
- Niha ku ez û jiyanê gorî hev in, li hev ba dibin, em nizanin çi derdê me ye. Na ji jiyanê hez dikim, lê wê fêhm nakim. Jiyan ka tu çi yî? Çi ji me, çi ji min dixwazî? Çima her rengo rengo yî, demsalên te naşibin hev û her doş dibî, her çiqasî demsalên ku dane pêy hev şîfreyek be û mîna peyamek nepenî ya girîng be jî, li hêviya fêhmkirinê ye !
FERATÊ DENGIZÎ
Lê serê yên ku fêhm dikin her tim di belayê de. Ji peyva “doş dibim” jî hez nakim, lê de bila be. Yanî her û her ez û jiyan bi hev re dizîvirin, zîvirîna domdarî ya nobedar, temam bila wek semayê be! Semaya dîrokî ya dildostan. Sema jî her li jor li me dinêre û bêdengiyek xumamî,hûn ê bibêjin derdê te çiye. Ka bibêjim!
Porê veçirî me, çawa têm dinyê li vegerê difikirim, dê kengî ax ba min bike. Temam, dem av e, diherike û dizanim bêyî te nameşe saet, her tim rêwiyê kelqija nava rojê me. Evîna me mîna evîna du perîtankên spî, her em li dor hev digerin û bera pey hev didin û vediqetin. Felek bizarî min dike, herê xew û mirin yek e. Çima bîstanê dilê xwe dixeritînim. Heyrana we bim;li vê darê dinyê dixwazim HE bim, hebûneke azad, lê ev der Kurdistan e, yan jî Rojhilata Navîn. Li vira hebûn pir biha ye, Xweda-xweza min dide lê ol, civak-dewlet min nas nakinher dixwazin min bikujin û tune bikin. Çi fizîkî, çi çandî, çi dîrokî, çi derûnî û her hebûnî… Ne bi dilê xwe me! Lê bi xweşiya jiyanê dixwazim evîndar bim, evîneke bê asteng û pirs-pirsgirêk, lê ka. Çiyayê min hene dilbazim, nayêm lepê, pençeyan nas nakim, lê evîn jî kin e ûher direve û her veqetîn jî bi sibehê, berbangê destpê dike. Çima veqetîn tim sibehan ango berbangan e! Herê wele her veqetîn bi berbangê re. Hezkiriyên min tim bi berbangêke re diçin. Tê bîra min, dilbirînekî wisa gotibû wek jenîna dengê dilê mîn;
“Ji zanayê heq gazinc im
Ji silavên xwe gihîştkar
Ba dagirtî vê alemê
Ji min re bû bayê sibê”
bayê berbangê
bayê veqetînê
yê dilkizîn, yê dilqijîn…
Veqetîn dojeha dil e, yên diçin bêveger, her çavên min li deriyan in, derdora derî ji bonî pêşwaziyê tev kulîrkên biharê, lê na! Dizanim tê venegerî, lê dîsa dipêm! Hêviyên min xurt in, ev axa tev tûpişk, rê dide veqetînê lê rê nade vegerînê. Ev çi lehnet e! Hay ho…! Divê ev çarenûs biguhere! Li warê min çiya zêde; nav bêhaweyên jiyana min, Zînî, Zîniyê biçûk, Zîniyê Mezin, Serkorta, Kuna Piling, Çala Delê… Nav weke veresîna jiyanê ne, kevirênhebûnê bi qodên nava dixe rêzê, bi ya min Mewlûda Nebî jî awayekî versînê (evrim) ye. Îca Zîn li xwezaya min wek nizilîna avê ye ku teht û latan li jor dihêle û axê berdide newalan û şêwe mîna zînê hespan ango banga beza hespan î rewan dertê holê. Zîna me Zîna Mem ne Zeyneba Erebî-Ereban e ha! Xweza jî şîfreyek e, belbî mîtolîjî, ol û zanistî hîn bersivan didin, lê ne têr e. Çima jiyan wek, têr, ferdik û şalan e, em dadigrin û têr nabin, her dubare, dubareyek, bêgazinc, şabûn û evîn jî wisa. Ê min barê min evîn e, dubare, sêbare, sedbare bêçare! Dil ranagire û herêm hov, çav li rêya haştî-aştî ye, lê veqetîn dîsa berbang. Hevîdar im ku dil haş bibe û berbang ne yên veqetînan be. Dîsa dil û hişê min bi awazên bilbilê dilşadî hişyar lê wisa bi çîzîna veqetînê, êdî veqetînan naxwazim. Bila dildar û afirînêrên aştiyê, haş bibin, azad bibin. Ev herêm vegere bihuştê, ma sedûbîstûçarhezar peyamber ne be s in. Ma her tim dê mizawirek-şeytanek-ehrîmanek serdest, zane û hakim be! Mirovê bêhiş î evîndarê zordestiyê lê mecbûrê aştiyê, de haş be! Ne hiş be, haş be! Zane û xwediyê xweşsewtê be!
Ê min, ê me ez û em ji êşan betilîn, bes e. Temam şareza, şervan û berxwedêr im, lê jiyan ne bi tenê ev e. Divê em ne westanê êşan bin. Dizanim her rastî pêşî xeyal bû. Divê em rastiya hebûnê; azadî û evînê bikin jiyana rojane, asteng hene lê em dikarin pêk bînin, vîna. Roja me Rêberê me ye. A va rastiyek rûberî min e; zeriya vê payîzê, payîza me dişibe porê te, dişibe keziyên tê yên hûnandî. Her payîza bi bayê wîzewîz keziyên te yên sor î sosînî yên zeriyan tîne bîra min. Ax, ew bîra min î kevnare ya dîrokî ya têrnexwar î bê war, bêar , bêevîn û ne azad.. Bila Van Gogh zeriya welatê min, havîn û payîza Kurdistana min bidîta! Belbî evîn ji soriyê ber bi zeriyê bihata ku zer î nebûna rengê veqetînê. Va veqetîna ku jê xelas nabim dîsa bi bestika min girt. Berbangê jiyanê me, dîvane me, bengî me, Bad-i Saba para min e, jê hezdikim ha, de veqetînê vegerînin hevdîtin û hevşabûnê. Dilşadî para min e ha, para me ye…Em ê kesk û sor û zerê bikin havênê jiyana xwe, ruhafirîna evîn û azadiya xwe.
Bayê sibehê, bayê vê berbanga ku ji Bakur tê, silav, hezkirin, aramî û evîna Zagrosan a welatê kevnare yê diya min, ji teht û latên Hemedan-Ekbatanê, ji çeperên lehengên çiyê yên serkeftina ji Îskender û vir ve tîne ji min re, ji me re, sînga min tev hênikayî, hênikayiya evîna te, xweşhez û kêfxweşa pêçandina teyî bi şid a ji dil î bi bêrî, bi hesret; hê zeriyê, periyê, ferîşteya min, milyaketa çiyê, kezîkurî na, kezîhûnandiya jiyanê de were, Serkeftiya meyaserî para te, lê azadî û evîn jî para min, Para min û te ye, de were! Ax, av, ar, as, gel, war aştiyê dixwaze! Wekhevî û demokratiyê dixwaze! Asîmanê berbangê yê soringî hêz û heza hebûna min û te ye. Roj li benda tepîna dilê te ye, li hêviya lêdana dilê me ye ku hilê.
Jiyan î tu, bê te jiyan nabe! Were Berbanga Jiyanê!















