
- Kovarên Kurdî yên destpêkê, veguherîna meseleya zimanê dayikê ji berbiçavbûna wê ya destpêkê heta sazûmankirina wê, bi nêzîkatiyên cuda û di çarçoveyên civakî yên cuda de, gav bi gav didin der.
Kovarên destpêkê ên çapemeniya Kurdî, mijara zimanê dayikê ne tenê wekî gengeşeyeke zimanî, lê wekî yek ji hêmanên girîng ên veguherîna civakî û avakirina nasnameyê esas girtine. Ev xeta weşanê ku ji 1913'an heta 1945'an dirêj dibe, îşaret bi pêvajoyeke hayjêhebûna ji zimanê Kurdî ber bi avakirina hişmendî, sazûmanî û bikaranîna berdewam ve dike. Her çend kovar di astên cuda de li ser mijara zimanê dayikê sekinîbin jî, ew xeteke hevpar a veguherînê ava dikin. Di nivîsên destpêkê de, zimên wekî qadeke bipirsgirêk xuya dike, lê di serdemên paşîn de ew li pey hev dibe hişmendiyek, projeyek û hêdî hêdî şêweyeke damezrandî ya bikaranînê.
Şiyarbûn û avakirin
Qonaxa yekem a vê veguherînê di "Rojî Kurd" (1913) û "Hetawî Kurd" (1913-1914) de berbiçav dibe. Ev kovar, di çarçoveya şiyarbûneke civakî de li ser mijara zimanê dayikê disekinin. Zimanê Kurdî, çendî zimanê axaftinê be jî, lê di warê nivîskî de wekî qadeke paşverû û paşguhkirî tê pênasekirin. Ev rewş, ne tenê wekî kêmasiyeke zimanî, di heman demê de wekî nîşaneyeke paşverûtiya civakî jî tê dîtin. Ji ber vê yekê, giraniya sereke ya vê serdemê ne li ser parastina zimên, lê li ser pêşxistin û jinûveavakirina wî ye. Hewldanên ji bo alfabeyê, lêkolînên ferhengî, pêşniyazên rêziman û zimanê perwerdeyê nîşaneyên berbiçav ên vê nêzîkatiyê ne. Ziman, ne tenê wekî amûreke ragihandinê, lê wekî şerteke bingehîn ji bo hilberîna zanînê û pêşkeftina civakî tê nirxandin.
Di vê çarçoveyê de, di nivîsan de zimanekî gazîker ê bihêz derdikeve pêş. Berpirsiyariya ku li ser rewşenbîran tê danîn, pêşxistina zimanê dayikê vediguherîne karekî kolektîf. Bi vî awayî, meseleya zimanê dayikê ji meseleyeke takekesî wêdetir diçe û dibe qadeke seferberiya civakî. Di kovaran de yekser bikaranîna Kurdî, aliyê pratîkî yê vê nêzîkatiyê pêk tîne. Ziman, ne tenê dibe nirxeke parastî, di heman demê de dibe amûreke ku bi awayekî çalak were bikaranîn û ev bikaranîn xuyabûna Kurdî di raya giştî de zêde dike.
Her wiha, di paşxaneya vê serdemê de fikareke xurt li ser windabûna potansiyel a zimên tê hîskirin. Paşguhkirina Kurdî bi berdewamî tê tekezkirin û ev yek zimanê hişyarker ê nivîsan diyar dike. Bi vî awayî, di van her du kovaran de, mijara zimanê dayikê li dora şiyarbûn, avakirin û fikaran dirûv digire.
Hest, bîr û aidîyet
Piştî vê xeleka destpêkê, "Jîn" (1918-1919) meseleya zimanê dayikê digihîne asteke hestyarî û civakîtir. Di vê heyamê de, Kurdî ne tenê wekî amûreke ragihandinê, di heman demê de wekî hilgirê hestên neteweyî û bîra kolektîf jî tê destnîşankirin. Di kovarê de, pabendbûna bi zimanê dayikê, bi hesteke xurt a aîdiyetê tê damezrandin. Bi taybetî, girîngiya ku li ser xwendina nivîsên olî bi Kurdî tê danîn nîşan dide ku zimên bûye nirxeke civakî. Di vê çarçoveyê de, Kurdî wekî hêmaneke kûrtir û qîmettir derdikeve pêş.
Ev nêzîkatî, di zimanê nivîsan de jî xuya dike. Nivîs ji agahdarîkirinê wêdetir, xwe li şêwazeke livûtevgerê digirin. Her çend tekezî li ser pêwîstiya bikaranîna zimanê dayikê di warên giştî û olî de bê kirin jî, armanc ew e ku xuyangiya zimên zêde bibe. Ligel vê, Jîn girêdaneke xurt di navbera zimanê dayikê û bîra kolektîf de ava dike. Di têmayên şer û wêrankirina civakî de, ziman wekî hêmaneke ku êşên rabirdûyê hildigire tê destnîşankirin. Di heman demê de, kovar ramana jinûveavakirina siberojê bi rêya zimanê dayikê pêş dixe. Lêbelê, di vê heyamê de, mijara zimanê dayikê hîn negihîştiye asta polîtîkayeke zimanî ya sîstematîk an jî binyadeke (struktur) sazûmanî.
Hewldana sazûmanî û standartdîzasyonê
"Hawar" (1932-1943) ku xeleke din a vê xetê temsîl dike, di meseleya zimanê dayikê de nêzîkatiyeke sîstematîktir dide der. Bi vê kovarê re, Kurdî êdî ne mijara gaziyeke ji bo şiyarbûnê ye; daxilî pêvajoyeke avakirina zimên a plansazkirî tê kirin. Hawar, dibe weşaneke xwedî wesfa avakirina zimên. Armanc ew e ku Kurdî wekî zimanekî nivîskî bi bikaranîna alfabeya Latînî, pîvanên rastnivîsê û xwendina nivîsan standardîze bibe.
Di vê serdemê de, nêzîkatiya ji bo zimên jî bi awayekî berbiçav diguhere. Li şûna bêjara (dîskurs) hestyarî û gazîker a serdemên berê, nêzîkatiyeke teknîkî û didaktîktir cih digire. Pirsa parastina zimanê dayikê, cih dide pirsên awayê nivîsandin û hînkirina wî. Di heman demê de, rola rewşenbîran jî diguhere. Rewşenbîr, êdî ne aktorek e ku ziman diparêze, dibe avakerê zimên û sîstematîkkirina wî.
Bikaranîna berdewam a zimên
"Ronahî" (1942-1945) ku xeleka dawî ya vê pêvajoyê pêk tîne, nîşan dide ku mijara zimanê dayikê gihîştiye qonaxeke berdewamiyê. Di vê kovarê de, Kurdî êdî ne cihê nîqaşê ye, wekî zimanekî ku gihîştiye qonaxeke berdewamiyê berbiçav dibe. Gengeşe û fikarên serdemên berê, cih didin bikaranîneke biîstiqrartir; ziman bêyî ku pêdivî bi xweîspatkirinê bike hebûna xwe didomîne.
Di vê demê de, qada bikaranîna Kurdî jî berfireh dibe. Ne tenê pirsgirêkên herêmî, di heman demê de mijarên siyasî û civakî jî bi vî zimanî tên bilêvkirin. Ev, nîşan dide ku ziman gihîştiye binyadeke fonksiyoneltir û berfirehtir. Di heman demê de, zimên ji hînkirineke yekser wêdetir, vediguhere hînkirineke bi rêya bikaranînê. Hilberîna nivîsê ya berdewam, bi her awayî esasgirtina zimanê dayikê pêk tîne. Di vê serdemê de, rewşenbîr jî, êdî ne ew aktor in ku zimên gengeşe bikin, êdî dibin aktorên ku bi wî zimanî hildiberînin.
Şopên veguherînê
Dema ku ev qonax hemû bi hev re tên nirxandin, tê dîtin ku kovarên destpêkê yên Kurdî, mijara zimanê dayikê di pêvajoyeke temamker de esas girtine. Rojî Kurd û Hetawî Kurd tekezî li ser şiyarbûn û avakirinê; Jîn li ser hestyarî û bîrê; Hawar li ser sazûmanîkirinê û Ronahî jî li ser bikaranîna berdewam a zimên sekinîne. Bi vî awayî, Kurdî her çûye ji qadeke bipirsgirêk ber bi pratîkeke zimanî ve çûye ku hêdî hêdî hatiye sazkirin, sîstematîkkirin û bikaranîn. Ev xet, veguherîna ku Kurdî wekî hêmaneke civakî û çandî derbas kiriye, berbiçav dike.
RÊDÛR DÎCLE-MA/AMED







