Gengeşeya li ser tabloyê Van Gogh çareser bû

Nûçeyên Çand/Huner —

Pêncşem 19 Mijdar 2026 - 16:00

 

Mezatxaneya Sotheby'sê bi mîrasxwurên dema Naziyan re li ser tabloya Vincent van Gogh li hev kir. Tablo bi buhaya 180 mîlyon dolarî ye. Bi vî awayî firotana berhema ku di sala 1890'î de li gundê Auvers-sur-Oiseê hatibû çêkirin û navê "Darên Gûzê yên Bi Kulîlk" lê kiribûn rizgar bû.

Mîrasxwurên weşangerê alman Samuel Fischerî îdia kiribûn ku tablo di sala 1936'an de di bin zexta Naziyan de bi awayekî neheq hatibû firotin û xwestibûn ku berhem ji lîsteya firotanê were derxistin. Lê belê piştî muzakereyên dirêj yên gelek dom kiribûn, di navbera mîrasxwurên Fischerî û malbata xwediyê niha (Carlos Pedro Blaquier û Nelly Arrieta de Blaquier) de lihevhatinek çêbû. Şertên lihevhatinê nehatin eşkerekirin. 

Li gor nûçeya Wall Street Journalê mîrasxwurên malbata Fischer gotine, "Peyman bi awayekî adilane û bi ewlehî çêbûye. Ev peyman êşên malbata Fischer ên di dema Naziyan de kişandibûn qebûl dike."

Bi vê lihevhatinê re, tabloya ku tê çaverêkirin rekorê Van Goghî bişkîne, dê wekî hatiye plankir were firotin. Sotheby'sê jî daxuyanî da ku mijar bi awayekî adil û bi baweriyê hatiye çareserkirin. 

Ev bûyer di hefteya muzayedeyên payîzê yên New Yorkê de bû sedema tengezariyeke mezin, lê bi çareseriya dema dawî re rê li ber firotanê hat vekirin. NAVENDA NÛÇEYAN

***

Peyva salê; Human

Ferhenga Cambridge peyva salê wekî "Human" (Mirov) hilbijart. Ferhenga Cambridgeyê bi sedema "Peyva 'Human', berevajî Xweda, heywan an jî makîneyê, xwedî wesf (çawanî), qisûr û hestan in, loma wekî peyva salê hatiye hilbijartin."

Endama Lijneya Rêveberî ya Weşanên Zanîngeha Cambridgeyê Francesca Woodward ji bo AFP'ê wisa gotiye, "Di serdema ku Aqilê Zîrek gelek belav dibe, di dema ku li ser dê mirovahî têk here de hişyariyên mezin hene, peyva 'Mirov' rihê serdemê nîşan dide."

Woorward gotiye, "Di 12 mehên dawî de mirov bi tirs in ku dê Aqilê Zîrek karê wan ji dest wan bigire. Loma bi rastî jî êdî li ser mirovbûnê tê fikirîn. Bi min êdî mirov difikirin ku mirovbûn tişteke çawa ye."

Li aliyê din Woodward gotiye ku peyva "mirov" peyvên wekî aqilê zîrek, online û yên din li dû xwe hiştine û bûye yekem.

Zanyarên ku ji bo Ferhenga Cambdridge dixebitin jî diyar kirine ku bikaranîna peyvên wekî "human-made" (tiştên mirovan çêkirine), "Human author" (mirov nivîskar) zêde bûye. NAVENDA NÛÇEYAN

***

YEWKURD zexta polîsan şermezar kir!

Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) têkildarî lêgerîna polîsan a li sêr weşanxanêyan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Daxuyaniya YEWKURD wiha ye: “Îro li Amedê polisan li ser gelek weşanxana lêgêrîn pêk anîn ev biryar ji aliyê dozgeriya Amedê hatiye sitendin. Em wek YEWKURDê (Yekîtiya Weşangêriya Kurd) vê şêwazê û biryarê rast nabînin. Ev şêwaz rêbaz zexteke li ser azadiya weşangeriya kurdî ye. Divê raya giştî vê rewşê wek hewldana kontrolkirina vê qadê binirxine. Weşangerî qadekê rewşenbiriyê ye. Bi zext û zorê ev qad nayê çewisandin. Em wek YEWKURDê vê biryara dozgeriyê rast nabînin. Em ê weşangêriya kurdî her bilind mezin bikin. Ji bo me ziman û azadiya derbirînê girîngtirîn mebest û armanc e.” AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.