
6’emîn Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî ku ji aliyê Komîna Film a Rojava ve pêktê, di roja çaremîn de didome. Mihrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li HolaNavenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk tê.
Ji Başûrê Kurdistanê derhêner û sînemager ji bo tevlîbûna 6’emîn Mihrîcana Filman a Rojavaya Navneteweyî, li Rojavayê Kurdistanê bûn. Hestên xwe ji bo beşdarbûna festîvalê, ji ajansa me ANF’ê re anîn ziman.
Nûnertiya navneteweyî ya Dihokê Hesen Arif ev tişt got, “Gelek spas ji bo rêveberiyafestîvala filman. Me Rêzeke mezin jê re girt, em vê gelek girîng dibînin di nav festîvalênKurdî de. Xelkê Rojava bi rastî jî li ser xebatên xwe gelek qonaxên dirêj derbas kirine. Dilême jî bi wan re ye.”
Derhêner Hewraz Mihemed ku ji Silêmanî weke mêvan hatiye festîvalê, ev tişt anî ser ziman:“Ez gelek kêfxweş im ku îsal min karî werim vir û beşdarî festîvalê bibim. Pêşketin û berdewamiya vê festîvalê xeyalê her derhênerî ye. Hêvîdar im ku ev festîval û Komîna filmanRojava sal bi sal, roj bi roj pêş de biçe. Ji bo serxistina festîvalên Kurdî divê her kes bikevehewldanê. Pêwîstiyên me heye ku em bi hev re gelek filman çêbikin. Tevlîbûna ciwanan a jibo festîvalê girîng e. Ciwanên me bi zanist û hunerê xwe perwerde dikin. Divê ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ciwanên sînemager bên ba hev û bi hev re tureke filman ava bikin.” ANF
***
Ji Wezareta Çandê bersiveke sosret!
Wezareta Çand û Turîzmê bersivek sosret da pêşniyarpirsa parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan a derbarê Medreseya Feqiyê Teyran de. Wezaretê di bersiva xwede îdia kir ku mulkiyeta Medreseya Feqiyê Teyran aîdî Wezareta Xezîne û Maliyeyê ye û tehsîsî wezareta wan nehatiye kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derbarê Medreseya FeqiyêTeyran ku li gundê Finikê Rewî ya navçeya Basa ya Şirnexê ye di 17ê Adara 2026an de peşniyarpirs da Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy. Medrese tevî ku di bin parastinaWezareta Çand û Turîzme, Midûriyeta Çand û Turizmê ya bajêr de ye û di statuya “HebûnaÇandî” de ye jî nehatiyê parastin û bi hilweşînê re rû bi rû ye.
Medreseya Feqiyê Teyran tevî ku di bin baneya Wezareta Çand û Turîzme de ye jî lê wezaretêbersiveke sosret daye pêşniyarpirsê. Wezaretê îdia kiriye ku mulkiyeta Medreseya FeqiyêTeyran aîdî Wezareta Xezîneyê û Maliyeyê ye û tehsîsî wezareta wan nehatiye kirin.
Newroz Uysal Aslan di pêşniyarpirsa xwe de bal kişandibû ser girîngiya kesayetiya FeqiyêTeyran di dîrok û wêjeya Kurdî de û rewşa xirabbûna medreseyê pirsî bû. Newroz Uysal Aslan ji Wezareta Çand û Turîzmê pirsî bû ku Medreseya Feqiya Teyran di kîjan statuyê de cih digire û ji bo pêşî li hilweşîna medreseyê bê girtin çima heta niha xebateke restorasyonênehatiye kirin. AW
***
Serketina werzîşvaneke kurd; sê madalya bi hevre
Jinên Kurd di warên cuda de her tim bûne pêşeng. Di werzîşê de jî navê xwe li şampiyoniyêncîhanî didin nivîsandin û serkeftinan bi dest dixin.
Yek ji wan jinên Kurd ên ku di qada werzîşê de navê jinên Kurd temsîl dike, Sarêj Fethullaye.
Werzîşvana Kurd Sarêj Fethulla wek yekane werzîşvana Kurd a di pêkhateya tîma neteweyîya Iraqê de, ji bo werzîşa hêza laş, di çalakiya ‘Fitness Challenge’ ya li Taylandê hatîlidarxistin de sê madalya bi dest xist.
Sarêj Fethulla beşdarî pêşbirka Şampiyoniya Welatên Asyayê ya li welatê Taylandê hatîlidarxistin bû. Madalyayên ku Sarêj Fethulla bidestxistine wiha ne: “Du madalyayên zêr dibeşên Gold Fit (asta zêrîn) û Speed Fit (pêşbirka lezê) de û madalyayeke zîv di beşa Doubles(Cot) de.”
Hêjayî gotinê ye ku Sarêj Fethulla werzîşvaneke ciwan a Kurde û xelka bajarê Kelarê ya navenda îdareya Germiyanê ye. Ew di warê laş ciwanî, fîtness û werzîşên hêza laş de wekîyek ji jinên pêşeng tê naskirin. Sarêj wek jinek werzîşvana Kurd di pêkhateya tîma neteweyîya Iraqê de cih digire.
ROJNEWS














