‘HAWAR’ bajar bi bajar digere

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Gulan 2026 - 16:30

  • Ayhan Erkmen ku bi salan bi rêya çîrokbêjiyê û xebatên şanoyê di warê çanda Kurdî de kedê dide, bi lîstika xwe ya nû "Hawar" mîrateya Mîr Celadet Alî Bedîrxan tîne ser dikê. Erkmen ku ji bo tûrneya xwe amadekariyan dike, got: "Mîr Celadet dibistaneke ramanê ye di zimanê Kurdî de; bi vê lîstikê, em dixwazin pirekê di navbera duh û îro de ava bikin."

Ayhan Erkmen ku li gel parêzeriyê heşt sal in bi çîrokbêjî û şanoyê re mijûl dibe û piştî lîstika xwe ya "Sirgûn" bala xwe daye kovara Hawarê, ku yek ji xalên herî girîng ên guherîna dîroka ronakbîriya Kurdî ye. Erkmen ku pêşandana xwe ya yekkesî ya bi navê "Hawar" pêşkêşî temaşevanan kir, li ser naveroka lîstikê, helwesta Mîr Celadet û gera xwe ya pêşerojê ya ku bi Roja Zimanê Kurdî re hevdem e axivî.

Erkmen diyar kir ku dema nivîsandina lîstikê, wî 57 hejmarên berhevoka Hawarê bi baldarî lêkolîn kiriye, bal kişandiye ser Ehmedê Fermanê Kîkî û Şêx Ebdurehmanê Garisî ku Celadet Alî Bedîrxan ji wan îlham girtiye. Erkmen anî ziman ku şano jiyana Bedîrxan li Şamê, çalakiyên wî yên dîplomatîk û dibistana ramanê ya ku wî li ser zimanê Kurdî ava kiriye nîşan dide û got: "Mîr Celadet stran, çîrok û mijarên ku ji hêla Ehmedê Fermanê Kîkî ve bi devkî hatine vegotin, bi nivîsandina wan nemir kiriye. Ji aliyekî din ve, Şêx Ebdurehmanê Garisî ku dîroka eşîrên li herêma Kurdistanê nivîsandiye û perwerdehiya medreseyê wergirtiye, piştî Ehmedê Xanî û Şêx Seîd mamosteyê sêyemîn ê herî mezin ê Mîr e. Bi vê lîstikê, em hem van têkiliyan û hem jî dostaniya kûr a ku Mîr bi gelê Kurd ê li Şamê re ava kiriye vedibêjin." 

‘Ziman, tekane çeka bindestan e’

Erkmen gotinên Mîr Celadet bi bîr xist, "Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenaskirin e," û got: "Wekî ku Mîr gotiye; dema ku gelek teslîm dibe, heke ola zordar û bindestan yek be, bindest tenê bi yek çekekê dimînin, ew jî ziman e. Îro, gelê Kurd hewce dike ku zimanê xwe biparêze ku çeka wan a sereke ye. Ev şano ji bo min dayîna deynekî ye. Celadet Alî Bedîrxan kir ku ez ji Kurdî hez bikim."  

Erkmen ku pêşandana yekem a lîstikê li bajarê xwe yê jidayikbûnê Qersê li dar xist, ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat. Erkmen diyar kir ku bilêt çend roj berê hatine firotin û ragihand ku ew ê di çarçoveya pîrozbahiyên 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de dest bi gerê bike.

Dê "Hawar li van bajaran bê bîşandan' 

*15-16 Gulan: Stenbol

*17 Gulan: Cizîr 

*18 Gulan: Amed 

*19 Gulan: Sêwreg

MA/QERS

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.