
- Derûnnas Huseyîn Erol bal kişand ser derûniya zarokan û ziman û wiha got: “Bêyî zimanê dayikê, zimanê duyem jî pêş nakeve û divê zarok bi zimanê dayika xwe were mezinkirin.”
Têkiliya di navbera derûniyê û zimanê dayikê de gelek caran bûye mijara lêkolînê. Ev têkilî yek ji mijarên herî bingehîn ên derûnnasiyê ye. Zimanê dayikê ne tenê amûreke ragihandinê ye, ew bingeha ku zarok li ser wê nasname, hest, raman û têkiliyên xwe yên bi cîhanê re ava dike ye. Li gorî teoriya girêdanê ya derûnnas John Bowlby, pêwendiya ewle ya di navbera zarok û dê û bavan de, bingeha tenduristiya derûnî ya zarok e. Zarok hîn di zikê dayika xwe de deng û rîtma zimanê dayikê dibihîze. Piştî jidayikbûnê, lorîk, gotinên delaliyê û axaftinên bi vî zimanî di mêjiyê zarok de hesta “ez di ewlehiyê de me” çêdikin. Zimanê yekem rasterast bi navenda hestan a mêjî (amygdala û pergala lîmbîk) ve girêdayî ye. Zarok tirs, şabûn, hêrs û hezkirina xwe, herî xwezayî bi zimanê dayikê hîs dike û tîne ziman.
Zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê baş diaxivin, di derbirîna xwe de wêrektir in. Berovajî vê, heke zimanê zarok bê biçûkxistin an qedexekirin, zarok dikare bikeve nava hesta şermê û kêmasiyê. Ji ber ku redkirina zimanê zarok, di hişê wî de wekî “redkirina hebûna wî û malbata wî” tê fêmkirin.
Derûnnas Huseyîn Erol derbarê van têkiliyên girêdayî ziman û derûniyê de axivî.
Sedema biyanîbûna zarokan
Di destpêka axaftina xwe de Derûnnas Huseyîn Erol destnîşan kir ku dema mirov ji dayik dibe pêşiyê zimanê dayika xwe dibîne û bi zimanê dayika xwe cîhanê nas dike. Huseyîn Erol anî ziman ku nasname jî bi zimanê dayikê ve ava dibe û wiha got: “Kesayeta zarokan jî ziman diafirîne, ji ber vê yekê ziman nebe kesayet jî kêm dimîne û pêk nayê. Zarok li malê bi zimanê dayika xwe mezin dibin, diçin dibistanê û li wê derê zimanê duyem dibînin û ev zimanê dibistanê ji wan re xerîb tê.”
Kesayeta zarokan dibe du parçe
Huseyîn Erol diyar kir ku dema zarok ji nişka ve dikeve hawîrdorekê ku zimanê wî lê nayê axaftin û zimanê wî yê dayikê tê paşguhkirin, pirsgirêkên derûnî derdikevin holê û wiha pê de çû: “Zarok dema dinirxîne fêm dike ku zimanê ku li malê tê axaftin û yê ku li dibistanê tê axaftin cuda ye. Travmaya yekem, li dibistanê tê serê zarokên ku xwedî zimanekî li derveyî pergala perwerdeyê ne. Li wir nebûna zimanê dayika zarok, di derûniya zarok de pirsan ava dike û zarok dibêjin gelo zimanê min kêm e, ne rast e û xirab e? Ev travmaya ku tê serê van zarokan heta mirinê jî li gel wan dimîne û li ser derûniya wan bandoreke neyînî dike. Xwebaweriya wan zarokan dikeve, xwe ji wan kesên ku xwedî perwerdeya zimanê dayikê ne jêrtir û kêmtir dibînin. Nikarin xwe wekî wan bînin ziman, ji ber ku hişê wan bi zimanê dayika xwe tevdigere. Di encama van yekan de ew zarok dibe kesê duyem, kesayeta wî/wê dibe du parçe û nikare bibe wekî xwe.”
Derûnnasiya bi zimanê dayikê
Di berdewamiya axaftina xwe de Huseyîn Erol bal kişand ser girîngiya şêwirmendiya bi zimanê dayikê û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ger ku em derûnnas, zimanê nexweşên xwe nizanibin, em nikarin şêwirmendiya wan bikin û em nikarin alîkariya wan bikin. Nexweşên me hest û ramanên xwe tenê bi zimanê xwe dikarin bi awayekî berfireh û bi rehetî ji me re bêjin. Ji ber vê yekê divê derûnnasî teqez li ser zimanê dayikê be.”
Zarokên pirzimanî, zêdetir serkeftî ne
Huseyîn Erol destnîşan kir ku zarokên ku bêyî fêrbûna zimanê xwe yê dayikê rasterast bi zimanekî biyanî dest bi dibistanê dikin, di salên destpêkê de enerjiyeke mezin a derûnî xerc dikin da ku tenê gotinan fêm bikin. Huseyîn Erol destnîşan kir ku ev jî dibe sedema westandina hişî û paşketina akademîk û wiha pê de çû: “Hinek malbatên me ji min re dibêjin, ‘Mamoste, zarokê me wê dest bi dibistanê bike lê li dibistanê wê bi Tirkî perwerdeyê bibîne, em jî ji ber vê sedemê zarokên xwe tenê fêrî Tirkî dikin da ku li dibistanê de pêşkeftî bibin.’ Lê ev nêzikatî şaş e, ya rast ew e ku ji bo zarokan pirzimanî çêtir e. Xebatên noropsîkolojiyê jî nîşan didin ku zarokên ku li malê pirzimanî hatine mezinkirin, di aliyê akademîk de zêdetir serkeftî dibin. Lêkolîn nîşan didin ku zarokên bi parastina zimanê dayikê fêrî zimanê duyem dibin, di warê derûnî û hişî de xwedî avantajên mezin in. Ji ber vê yekê zarok li malê ji dayik û bavên xwe çi ziman dîtibe divê bi wî zimanî mezin bibe.”
Zarok ji ziman, çand û malbata xwe re biyanî dibe
Huseyîn Erol bi bîr xist ku zarokê hiş û ramanên xwe bi zimanê dayika xwe tîne ziman, di Tirkî de jî wê baştir van hest û ramanên xwe parve bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê dema malbatan got dibistan bi Tirkî ye bila malê jî bi Tirkî biaxive, li wê derê zarok ji ziman, çand û malbata xwe re jî biyanî dibe. Ev yek jî di hişê zarokan de fikra ‘zimanê min zimanekî qedexe ye, divê ez neaxivim’ jî dide rûniştandin. Mirov bi kijan zimanî birîndar bibe, divê bi wî zimanî bê dermankirin û zarok jî bi kîjan zimanî hatibe dinyayê divê bi wî zimanî têkilî pê re were danîn.” AW/WAN















