
- Tişta Tevgera Azadiya Kurdistanê û Kurd dixwazin aştiyê. Lê alî Tirk? Divê neyê ji bîr kirin, Kurd êdî çavên xapînok, gotinên pûç ji hev derdixin…
OSMAN KAPAN
Gotineke pêşiyên Kurdan heye: “Dibêje, lê napêje.” Belê di gotinê de rayedar û berpirsiyarên Tirkî,galgala pêvajoyê dikin.Lê dema galgala wê jî dikin,ne li gorî ku pirsgirêka Kurd ji kokê were çareser kirin û bi taybet di nava gelê Kurd, Tirk û hemû gelan de li ser hîmê demokrasî û zagonên wek hevî yê guhertineke mayende bikin.Tişta ber bi çav û dixwazin bikin,vê pêvajoyê wekî Tirkî ji tofana ku niha li rojhilata navîn û konjektora gerdûnî bi parêzin.
Hesabê wan çiye? Mirov dikarî li gorî kirin,gotin û emelê wan niyeta wan jî bibîne.Lê bila vê baş zanibin Tevgera Azadîya Kurdistanê û Rêber Apo,gelek tofan û di demên dijwar de,bi aqilê hevpar û siyaseta li gorî demê tevger û gelê Kurd ji merheleyekê,derbasî merheleyeke din kirine,tu carî ji bona wê kêliyê derbas bikin na, ji bona tevgerê hîn xurtir bikin û ji bersiva pêşerojê re amade bikin tevgeriyan e.Di nava siyaseta sifra guran de tevger û gel anîne vê merheleyê.Li hemberî her planê,planeke wan jî heye.
Bila tirkî hesabê şaş neke,Rêber Apo,xwestekên Kurdan şênber danîne pêşiya Tirkî.Li gel van xwestekên gelê Kurd û Tevgera Azadî yê jî daxwazên heyî û divê bêne kirin şênber radixe ber çavan.Careke din em wan bi bîr bînin. “1-Azadî ya Rêber Apo a fizîkî û şert û mercên bi karibe pêvajoyê bê asteng bi rêve bibe.2-Di zagona bingehîn de naskirina Kurdan; Reformên berbiçav di derbarê mafên ziman û çandî yên Kurdan de.3-Berfirehkirina çalekiyên siyasî û azadî yê, Rêzgirtina ji vîna demokratîk a rêvebiriyên herêmî re.4-Mîsogerî ya zagonî divê li ser bingeha rêzik ên giştî û pêşbinîkirî be,ne tenê demkî û li ser kesên taybet be.Divê desthilatdarî ne li ser berjewendîyên hibijartinê û demkî pêvajoyê bi domîne.Mirov dikare hîn berfirehtir bike,lê bi cewherî tişta ku ji hêla tevgera Azadî yê ve ku dixwaze demildest bêne kirin ev in.
Hikumet çi dike? Pêvajoyê di çerçoveyeke teng û li gorî xwe digire dest.Tişta herî dawî bê kirin,di serî de dixwaze bide kirin.Ev niyet xerabe,ne çêker e û zerarê dide pêvajoyê.Heya niha tişta tê xuya kirin mirov dikare bi kinasî weha şênber bike: 1-daxwaza çekberdanê dike,lê mafên demokrasî yê taloq dike. 2-Dema ku dikeve tengasî yê de,an jî hesabê wan ê hilbijartinê derdikeve holê,pêvajoyê dixe rojevê.3-Ji dêvla muzakere û diyalogê, yek alî zext û gef li pêşin.Ev niyeta wan a ne çêker e, rastî ya wan derdixe holê…
Rêber Apo, tevger û gel aştîyeke mayende û li ser hîmê rastî yê,li ser hîmê yekîtî yê dixwaze. Helbet ev yek alî çênabe.Aştîyeke mayende ji hêla du alîyan ve gengaz e.Lewra aştî du alî ye. Wê demê ya rast û mirov dibe rasteqînî yê û aştî yê mayende bike ev e: Aştî ne ewe ku yek kar,yek xisarê bike! Aştî ewe ku her du alî jî kar bikin.Îca heke bi rastî rayedar û xwedî erk ên Tirk, aştiyek mayende dixwazin,divê ev baş bê fêm kirin: Ku ji her du hêlan ve dayîk û bav zarokên xwe wenda nekin, ji dahatuya wan a bi ewle piştrast bin. Ciwan bê xem û di warekî azad de bikaribin dahata xwe saz bikin û pêdiviya dahata xwe di şer de nebînin; hemû nasname û rengên cuda bê tirs û bê asteng kirin xwe temsîl bikin…Ku ev hate fêm kirin û pejirandin, wê demê dê di navbera alîyan de dîwarê bê bîr û bawerî yê rabe…
Îca niha pêdivî xerca bîr û bawerî ya herî mezin ewe ku; Kurd û Tirk pêşeroja xwe li ser hîmê wek hevî yê ava bikin.Ev jî ku demokrasî,hemwelatî ya wekhevî,zagon û azadî çiqasî bi pêş bikeve û di emel de bikeve meryetê,dê bîr û bawerî xurt bibe.
Tişta tevgera Azadî ya Kurdistanê û Kurd dixwazin eve. Lê alî Tirk? Divê neyê ji bîr kirin,Kurd êdî çavên xapînok, gotinên pûç ji hev derdixin…







