexweşiya desthilatdariyê ketin û nikarîbûn xwe ji vê bikin. Ji konfederasyoneke siyasî ya bi giranî xwe disipêre rêûresmên demokratîk ber bi sîstemeke dewletê ya bi giranî xwe disipêre burokrasiya navendî ve vediguhere. Şîatî jî bûye parçeyekî îdeolojiya desthilatdariyê. Herçiqasî beşek wê ya girîng bi rêûresmên antî-desthilatdar heta roja me ya îro hatiye jî Îslama Şîa jî mîna Îslama Sunnî desthilatperest û dewletperest e. Bi awayekî balkêş pirraniya Kurdên Îranê bi rêûresmeke Îslamî yê ne hişk li dijî desthilatdariyên Şîa temsîla muxalefetê dike ango temsîla rastiyê dike. Kurdîtiya hemdem a Îranê ji serê sedsala 19. ve hewl daye li dijî desthilatdariyên Şîa şikil bide xwe. Serîrakirina Simko di sala 1920’î de, ezmûna Komara Mahabadê di sala 1946’an de vê rastiyê îfade dikin. Ev rêûresm û rastiya berxwedanê, herî dawî bi helwesta xwe ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê ya bi pêşengiya Xumeynî (desthilatdariya despotîk a Îranê) xwe careke din piştrast kiriye. Hem Sunnîtî, hem jî Şîatî, çandên Îslamî yên desthilatparêz li ser Kurdan mîna kirasekî li wan nayê, mîna kirasekî gemarî yê bi darê zorê li wan kirine, disekinin. Kurd dema firsendê dibînin nabînin van kirasên gemarî û qirêj ji xwe dikin û bi kirasên çandî yên heqîqeta xwe, xwe gurçûpêç dikin.
* Ev danehev ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Îranê ji parêznameyan ji alî Akademiya Zanista Civakî a Abdullah Ocalan hat berhevkirin.














