Rexne li pirtêkên hikûmeta veguhêz hene!

Nûçeyên Çand/Huner —

Yekşem 22 Mijdar 2026 - 16:30

  • Pirtûkên dibistanan ên hikumeta veguhêz tên rexnekirin û tê gotin ku tê de pirrengiya çandî, olî û neteweyî ya Sûriyeyê nîn e. 

 

Rêvebera Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Efaf Heskî têkildarî mijarê got: "Pirtûkên dibistanan ên heyî ne mîna materyalên ku zarokên me di şoreşa Rojavayê de xwendine. Bi taybet pirtûka ziman û dîrokê ji bo zarokên me gelekî girîng e. Ez daxwaz dikim ku pirtûkên dibistanan bêne guhertin. Divê pirtûkên dibistanan li ser bûyer û tecrubeyên welat tê re derbas bû, bêne nivîsandin û êşa gel a di şoreşê de bê vegotin."

Her wiha Efaf Heskî da zanîn ku di pirtûkên dibistanan de agahî û wêneyên jinan guhertine û wiha lê zêde kir: "Guhertinên di pirtûkên dibistanan de kirine, ne biçûk in. Dîrok, bûyer û wêne rakirine. Mînak; wêneyê Mona Lisa nîn e û wêneyên jinan bi desmal in. Li Sûriyeyê Suryan, Kurd, Çerkez, Elewî, Xiristiyan û Êzidî hene. Divê di pirtûkên dibistanan de hebûna pêkhateyan neyê paşguhkirin. Civak van pirtûkan qebûl nake."

Ziyanê didin pêvajoya entegrebûnê

Ji bo ziman jî Efaf got: "Li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî ziman nasnameya civakê ye. Li kîjan dewletê neteweyan ji zimanê wan mehrûm bikin, dibe krîz. Biryara Wezareta Perwerdeyê neyînî bandor li ser pêvajoya entegrekirinê kir. Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ser bingeha demokratîk bi hev re Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Lê biryarên bi vî awayî ziyanê didin pêvajoya aştî û entegrekirinê."

Di dawiyê de Efaf Heskî anî ziman ku divê pirtûkên dibistanan li gorî xweseriya pêkhate û neteweyan bêne amadekirin û hemû pêkhate bi hev re pirtûkên dibistanan amade bikin. Bi taybet Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şoreşa Rojava de gelek bedel dan û nabe ku were paşguhkirin. ANHA

***

Ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Jinên Êlihê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê bi zarokan re komxebata wênesaziyê li dar xistin.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên Êlihê û mamosteyên jin ên Navenda Çandê ya Baharê (BKM) di çarçoveya xebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinan a Cîhanê bi zarokan re li navena BKMê hatin gel hev komxebata wênesaziyê li dar xistin. Aktîvîstên TJAyê diyar kirin ku ew ê wêneyên zarokan xêz kirine ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin.

Komxebat bi stranan bi dawî bû. ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.