• Pêkhateyên Sûriyeyê daxwaz dikin ku zimanê wan di destûra Sûriyeyê de bê naskirin, çand û dîroka wan were parastin û daxwaz dike ku zimanê wan bibe yek ji zimanên perwerdeyê yê Sûriyeyê.

 

Berpirsa Saziya Olaf Tau Sofya Yûsif û endama Meclisa Rêveber a Saziya Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metelî di derbarê mijarê de axivîn.

Sofya Yûsif got ew ji sala 2015`an ve daxwaz ji dewleta Sûriyeyê dikin ku zimanê suryanî bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê. Sazî û mamosteyên wan ên zimanê suryanî hene. Di saziyên zimên de tenê hîn bûna ziman têra wan neke. Zarokên wan daxwaz dikin ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Mafê hemû pêkhateyan heye ku bi zimanê xwe biwînin. Ziman nasnamea wan e, li Sûriyeyê kevnar e û ew daxwaz dikin ku di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.

Sofyayê diyar kir ku ji ber zimanê suryanî ne fermî ye, gelê suryanî ji zimanê xwe dûrketiye û her kes fêrî zimanê xwe nabe.

‘Ax û kevirên Sûriyeyê şahid in’

Endama Meclisa Rêveber a Saziya Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metlî jî got zimanê suryanî zimanê gelê Suryan e, ew daxwaz dikin ku bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê û got: “Sûriye dergûşa şaristaniyan e. Ax û kevirên Sûriyeyê şahid in ku gelê Suryan yek ji neteweyên kevnar ê Sûriyeyê ye. Ji mafê wan e ku li dibistanan zimanê suryanî hebe. Em tê dikoşin da ku zimanê suryanî veguhêzin neslên nû û daxwaz ji hikumeta Sûriyeyê dikin ku cidî nêzî daxwazên ziman bibe. Heke zimanê suryanî bikeve bernameya perwerdeyê dê çand û zimanê me bê parastin.” ANHA

***

Li Amedê konsera Xêro Abbas heye

Xêro Abbas dê 28ê Çiriya Paşîna 2026an li Amedê derkeve ser dikê. Hunermend dê di konserê de ji bilî berhemên xwe yên klasîkbûyî, stranên ku di albuma wî ya nû de cih digirin jî cara yekem ji bo guhdaran bistire.

Xêro Abbas ê ku bi dengê xwe yê bihêz û şêwaza xwe ya taybet xwedî girseyeke berfireh a guhdaran e, dê roja şemiyê 28ê Çiriya Paşîn bi muzîkhezên Amedê re bicive.

Konser dê saet 20:00î li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) bê lidarxistin. Hunermend dê di vê konserê de bi repertuwareke taybet a ku ji berhemên wî yên hezkirî pêk tê derkeve pêşberî guhdaran.

Yek ji beşên herî balkêş ên şevê jî dê ew be ku Abbas dê stranên di albuma xwe ya nû de cara yekem bistire.

Hunermendê navdar dê hefteyên borî li Hewlêrê jî konserek bida lê piştî karesata lehiyê konsera wî hatibû paşxistin. AMED

***

Mûyên serokê xwe firotin

Mûyên serê yekem serokê DYA'yê George Washington di mezatê de bi 4 hezar dolarî hatin firotin.

Ev mû, ku wekî berhemeke dîrokî hatiye parastin, berê aîdî karsazê Amerîkî John Gadsby bû. Gadsby di dawiya jiyana Washington de bi wî re têkiliyên nêzîk hebûn û ew carekê jî vexwendibû şîvê.

Piştî mirina Gadsby, mû ji aliyê malbata wî ve hatin parastin û paşê ketin destê koleksiyoner John K. Lattimer. Mezatxaneya Richmond Auctions a li eyaleta Carolina Başûr, di 21'ê Mijdarê de vê berhemê bi 4 hezar dolarî firot. Nasnameya kiriyarê nû nehat eşkerekirin.

Ev ne cara yekem e ku mûyên Washington bi buhayeke bilind tên firotin. Di sala 2021'ê de sê têlên mûyên wî yên ku di madalyonekê de hatibûn parastin, nêzîkî 40 hezar dolarî hatibûn firotin. Li gorî agahiyên Muzeya Mount Vernon, ku berê mala Washington bû, nêzîkî 50 têlên mûyên wî hîn jî di koleksiyona vê muzeyê de tên parastin.

George Washington di sala 1789'an de bû yekem serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û heta sala 1797'an di vê wezîfeyê de ma. Wî di sala 1799'an de jiyana xwe ji dest da. AMERÎKA