
- Husnu Gungor ku zêdetirî 50 sal in li Dêrsimê hosteyê baxlemeyê ye, bal kişand ser têkiliya di navbera Kirmanckî û çand û baweriyê de û diyar kir ku Kirmanckî tê jibîrkirin.
Kirmanckî ku di Atlasa Zimanên Di Xetereyê de ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de di nav zimanên windabûyî an jî di xetereyê de cih digire, her ku diçe winda dibe. Dêrsim, Çewlîg, Amed, Erzîngan û Gimgim jî di nav de hejmara axaftvanên Kirmanckî li gelek deveran kêm dibe. Her çend ji hêla saziyan ve ji bo Kurdî û zaravayên din hewldan an kampanya hebin jî, ji ber gelek sedeman, di serî de asîmîlasyona çandî, zimanên dayikê qels dibin.
Husnu Gungor ku zêdetirî 50 sal in li Dêrsimê hosteyê baxlemeyê ye, bal kişand ser têkiliya di navbera Kirmanckî û çand û baweriyê de û diyar kir ku Kirmanckî tê jibîrkirin.
Gungor ku nasîna wî ya muzîkê di pola sêyemîn a dibistana seretayî de dest pê kir, ne tenê baxlemeyê û amûrên din ên bitêl tamîr dike, di heman demê de bi gotina newayên bi zimanê xwe yê zikmakî hewl dide zimanê xwe yê dayikê zindî bihêle. Gungor, bal kişand ser girîngiya baxlemeyê ji bo Elewiyan û got: "Têkiliyeke min a baş bi muzîkê re heye. Stranên min jî hene. Ji bilî min kes li malê nastrê. Ez bi gelemperî stranan bi Kirmanckî dibêjim. Zimanê me çanda me ye. Dema ku mirov bi zimanê xwe, gundê xwe, cîranên xwe, jiyan, evîn stranan dibêje gelek tişt tên bîra mirov. Ger hest tune be, tu nikarî bistrê. Ger tu hestên xwe bi zimanê dayika xwe vebêjî, ew hîn xweşiktir dibe. Her ziman ji bo deverên din girîng e, lê zimanên din ne mîna zimanê dayika me ne; ew heman hestan dernaxin holê. Wekî ku em dibêjin, 'Her vaş koka xo ser rewina, Her teyr zonê xode waneno' (Giya li ser koka xwe şîn tê). Em jî heman tiştî dikin. Tenê zimanê me ji bo me bedew e."
‘Divê zarok fêrî zimanê dayikê bibin’
Gungor destnîşan kir ku stran û newayên bi zimanê dayikê êdî wekî berê nayên hilberandin û got ku ziman û çand bi hev ve girêdayî ne. Gungor got: "Dema ku em zimanê xwe ji bîr bikin, em ê her tiştî winda bikin. Divê her kes zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bike. Divê zarok hemû zimanan fêr bibin, lê çêtir e ku ew zimanê dayikê fêr bibin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin da ku zarokên me jî bi vî zimanî biaxivin. Di vî warî de di dema me de çêtir bû, lê nifşê niha xirabtir e; wan zimanê dayikê ji bîr kiriye. Niha, heke li bajarê me kar hebûya, em ê neçûna tu derê. Çima ez ê biçim welatekî din bixebitim? Em tiştekî hilnaberînin. Ji ber vê yekê, mirov pêşeroja xwe li vir nabînin û diçin derveyî welêt. Axirê, ew ziman û çanda xwe ji bîr dikin."
‘Li gund her kes bi Tirkî diaxive’
Gungor wiha domand: "Zimanê dayikê jî ji ber vê sedemê tê jibîrkirin: Ger ez bi kesekî ku tê mala min bi zimanê xwe yê dayikê neaxivim, ew jî bi zimanê xwe yê dayikê naaxivin. Ger ez bi Tirkî biaxivim, ew jî dê bi Tirkî biaxivin. Mezinên me jî wiha bûne. Bê guman, ev yek min aciz dike. Me gelek tişt ji bîr kiriye. Baweriya me jî li ser zimanê me ye. Mînak, dayîna gulbangekê bi zimanê dayikê ji dayîna wê bi Tirkî cuda ye. Dayîna wê bi zimanê dayikê hesteke cuda dide der. Mînak, dema ku xwarinek tê pêşkêşkirin, dayîna gulbangekê bi zimanê dayikê xweş tê, lê heke hûn wê bi Tirkî bidin ew ne wekî berê ye. Baş dibe ku em stranên bi zimanê xwe çêbikin, lê ne wekî berê ye. Heta niha jî, beytên ku ji bo Terteleya 38'an hatine nivîsandin tên gotin. Çima? Ji ber ku ew jiyanê vedibêjin. Niha em diçin gundê xwe, lê her kes bi Tirkî diaxive. Divê her kes bi zimanê xwe biaxive, çand û baweriya xwe biparêze."
UĞURCAN BOZTAŞ- MA/DÊRSIM








