Gelo Kurd naxwazin fêrî Kurdî bibin?

Nûçeyên Dosye

În 15 Gulan 2026 - 18:00

  • Li Elmanyayê rewşa zimanê Kurdî roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe. Li saziyên girêdayî KON-MEDê ku bi tevahî ji 49 komeleyan pêk tê, tenê 16 kursên kurdî hene! Pedagog Emîne gozen û serokê KON-MEDê Kerem Gok sedem û bingeha vê rewşa xerab rave kirin.

 

 

ARAT ARARAT

Li gorî agahiyên ku min ji Hevserokên federasyonên FED-KURD, FED-MED, FED-DEM, FED-GEL û FCDK-KAWA yên girêdayî Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Almanyayê (KON-MED) girtine; li seranserê Almanyayê ji 49 komeleyên girêdayî federasyonan tenê di 16’an de kurs hene. Hejmara xwendekarên ku beşdarî kursên heyî dibin 177 kes in.

Em ji bersivên mîna “Ez fêm dikim lê nikarim biaxivim“, “Dê û bavê min fêrî min nekirin“, “Li dora me her tim tirkî dihat axaftin“ ne xerîb in. Bi rastî ev bersivên ku em xwe pê dixapînin in. Bersivên ku tê de tembelî gihîştiye lûtkeyê ne. Di serdemeke ku îmkan di asta herî bilind de ne, rastiyeke me ya civakî ya trajîk heye ku ji bo fêrnebûna zimanê xwe yê dayikê li ber xwe dide.

Hem li Kurdistanê hem jî li dîasporayê em bi vê rastiyê re rû bi rû ne. Ji siyasetmedar bigire heta hunermendan, ji akademîsyenan heta rewşenbîran divê herkes xwe berpirsiyar bigire. Li gorî lêkolîna saziya Qada Polîtîkayên Civakî ya ku di sala 2024’an de li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê di navbera Kurdistaniyan de kiriye, rêjeya kesên ku li malê bi kurdî diaxivin %42,2 ye.

Eleqeya ji bo kursan kêm e

Ji 49 komeleyên li Almanyayê tenê di 16 komeleyan de kurs hene. Eleqeya ji bo kursên heyî jî pir kêm e. Di destpêkê de gelek qeyd tên çêkirin lê bi hejmareke kêm mirov diçe serî yan jî berî ku temam bibe tê betalkirin. Kurs bi rengekî bêserûber dimeşin. Tê gotin ku pirsgirêka mamoste û cîh heye. Bêeleqebûna rêveberên saziyan û neaxaftina wan a bi kurdî di nav civakê de dibe sedema bertekan. Di hin kursan de rewş tenê di asta nîşandanê (formalîte) de dimîne. Em ê hewl bidin tabloya derketî holê ji aliyê pedagojîk, siyasî, rêxistinî û zanistî ve hinekî binirxînin. Me agahiyên ku ji herêman girtine, aliyê pedagojîk ê mijarê, encamên siyasî û berteka civakî nirxand û em van nirxandinan bi we re parve dikin.

 

Li Almanyayê 49 Komeleyên girêdayî 5 Federasyonan

Wekî tê zanîn Kurd li Almanyayê di bin sîwana 5 federasyonên xwedî statuya qanûnî û 48 komeleyan de, bêyî ku yek qurişî ji dewleta Alman bigirin, bi hêza xwe ya aborî xebatên siyasî û çandî dimeşînin. Me rewşa kursên kurdî di van komeleyan de hinekî lêkolîn kir. Encamên ku hatine pir ecêb û xemgîn in. Ji 49 komeleyan tenê di 16’an de kurs hene. Hejmara kesên beşdarî kursan dibin 177 e. 

Çima zarok eleqeyê nîşan nadin

Me nêzîkatiya li zimanê dayikê ji aliyê zanistî ve ji pispora kar pirsî. Çima Kurd xwedî li zimanê xwe dernakevin? Çima zarok eleqeyê nîşan nadin? Me li bersiva pirsên wekî bandora asîmîlasyonê geriya. Pedagoga Civakî Emîne Gozen a ku me serî li ramanên wê da, daxuyaniyên girîng dan.

Pedagoga Civakî Emîne Gozen a ku sedemên bêeleqebûna civaka Kurd bi giştî li dîasporayê û bi taybetî li Almanyayê ya li hemberî zimanê dayikê bi nerîneke zanistî dinirxîne, tespîtên girîng dike û dibêje: ‘‘Ev rewş ewqas pirqatî ye ku nabe tenê ji bo sedemekê were daxistin.“ û ji aliyê pedagojîk ve vê nirxandinê dike: ‘‘Dema ku mirov ji aliyê pedagojîk ve lê dinêre, kêmkirina eleqeya zarokên Kurd ên nifşê sêyemîn a li Almanyayê ya li hemberî Kurdî; dikare wekî encameke ku di xala gihîştina malbat, dibistan, civak û pêvajoyên pêşketina nasnameyê de derketiye holê were nirxandin.“

 

Çima eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe?

Emîne Gozen dibêje: ‘‘Qelsbûna eleqeya nifşê sêyemîn a di nav dîasporaya Kurd a li Almanyayê de, mînakeke tîpîk a pêvajoya 'windakirina ziman' e ku di civakên koçber de gelek caran tê dîtin.“ Gozen destnîşan dike ku ev rewş nabe tenê bi pêvajoyeke asîmîlasyona xwezayî were ravekirin û gelek faktorên pedagojîk, sosyolojîk û psîkolojîk di nav de ne. Gozen qelsbûna eleqeya ji bo zimanê Kurdî di 6 sernavan de bi me re parve dike:

 

  1. Veguhastina Ziman di Nav Malbatê de û Şikestin

Qada herî krîtîk a fêrbûna ziman malbat e. Nifşê yekem ê koçberên Kurd bi gelemperî Kurdî bi awayekî aktîf bi kar tînin, nifşê duyem piranî dulingî (bi du zimanan) mezin dibe. Lê di nifşê sêyemîn de ev zincîr dişke. Ji aliyê pedagojîk ve ev tê wateya qutbûna ‘‘veguhastina zimanê mîratî“. Sedemên bingehîn ên vê:

  • Dê û bav axaftina bi Almanî ya bi zarokan re wekî „bi fêdetir“ dibînin.
  • Kurdî ji aliyê perwerde û kariyerê ve wekî zimanekî fonksiyonel nayê dîtin.
  • Di nav malê de jî zimanê serdest dibe Almanî.
  1. Sîstema Dibistanê û Statuya Ziman

Tevî ku li hin eyaletên Almanyayê Kurdî wekî dersa bijartî tê pêşkêşkirin jî:

  • Berdewamî û sazûmaniya dersan sînordar e.
  • Kêmasiya mamoste û materyalan tê jiyîn.
  • Kurdî nikare bi zimanên ‘‘statuya wan bilind“ wekî Almanî an Îngilîzî re pêşbaziyê bike. Lê ji bo zarokan motîvasyona fêrbûna ziman bi giranî bi prestîja civakî ya wî zimanî ve girêdayî ye. Kurdî di vê çarçoveyê de dikare di kategoriya ‘‘zimanê prestîja wî kêm“ de were fêmkirin.
  1. Pirsgirêka Nasname û Têkiliyê

Di dema balixbûnê de takekes nasnameya ku aîdî wê ne ji nû ve pênase dikin. Ji bo ciwanên Kurd ên nifşê sêyemîn:

  • Daxwaza ‘‘aîdbûna civaka Alman“ dikare girantir bibe.
  • Nasnameya Kurdî carinan nexuya dibe yan jî di plansaziya paşîn de tê girtin.
  • Heger hevsengiya nasnameya pirjimar (Alman + Kurd) neyê avakirin, ya serdest tê tercîhkirin. Di vê pêvajoyê de ziman dikare ji barkêşiya nasnameyê derkeve.
  1. Asîmîlasyon û Têgihîştina Ziman a Hundirîn

Bi taybetî ji bo Kurdên Bakur, qedexe û zextên ziman ên ku bi dîrokî hatine sepandin, ne tenê bandorên fîzîkî lê bandorên psîkolojîk jî afirandine. Ev rewş di wêjeya pedagojîk de bi têgehên mîna:

  • Stîgmaya ziman a hundirîn (biçûkdîtina ziman)
  • Winda kirina xwebaweriya zimên
  • Veguhastina şerma çandî tê ravekirin. Hin dê û bav bi zanebûn yan jî bêzanebûn:
  • Dikarin Kurdî bi ‘‘paşvemayînê“ re têkildar bikin.
  • Ji bo ku zarokên wan rastî cudakariyê neyên, dikarin Almanî teşwîq bikin.
  • Dikarin tercîh bikin ku zexta ku wan bi xwe jiyaye, di ser ziman re derbasî zarokên xwe nekin. Em dikarin vê wekî ‘‘şermkirina ji zimanê xwe“ yan jî ‘‘xwedî derneketin“ pênase bikin. Lê belê divê were destnîşan kirin ku ev bi serê xwe ne ravekirineke têrker e.
  1. Kultûra Dîjîtal û Ekosîstema Ziman

Zarokên îroyîn di nav hawirdora dîjîtal de mezin dibin:

  • YouTube, TikTok, lîstik û medyaya civakî bi giranî bi Almanî yan Îngilîzî ne.
  • Hilberîna naveroka Kurdî sînordar e û materyalên ku bang li zarokan dikin kêm in. Ziman ne tenê tiştekî ku tê fêrbûn e, tiştekî ku tê ‘‘jiyîn“ e. Heger zarok Kurdî di jiyana xwe ya rojane de bi kar neyne, ziman pasîf dibe.
  1. Encama Pedagojîk

Em dikarin vê tabloyê ji aliyê pedagojîk ve wiha kurt bikin:

  • Fêrbûna ziman pêdivî bi motîvasyon, rûbirûbûn (marûzman) û karanîna watedar heye.
  • Kurdî di her sê qadan de jî di pozîsyoneke nebaş de ye.
  • Di navbera malbat, dibistan û civakê de lihevkirineke xurt a polîtîkaya ziman tune ye.

Polîtîkayên asîmîlasyonê faktoreke girîng e

Wekî encam, Pedagoga Civakî Emîne Gozen destnîşan dike ku bêeleqebûna zarokên Kurd ên nifşê sêyemîn a li Almanyayê tenê bi tercîhên takekesî nabe were ravekirin. Ew sedemên vê rewşê girê dide bi hevbandoriya dînamîkên pirqatî yên wekî ‚‘Guhertina di navbera nifşan a piştî koçberiyê, Statuya civakî ya ziman, Polîtîkayên perwerdeyê, Avakirina nasnameyê û mîrata psîkolojîk a zextên dîrokî“. Gozen xêz dike ku bandora polîtîkayên asîmîlasyonê ya li ser dê û bavan bêguman faktoreke girîng e û bi taybetî di warê xwebaweriya ziman de roleke cidî dilîze; lê belê di çarçoveya Almanyaya îroyîn de divê ev bandor ligel faktorên din ên pedagojîk û sosyolojîk were nirxandin.

 

 

Berî her tiştî divê em rexnedayîna xwe bidin

Me tabloya ku ji encamên 5 federasyonên li Almanyayê pêk tê bi Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok re parve kir û sedemên tabloya derketî holê pirsî. Çima komele di vê rewşê de ne? Çima ji 49 komeleyan tenê di 16’an de kurs tên dayîn? Kerem Gok piştî hevoka xwe ya yekem a ku got ‘‘Divê em rexnedayîna xwe ya xweser bidin“, wiha berdewam kir: ‘‘Mijareke pir girîng e. Ji bo hebûna gelê Kurd pir girîng e. Bêguman di xebatên me yên zimanê dayikê de, di nêzîkatiyên me de û di xwedîderketinê de kêmasiyeke mezin heye. Ev bi serê xwe mijareke cidî ya rexnedayîna xweser e.“

 

Pirsgirêka bêhestiyariyê heye

Kerem Gok bal kişand ser ku malbat di qanîkirina zarokên xwe de pirsgirêkan dijîn û sedemên pirsgirêkê wiha anî ziman: ‘‘Zarokên ku li malê bi kurdî diaxivin jixwe nayên kursan. Lê dê û bavên ku li malê bi zarokên xwe re bi kurdî napevîvin yan jî nizanin, nikarin zarokên xwe qanî bikin, teşwîq bikin û bişînin kursan. Divê em tespîtekê zelal bikin. Piraniya malbatên ji Bakurê Kurdistanê li malên xwe bi tirkî diaxivin, karên xwe bi tirkî dimeşînin. Dibêjin ji bo ku em li Almanyayê bijîn em mecbûr in Almanî bizanibin. Tê gotin ku Kurdî bi kêrî karê me nayê. Di nêzîkatiya li zimanê dayikê de pirsgirêka bêhestiyariyê (duyarsizlik) heye. Pirsgirêkek îdeolojîk heye. Bi sedan sal e polîtîkaya înkar û îmhayê hat meşandin. Îro hebûna Kurd tê qebûlkirin lê îmha berdewam dike. Kurd ji aliyê fîzîkî, psîkolojîk û ruhanî ve rastî komkujiyê tên.“

Sazî li dijî asîmîlasyonê xemsar in

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok bal kişand ser qetlkirinên ‘‘nerm“ ên ku bêyî bala civakê bikişînin tên kirin û got: ‘‘Navê vê asîmîlasyon e. Em ji vê re dibêjin komkujiya nerm. Nexwe di sekna li dijî van komkujiyan de peywir dikeve ser milê me. Dikeve ser milê meclîsên me. Dikeve ser milê kesên ku dibêjin ez welatparêz im û li dijî asîmîlasyonê ne. Peywir dikeve ser milê federasyonan, saziyên baweriyê, hemû saziên Kurdistanî û partiyên siyasî. Mixabin di xebata me hemûyan de sistbûn (gevşeklik) heye. Di hemû kongreyên me de em balê dikişînin ser girîngiya zimanê dayikê, raporên me bi kurdî tên nivîsandin, civînên me bi kurdî tên kirin. Di meclîsan de jî rewş wiha ye. Di nav çanda me ya têkoşînê de me pirsgirêka zimanê dayikê nekir rojeva yekemîn. Em bi cidî li ser nesekinîn. Tevî van hemûyan, axaftina bi tirkî ya hin hevalên di nav têkoşînê de ya bi hev re jî heye. Gelê me van dişopîne û rexne dike. Dayikên me me rexne dikin. Ji ber vê yekê ciddiyet lazim e. Ma hûn dikarin bifikirin ku Almanek bêje 'Ez Alman im lê Almanî nizanim'? Bi heman awayî heger Kurdek dibêje ez Kurd im, divê Kurdî bizanibe. Divê biaxive. Em dikarin zimanê xwe tenê bi vî rengî biparêzin. Di nav me de êdî nezanîna kurdî bûye tiştekî asayî. Divê em vê fêmkirinê mehkûm bikin. Divê em di hînbûna kurdî de biîsrar bin. Divê em şopdar bin. Divê em ji îmkanan sûd werbigirin.“

 

Em ê xwedî li zarok û ciwanan derkevin

Me ji Kerem Gok pirsî ku ew ê wekî Konfederasyon li dijî vê metirsiyê çi tedbîran bigirin û gelo projeyên wan hene yan na? Gok got ku ji bo avakirina civaka axlaqî û polîtîk a li gorî ruhê serdema nû, ew ê giranî bidin projeyên ji bo zarok û ciwanan û wiha got: ‘‘Êdî em ê di komeleyan de li kêleka zimanê dayikê, dest bi kursên alîkariyê (Nachhilfe) yên ji bo dersên dibistanê yên wekî Almanî, Îngilîzî, Matematîk, Fîzîkê bikin. Em ê van kursan di komeleyên me de belav bikin. Xaleke din, li Ewropayê di nav ciwanan de çetebûn heye, metirsiya dîjîtal heye, rewşa ketina nav adabên xirab heye. Ev wekî vîrusekê mezin dibin. Em ê di warê civaka axlaqî û polîtîk de di nav xebatekê de bin. Di xebatên serdema nû de em ê di komeleyên me de ji bo pêşketina axlaqî ya zarok û ciwanên me bêtir dem veqetînin. Ev rewş dê bandoreke erênî li civakê jî bike. Bi vê re çalakiyên çandî jî tên pêşxistin, mezin kirin û pêşkêşî xizmeta gel tê kirin. Hunerên zarokên me jî derdikevin holê. Li dijî qirkirina çandî dê sekneke me ya wiha hebe. Em xwe wekî berpirsiyarê van xebatan dibînin. Em ê wekî wezîfeyeke wijdanî, axlaqî û neteweyî nêzîk bibin.“

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.