
- Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e; ew şiyana gelan e ku jiyanek bi hev re ava bikin û wekhev, azad û demokratîk be. Derbaskirina pirsgirêkên dîrokî yên ku ji ber şer, înkar û pevçûnê çêbûne tê wateya avakirina jiyanek nû ku tê de civak xwedî deng û hêza biryardanê ya li ser pêşeroja xwe be.
MEHMET ALÎ ALÇINKAYA
Îro, Tirkiye tam li ber deriyekî dîrokî yê wisa ye. Ji aliyekî ve, encamên civakî yên giran ên salên pevçûn û polîtîkayên ewlehiyê hene; ji aliyê din ve, îhtîmala afirandina peymanek civakî ya nû ya li ser bingeha aştî, demokrasî û jiyana hevbeş heye. Vekirina deriyekî ya li ser vê yekê niha berpirsiyariyek dîrokî û siyasî ya lezgîn e ku êdî nayê paşxistin.
Di 27'ê Sibata 2025'an de, Banga Birêz Abdullah ocalan A ji bo Aştî û Civaka Demokratîk perspektîfek nû YA li ser têkoşîna siyasî û civakî pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Vê bangê îhtîmala dîrokî ya veguherîna ji têkoşîna çekdarî ya ji bo siyaseta demokratîk, ji pevçûnê ber bi lihevhatina civakî ve, ji înkarê ber bi hemwelatîbûna wekhev ve û avakirina pêşerojek hevpar eşkere kir. Çarçoveya rewşenbîrî ya Manîfestoya Civaka Demokratîk jî vê veguherînê ne tenê wekî dawiya pevçûnekê, lê wekî ji nû ve rêxistinkirina civakê ya li ser bingehek demokratîk dibîne.
Pirsgirêka bingehîn li vir ji nû ve avakirina têkiliya di navbera dewlet û civakê de ye. Civaka demokratîk tê vê wateyê ku civak êdî ne objeyeke pasîf a rêveberiyê be û bibe kirdeyeke ku jiyana xwe bi xwe bi rê ve dibe, pirsgirêkên xwe nîqaş dike, beşdarî pêvajoyên biryardanê dibe û pêşeroja xwe bi hev re diyar dike. Ji ber vê yekê, aştî nikare tenê bi danûstandinên di navbera aktorên siyasî de sînordar be. Divê ew li ser veguherînek civakî were avakirin ku îradeya azad a gel, karker, jin, ciwanan û kesên xwedî nasname û baweriyên cihêreng dide pêş.
Deriyê aştiyê tenê bi îradeya demokratîk a hevbeş û garantiyên yasayî dikare were vekirin, ne bi hêviyên yekalî. Naskirina nasname, ziman, çand û îradeya siyasî ya demokratîk a gelê Kurd û garantîkirina hemwelatîbûna wekhev pêwîst in. Nêzîkatiyek ku pirsgirêka Kurd kêm dike û tenê danîna çekan, nikare aliyên dîrokî, siyasî û civakî yên pirsgirêkê rave bike. Çareserî di navbeynkariya gelê Kurd de bi tevahî di çarçoveya yasayî û demokrasiyê de, naskirina mafên wan ên kolektîf û rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk de ye.
Têgeha neteweya demokratîk, wekî ku di Manîfestoya Civaka Demokratîk de hatiye destnîşankirin, li ser vê prensîbê ye ku gel, ziman, çand û baweriyên cuda dikarin di şert û mercên wekhev û azad de bêyî ku di nav nasnameyek yekane de werin asîmîlekirin, bi hev re bijîn. Neteweya demokratîk perspektîfek jiyana hevpar e ku cudahîyan wekî dewlemendiyek civakî dibîne, berevajî têgihîştina yekpare û dûrxistinî ya dewleta neteweyî. Ev nêzîkatî ne armanc dike ku yek gel li ser yekî din serdestiyê ava bike, lê armanc dike ku yekîtiyek demokratîk li ser bingeha wekheviyê ava bike.
Ji ber vê yekê, ewlekirina azadî û şert û mercên xebata Birêz Abdullah Ocalan yek ji mijarên bingehîn ên pêvajoya aştiyê ye. Ji bo pêşxistina diyalog, danûstandin û lihevhatina civakî, divê şert û mercên pêwîst ên siyasî û qanûnî werin afirandin. Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe; divê kesên ku di pêvajoyê de ne bikaribin bi azadî biaxivin, ramanên xwe bînin ziman û beşdarî pêşxistina çareseriyek demokratîk bibin. Aştiya mayînde tenê li ser bingehek demokratîk pêkan e ku îradeya azad û beşdariya wekhev a kesên beşdar garantîkirî be.
Demokratîkkirina Tirkiyeyê beşek girîng a vê veguherînê ye. Azadiya girtiyên siyasî, bidawîanîna sîstema qeyûm, rêzgirtina ji îradeya hilbijartî, misogerkirina azadiya îfade û rêxistinbûnê, serxwebûna dadwerî û serdestiya hiqûqê şertên girîng ên civakek demokratîk in. Demokratîkbûn ne tenê hewcedariyek gelê Kurd e; di heman demê de hewcedariyek hevpar a karker, kedkar, jin, ciwan, Elewiyan û hemû komên bindest ên civakî ye.
Avakirina komareke demokratîk naskirina cudahîyan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev pêwîst dike. Demokratîkbûna komarê ne tenê veguherîna şêweyê hikûmetê ye, lê di heman demê de veguherîna têkiliyên civakî jî ye. Divê pergaleke siyasî û civakî ya piralî were damezrandin ku tê de Kurd, Tirk, Elewî û Sunnî, hemû gel û bawerî bikaribin bi nasnameyên xwe bi azadî bijîn û tu nasnameyek ji ya din bilindtir neyê hesibandin.
Di dilê vê veguherînê de divê rizgariya jinan hebe. Civakek nikare demokratîk bibe eger temsîliyeta wekhev, îradeya azad û hêza biryardanê ya jinan di hemû warên jiyana civakî de neyê garantîkirin. Rizgariya jinan ne hêmanek temamker a civakek demokratîk e, lê bingeha wê ya damezrîner e. Bi heman awayî, derbaskirina têgihîştina aborî û siyasî ya ku xweza û jiyanê dike bazirganî û wêrankirina ekolojîk girantir dike jî mijareke girîng e. Avakirina jiyaneke komunal a ji bo mirovahiyê ya di têkiliya bi xwezayê re de jî di nav berpirsiyariyên bingehîn ên civakek demokratîk de ne.
Li vir, têgehên jiyana hevbeş û hevgirtina civakî xwedî girîngiyeke taybet in. Divê rêxistinên demokratîk werin pêşxistin ku mirov bikaribin li wir ji taxan bigire heta gundan, ji bajaran bigire heta cihên kar, li ser pirsgirêkên hevpar nîqaş bikin, biryaran bidin û çareseriyan bi hev re bibînin. Divê demokrasiya herêmî were xurtkirin; beşdariya gel di biryarên derbarê budçe, rêveberî û qadên jiyanê de were misogerkirin. Civakeke demokratîk ne tenê demokratîkbûna dewletê, lê di heman demê de xwerêxistinkirina demokratîk a civakê jî hewce dike.
Çepgirên Tirk, sosyalîst, rêxistinên karker û kedkaran û hêzên demokratîk jî di vê veguherîna dîrokî de berpirsiyariyeke girîng hildigirin. Divê têgihîştinên ku têkoşîna demokratîk a gelê Kurd ji têkoşîna wan bi xwe vediqetînin û meseleya aştiyê tenê bi perspektîfa ewlehî û polîtîkayên dewletê dinirxînin, werin derbaskirin. Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd û têkoşîna çîna karker a ji bo azadî û mafên kedê ji hev nayên veqetandin. Têkoşîna li dijî îstismara çînî, înkara neteweyî, newekheviya zayendî û wêrankirina ekolojîk divê li ser bingeha hevpar a civakeke demokratîk li hev bicivin.
Divê neyê jibîrkirin ku bi tena serê xwe bidawîanîna şer nayê wateya aştiyeke mayînde. Ji bo ku aştî mayînde bibe, divê şert û mercên siyasî, aborî û civakî yên ku pevçûnan gur dikin werin guhertin. Aştiya civakî li welatekî ku feqîrî, bêkarî, îstîsmar, newekhevî û cudakarî berdewam dikin, netemam dimîne. Ji ber vê yekê, divê aliyên aborî û civakî yên aştiyê jî werin sazkirin; divê mafên kedê, îradeya gel, edaleta civakî û dabeşkirina wekhev werin garantîkirin.
Dîrok niha berpirsiyariyê dixe ser milê hemû aktorên siyasî û civakî. Divê hikûmet gotûbêjên xwe yên li ser aştiyê bi gavên demokratîk û qanûnî yên berbiçav re bike yek. Divê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bibe navenda rastîn a lihevkirina civakî, danûstandinên demokratîk û çareseriyê. Divê muxalefet berpirsiyariya demokratîkbûnê bigire ser xwe bêyî ku pêvajoyê bi hesabên siyasî yên teng ve sînordar bike. Divê muxalefeta civakî, kedkar û hêzên demokratîk bingeha hevpar a têkoşînê ji bo civakîkirina aştiyê û avakirina civakek demokratîk xurt bikin.
Ji ber ku perspektîfa bingehîn a ku di Manîfestoya Civaka Demokratîk de hatiye destnîşankirin ne tenê armanc dike ku pevçûnên îro bi dawî bike, lê di heman demê de armanca wê avakirina civaka pêşerojê ys li ser bingehek demokratîk e. Ev yek ji nû ve pênasekirina dewlet û civakê hewce dike; li şûna siyaseta navendî ya desthilatdariyê bi beşdariya civakî, bi pirrengiyê divê pêşketin hebe.
Deriyê aştiyê ku li pêşiya me ye, bi tena serê xwe venabe. Vekirina wê bi rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk, parastina serdestiya hiqûqê, naskirina wekheviya gelan û rêxistinkirina îradeya kolektîf a civakê ve girêdayî ye. Pirsgirêka dîrokî ya Tirkiyeyê ne tenê hilbijartinek di navbera berdewamiya polîtîkayên înkar, pevçûn û bêçalakiyê de ye. Pirsgirêka rastîn ew e ku li ser bingehên siyasî, hiqûqî û civakî yên komara demokratîk û civaka demokratîk dê çi bingeh werin avakirin.
Vekirina deriyê aştiyê ne tenê bêdengkirina çekan e; ew afirandina şert û mercên welatekî ye ku mirov bikaribin bi wekhevî, azad û bi rûmet bijîn. Ji ber vê yekê, aştî, demokrasî, azadî, ked, têkoşîna jinan û jiyana ekolojîk ne mijarên cuda ne, lê beşên temamker ên heman veguherîna civakî ne. Divê ew derî were vekirin. Ji ber ku aştî destpêkek e; civaka demokratîk veguherîna vê destpêkê ya ji bo rastiyek mayînde bi rêya îradeya hevpar a gel e. Niha dema aştiyê ye, dema komara demokratîk û civaka demokratîk e.














